Friday, October 22, 2021

OROK: Newaya çîrokeke efsûnî ye

Di edebiyatê de hin berhem hene her ku diçe mirov bêhtir lê vedibe û çêjeke xweştir jê werdigire. Bêguman di hemû beşên hunerî de ev rewş bi heman awayî ye. Piştî demekê mirov li xwe diheyirînin û ji nû ve mirov lê vedigere. Li dinyayê gelek hunermend, muzîkjen û wêjekarên wisa hene, pê bawer bibin ku nivîskarê kurd H. Kovan Baqî jî yek ji wan e û gelek kes ji me/we wê lê vegerin. Ev ne vegerek keyfî ye, heger em/hûn bi edebiyat û nivîsê re mijûl û aleqedar bin êdî ev zarûrî ye…
Xwendevanên asayî di metnên edebî de li navendekê(!) digerin. Lê di metnên H. Kovan Baqî de yan gelek navend hene yan jî divê mirov gavekê wêdetir biçe ku hîç navend tune ye. Di pirtûka wî ya dawîn a bi navê OROK’ê de jî bi vî rengî ye. Orok xeleka dawîn a sêbareyekê ye. Di vê sêbareyê de Sî’bera Zeyno, Siya Gotinê û wekî xeleka dawîn OROK heye. Di dûmahîka vê sêbareyê de, H. Kovan Baqî di OROKê de bi zimanê xwe yê taybet xwendevanan ji rabirdûyê ber bi îro û dahatûyê ve dibe. Di vê romanê de wekî îluzyonîstekî, bêyî xwendevanan aciz bike di bihurên zemên re, ber bi zimanekî mîstîk dixe nava bablîsokeke efsûnî û ber bi rasteqîniya mirovî ve pifî ruhê xwendevanan dike.
Di romana OROK’ê de nivîskar beriya her tiştî li pey wê yekê ye ku çîrokeke venegotî bi awayê em jê encamekê derxin û çîrokeke tuneyî jê derxin vedibêjin. Bi vî awayî îqtîdarê ji hebûnê ber bi tunebûnê ve rê ve dike. Hebûn û nebûn di bin hukmê nivîskaran de dinepixe yan diçilmilse, di OROK’ê de nivîskar di nava hewldana avakirina xwendevan de ye. Nivîskar wê yekê ji bo xwendevanên xwe dihêle. Piştî gotin û peyvên nivîskar, di OROK’ê de xwendevan li gorî dilê xwe newaya jiyana metnê ava dikin.
Di sêbareyê de Kovan Baqî jî nehiştiye ew mezin bibe û rê daye ku xwendevan di geşedana romanê de xwe û nivîskar bi hev re mezin bike.
Di romana dawîn a sêberayê de, anku di OROK’ê de malzarok dibe hêmayeke bingehîn û di wê malzarokê de şerekî bêhedar dest pê dike. Lê axir îsyanek dest pê dike û şerekî biqisûr û maksîmîlîze dest pê dike. Şer xezeb û ‘serhildaneke’ bêdawî û bêhizûr e êdî. Piştî vê yekê çîroka OROK’ê dest pê dike. Bi awayekî dîtir, OROK xwe hildiweşîne û ji nû ve dest bi avakirinê dike…
Di vegotin an jî ‘venegotina’ OROK’ê de muzîkalek bi ahenga li ser dika Cîhanê rê li ber bêsînoriyê dike.
H. Kovan Baqî bi hostetiya xwe li ser xwendevan ferz dike ku piştî vegotina xwe ya parçekirina navend û qarakteran, rê vedike ku ew (xwendevan) bi xwe qerekter û qehremanên xwe ava bikin û romanê biqedînin.
Di her rêzika OROK’ê de qarakterên ku Kovan Baqî ji hev wesle wesle kiriye êdî dimîne ji xwendevanên romanê re. Xwendevan çiqas jîr be H. Kovan Baqî ewqasî di romanê de dide ser hev.
Ji beriya bajarê Orokê û heta Ronesansê dema xwendevanan a avakirina hişekî heye. Baqî jî mafê vî hukmî dide xwendevanan.
OROK di encamê de bi newayeke mîstîk ji xwe re ji nû ve dinivîse û her tiştî ji nû ve ava dike. Loma jî nivîskar H. Kovan Baqî hukmê avakirinê bi vê romanê dide mista xwendevanên jîr.
OROK xwendevanan ber bi welatê(!) wan ve dibe û ji sifrê ber bi hebûnekê ve dahf dide… Loma jî OROK çîroka newayeke efsûnî ye.

*OROK- Baqî, H. Kovan, rêzeroman-III, 192 rp, Weşanên Lîs, 2020