4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşa Rûsyayê di roja sêyemîn de berdewam dike

Di roja sêyemîn a êrîşa Rûsyayê de şer û pevçûn gihan ber deriyê paytexta Ukrayna Kievê. Di roja sêyemîn de Rûsyayê fûzeyên Krozê bikar anî û yek ji wan li avahiyeke ku ji 18 qatan pêk tê ketiye. Piştî van êrîşan gelek balyozxaneyên biyanî bang li welatiyên xwe kirin ku xwe li cihên xwe biewle bigirin û di stargehan de bimînin.

Li Kievê xizmeta internetê hatiye birîn, madeyên xwarinê û bi taybetî nan gelekî kêm bûye û nayê peydakirin.

Li bajarê Xarkovê jî rastî êrîşên bi fûzeyan tê û rayedarên bajêr bang li gel kiriye ku li jêrzemîn û stargehan bicih bibin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Rûsyayê wan deverên stratîjîk ên artêşa Ukraynayê kirine hedefa êrîşên fûzeyên xwe. Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Rûsyayê bajarê Mariupolê xistine bin kontrola xwe.

Li gorî heman çavkaniyê artêşa Rûsyayê dest daniye ser gelek çekên ku welatên Rojava dabû Ukraynayê.

Her wiha li gorî ajansa Interfax a Ukraynayê leşkerên Rûsyayê hewl dane ku derbasî nava Kievê bibin lê ew hewldana wan ji alî artêşa Ukraynayê ve hatiye têkbirin.