9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Omicron wê bibe dermanê Covîd 19 ye’

Gelek şîrove û analîz li ser mutasyona nû ya Covid 19, Omicronê hatin belavkirin û metirsiyeke mezin li hemû cîhanê belav bû.  Lê cara yekemîne ku bijîjkekî vê mutasyona Omicronê wekî hêviyekê ji bo dawîanîna li vê nexweşiyê anî ziman.

Li gorî doktor Husam Ebû Fersex ku ji malpera El Erebiye re axiviye Omicronê wekî derziyeke xwezayî nirxandiye û wiha gotiye: “ Mutasyona Omicron gelekî bi lez li cîhanê belav dibe û gelekî sivik derbas dibe, lewre jî dê gelek kes bi vê mutasyonê bikevin û di encamê de dê bibe wekî derziyekê ku berxwedana laşê mirov li hember mutasyonên din zêdetir bike. Wiha jî dê her kes bi vê nexweşiyê bikeve û piştî ku laşê mirovan hîn bibe dê bibe wekî şewbeke zivistanê yê normal derbas bibe.”

Li gorî doktor Ebû Fersex mutasyona Omicron dê bibe wekî derziyeke ji ba Xweda ku dawî li nexweşiya Covid-19’an bîne.