26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozsoy: Dibe ku endamtiya Tirkiyeyê were nîqaşkirin

Hişyar Ozsoy ku yek ji berdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê ye, der barê serdana Serokê Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê Rîk Daems ya Tirkiyeyê axivî.

Ozsoy diyar kir ku serdana Daems li ser sê rojevan bû û wiha got: “Lêgerîna Daems a ji bo zextên li ser Tirkiyeyê didome. Di rojên pêş de heke Tirkiye gaveke neavêje dibe ku endamtiya wê ya li Konseya Ewropayê jî were nîqaşkirin.”

Ozsoy bal kişand ser wê yekê  ku di navbera Tirkiye û Konseya Ewropayê de ji zû ve ye alozî hene û di sala 2017’an de Tirkiye dîsa tev li pêvajoya şopandinê ya Konseya Ewropayê bûye. Ozsoy bal kişand ser vî tiştî ku piştî vê dîrokê ji mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê wêdetir roj bi roj pêvajoyeke xerab pêk hatiye û der barê serdana Serokê Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê Rîk Daems de ev tişt anî ziman: “Serokê Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê Rîk Daems ji bo bi rayedarên Tirkiyeyê û parlementeran re biaxive hat Tirkiyeyê. Vekişandina ji peymana Stenbolê, doza girtina HDP’ê, betalkirina parlementeriya Gergerlîoglû jî di vê pêvajoyê de pêk hat. Sê rojevên sereke yên serdanê hene; yek jê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a ku der barê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de daye. Di heman demê de di raporên pêvajoya şopandinê ya Konseya Ewropayê de jî gelek mesele hene. Tirkiye van berpirsyariyan pêk nayine.

Vekişîna ji Peymana Stebolê

Rojeva duyemîn doza girtina HDP’ê re zextên li ser muxalefeta demokratîk a li Tirkiyeyê ye. Ya sêyêmîn jî ev bû ku di 19’ê adarê de bir biryarnameya serokomar re Tirkiyeyê ragihand ku xwe ji Peymana Stenbolê vekişandiye. Di vî warî de hat serdana hevserokên me. Ji xeynî MHP’ê bi serok û rayedarên partiyên din re rûnişt. Nîqaşên Konseya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê ragihandin.”

Heger Tirkiye gavan neavêje…

Ozsoy derheqê Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê li hemberî polîtîkayên zextê yên li hikûmeta tirk wiha got: “Polîtîkayên zextan qebûl nakin û rast nabînin. Li Konseya Ewropayê der barê Tirkiyeyê de gelek biryar hene. Ji bo pêkanîna zextan li hin rêyan digerin. Hin komên siyasî yên Konseya Ewropayê diyar dikin, heke Tirkiye li gorî biryarên dadgehan tevnagere, li gorî biryarên dezgehên wê (CPT, Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê, Komîsyona Venedîkê, Komîteya Rêveberiyên Herêmî) tevnagere çima hê jî endama konseyê ye? Heke di demên pêş de Tirkiye hin gavan neavêje dibe ku endamtiya Tirkiyeyê were nîqaşkirin.”