27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Panorama 2022’yan a çand û hunerê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê

Di salekê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 fîlm, rêzefîlmek, 3 kurtefîlm, 15 bername, 10 stran û klîp hatine derxistin, 13 şano hatine pêşandan, 4 mîhrîcan û festival, 9 pêşangehên şêwerkariyê, 9 şevbuhêrk û çalakiyên hunerî û 2 pêşbirkên hunerî hatine lidarxistin.

Ji bingehê ku çand nasnameya gelan e û gel bi xwedîderketina li çanda xwe hebûna diparêze, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebateke dewlemend di qada çand û hunrê de hate kirin. Ji xebatên ku di sala 2022ʹyan de hatin kirin û berhemên ku hatine derxistin ev:

Stran û klîpên nû

6`ê Çileyê, Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û Koma Botan, kilîba “Dengê Hêrsa Apoçiya tê” derxist.

25`ê Çileyê, Koma Serdem a Muzîk û helbestvan Ferhad Merdê kilîbek bi navê “Hesekê bi hêz e” derxist.

30`ê  Çileyê, Koma Serdem a Muzîkê û Koma Agirî kilîba “Gurzê Gelan” derxist.

18`ê Sibatê, Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a Mezopotamya û hunermend Daniş Botan kilîbeke bi navê “Apo” derxist.

10`ê Adarê Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a Mezopotamya kilîba “Cenga Kurdistanê” derxist.

12`ê Adarê, Koma Serdem a Muzîkê bi navê“Soza Şehîd” stranek bi kilîb derxist.

14`ê Adarê, Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a Mezopotamya û Koma Çiyayê Kurmênc a Efrînê kilîba “Nûroj” weşand.

16`ê Adarê, Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a Mezopotamya  bi boneya Cejna Newrozê kilîba “Garê Newroz e” weşand.

29`ê Nîsanê, Koma Cûdî ya Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya  Dêrikê, ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê, stranek bi navê “Ev êrişa xedar” çêkir.

16`ê Gulanê, Hunergeha Welat ji bo berxwedana gerîlayan a li Zapê kilîba “Hey Zapê” derxist.

11`ê Hezîranê, Hunermend Hojîn Hêriz bi Koma Serdem a Muzîkê re kilîba “Şehîd Sêalê” derxist.

11`ê Hezîranê Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a Mezopotamya û Koma Cûdî ya Muzîkê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî êrişên qirkirinê kilîba“Erka Kurda” derxist.

13`ê Hezîranê, hunermendên Kurd ên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji bo şehîdan albumeke bi navê “Şehîdên Til Temir” derxist. Di nav de 2 stran hebûn “Şehîdên Til Temir” û “Şehîd Sosin, Bîrhat û Egîd”.

7`ê Îlonê, Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê, ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê kilîba “Berxwedana Avaşînê” weşand.

28`ê Cotmehê,  hunermend Hojîn Hêriz bi Koma Serdem a Muzîkê re kilîba “Welato” derxist.

3`yê Mijdarê, hunermend Sumeya Serêkaniyê û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê  strana “Şehîd Heqî” derxist.

11`ê Mijdarê, Hunergeha Welat kilîba “Serêkaniyê û Avaşînʹʹ derxist ku balê dikişîne ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Avaşîn.

26`ê Mijdarê, Hunergeha Welat û hunermendên Rojava “Sazûman” derxit. Kilîb balê dikişîne ser tecrîda li dijî rêber Abdullah.

Fîlm û rêzefîlm

3`yê Adarê,  Saziya Pargîn dest bi weşandina 15 xelekên rêzefîlmênTeşî, Tevin, Pez, Meşk, Kun û Hîz, Zozan, Kon, Xwestin, Dayîna Zarokan, Rojên Hesêb, Stêrk, Textorî, Kulav, Çît û Parastin kir.

16`ê Gulanê, fîlmê “Rûpela Sor” li Qamişlo hat pêşanda. Fîlm bi derhêneriya Dêrsim Zerevan e û lîstikvana sereke Nûjiyan Erhan e ku di 22`ê Adara 2017`an li Şengalê şehîd bûbû.

16`ê Hezîranê, Komîna Fîlm a Rojava û Akademiya Şehîd Yekta Herekol a Hunerê (beşê sînemayê) kurtefîlmên ʹʹXêzʹʹ, ʹʹNavê min li ser kevirekî yeʹʹ û ʹʹNîgaşʹʹ weşandin.

26`ê Hezîranê, Navenda Çand û Huner a Serdemê ya Hêzên Erka Xweparastinê de, fîlmê “Fedekarî” weşand.

25`ê Tebaxê, Komîna Fîlm a Rojava fîlimê “Gava Şitil Mezin Dibin” li Kobnê pêşanda. Derhênerê fîlm Rêger Azad Kaya ye

31`ê Tebaxê, Komîna Fîlm a Rojava fîlmê “Berbûʹʹyê ku Savînaz Evdiko derhêneriya wê kiriye, cara yekemîn li Dêrik” pêşanda.

6`ê Îlonê, Komîna Fîlm a Rojava, fîlmê “Dema Dirîreşkan” li Qamişlo pêşanda.

6`ê Îlonê, Ronahî TV fîlmê “Koçberî” çêkir. Fîlm li Kobanê ji şêniyan re hat pêşandan.

Komîna Fîlm a Rojava û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê fîlmê “Kobanê” bi derhêneriya Ozlem Yaşar derxist. Fîlm cara yekemîn 20`ê Îlonê li Kobanê hat pêşandan. Paşê li Minbic, Qamişlo, Heleb û Rimêlan jî dan pêşandan.

15`ê Cotmehê, Navenda Çand û Huner a Serdemê ya Hêzên Erka Xweparastinê û Koma Şehîd Osman (Bavê Teyar) fîlmê bi navê “Kurmê Darê” derxist.

13`ê Mijdarê, Komîna Fîlm a Rojava û Produksiyona Nûjiyan, fîlmê“Nameyên ji Şengalê” bi derhêneriya Dêrsim Zêravan derxist. Fîlm cara yekemîn li Qamişlo hat pêşandan.

27`ê Mijdarê an ku di roja salvegera 44ʹan a damezirandina PKKʹê de fîlmê muzîkal ê“Destana PKK” hat weşandin. Ev berhem ji aliyê TEV-ÇAND a Mezopotamya, Koma Awazê Çiya, Komîna Fîlm a Rojava û Saziya Pargîn ve hatiye amdakirin.

Komîna Fîlm a Rojava di 9`ê Hezîranê de dest bi weşandina rêzefîlmê “Tava Sor” kir. Heta niha 16 xelek hatine weşandin.

Şano

Bi boneya 27`ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê û salvegera 18`emîn a şehadeta şanoger şehîd Yekta Herekol, Navenda Çandê ya Reqayê şanoyek bi navê “Suheyl” a nivîskarê iraqî Seid Hedabî, Koma şanoyê ya Şehîd Hêvî şanoya bi navê “Qaimqamê Nûʹʹ li bajarokê Rimêlan pêşandan. Her wiha TEV-ÇANDa Mezopotamyayê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê şanoya “Malbata Tûyê” li bajarê Qamişlo pêşand. Li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê jî şanoya “Dayê çawa rizgar bû”hat pêşandan. Heman demê Komîteya Şano ya Navenda Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê şanoya “Wesiyeta Bav” pêşand.

28ʹê Adarê, TEV-ÇAND a Mezopotamya û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê  şanoya bi navê “Çîrokên sê birayan” a Koma Dibistana Şano pêşand.

11`ê Hezîranê, Komîna Şanoyê û Koma Mihemed Şêxo ya Şanoyê şanoya “Taxa Jibîrkirî” li Qamişloyê pêşand.

16`ê Tîrmehê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, di çarçoveya çalakiyên Dibistana Şanoyê de, şanoyek bi navnîşana “Xwendin Jiyan e” li Qamişlo pêşanda.

18`ê Tebaxê, Komîna Şano ya Avrîn a Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê şanoya “Afrînerê Kêfxweşiyê” pêşanda.

18`ê Îlonê, Dibistana Şanoyê şanoya“Dibistana Fitnekeran (Muşaxibîn)” li Qamişlo pêşanda.

Şanoya “Evdalê Zeynikê” 1ʹê Mijdarê li Rimêlanê, 3ʹyê Mijdarê li Qamişloyê û 7ʹê Mijdarê li Dêrikê ji aliyê TEV –ÇANA a Mezopotamyayê ve hat pêşandan.

22`yê Mijdarê, TEV-ÇAND a Mezopotamyayê û Komîna Şano Rojava, şanoya ʹʹKeziyê Jînêʹʹ amad kir.

3`ê Kanûnê, şanoya bi navê “Rastî Dagirkirî” ya ji aliyê şehîd Hêvî Şangoger ve hatiye nivîsandin û bi derhêneriya Kawa Fetah, li Qamişlo hat pêşandan.

Hunera zarokan  

3`yê Çileyê, Koma Orkestrayê ya Zarokên Rojava stranek bi zimanê kurdî li bajarê Qamişlo pêşkêş kir.

4`ê Nîsanê Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê, bi dirûşma “Bi zaroktiya xwe dema niha geş dikin û pêşerojê bi rê ve dibim”, Mîhrîcana Zarokên Azad a Yekemîn li Minbicê li dar xist.  Mîhrîcan 2 rojan dewam kir.

30`ê Hezîranê, Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê, Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê li dar xist. Çalakiyên mîhrîcanê 4 rojan dewam kir.

2`yê Tîrmehê, Komîteya Çand û Şûnwaran û Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê, Mîhrîcana Sêyemîn a Zarokan bi dirûşma “Ji bo zarokatiyê, em dijîn”, li dar xist.

Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê, bi dirûşma “Giyanek li ser lênûsekê” Yekemîn Komxebata Wênesazên Pêşerojê li darxist. Komxebat 31`ê Tîrmehê destpêkir, 3 rojan dewam kir.

9`ê Îlonê, Festîvala 7`an a Zarokan bi dirûşma “Parastina çanda civakê ji zarokatiyê dest pê dike” dest pê kir û du rojan dewam kir. Festîval ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve hat organîzekirin.

30`yê Îlonê, Koma Orkestrayê ya Zarokên Rojava ji bo piştgiriya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” a li Rojhilatê Kurdistanê stran û mûzîk jenandin li Qamişloyê pêşkêş kirin.

Festîval û mîhrîcan

3`ê Îlonê, Komeleya Çand a Suryan a  Sûriyê, 2`yemîn Festîvala Mardoso ya Çand û Hunera Suryan lidarxist. Festival 3 rojan dewam kir; rojek li Hesekê û 2 rojan li Qamişloyê.

5-14`ê Cotmehê ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Firatê û TEV-ÇAND a Mezopotamyayê ve, 2`emîn Festîvala Şanoyê ya “Arîn.. Bisk û Zulfên Azadiyê” li Kobanê hat lidarxistin.

27 û 28ʹê Cotmehê, Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya salvegera 5`emîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, Yekemîn Mîhrîcana “Strana Niştimanî” li dar xist.

11ʹê Mijdarê, bi dirûşma “Em li vir in, ta dilopa dawîn a ximavê…û ta dilopa dawîn a xwînê” 8`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hat lidarxistin. Mîhrîcan heta 20`ê Mijdarê dewam kir. Hunermend Mizgîn Tahîr û lêkolînerê zimanê kurdî Berzo Mehmûd xelata afrîneriyê ya HRRʹê ya sala 2022ʹyan wergirtin.

Pêşengehên şêwekariyê

19ʹê Sibatê, Desteya Çandê li Herêma Cizîrê bi dirûşma “Tecrubeyên hunerî” pêşangeha şêwekariyê vekir. Pêşangeh heta 21`ê Sibatê dewam kir.

Desteya Çand û Huner a Rêveberiya Xwerser a Herêma Firatê bi dirûşma “Keskesora Miştenûr sirûdên azadiyê dixemilîne”, 3`yemîn Pêşengeha Şêwekariyê orgaîze kir. Pêşengeh 26-28`ê Sibatê vekirî ma.

1ʹê Adarê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê, bi dirûşma “Mohrên ji bîr nabin” pêşangeheke şêwekariyê û karên destan  vekir. Pêşangeh 3 rojan dewam kir.

18ʹê Gulanê, Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, 6`emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê li bajarê Qamişlo vekir. Pêşangeh heta 20`ê Gulanê vekirî ma.

11`ê Hezîranê, Navenda Çandê ya Navçeya Til Birak û Komîteya Rêveberiya Dibistanan pêşangeheke karê destan û tabloyan vekir.

16`ê Tîrmehê, Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê bi hevkariya Komîna Wênesaziyê ya Herêma Efrînê bi navnîşana “Çîroka Axa Zeytûnê”, di tabloyek bi dirêjahiya 58 metreyan neqiş kir.

21`ê Tîrmehê, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê,  Pêşangeha Hunera Grafîk a yekemîn li bajarê Hesekê vekir.

12`ê Îlonê, Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê bi nave “Afirînerî û Reng”, Pêşengekek berhemên şêwekar Xeznê Ebûd vekir.

29`ê Cotmehê, Komîna Wênesaziyê ya Kantona Şehbayê bi hevkariya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD),  bi dirûşma “Efrîn ban li me dike..Qêrîna Sûriyê” Pêşangeha Şêwekariyê vekir. Pêşangeh 2 rojan dewam kir.

Şevbêrk û çalakî

12`ê Çileyê, Meclisa Çand û Hunerê ya Dêrazorê, ji bo nasandina çanda erebî û kevneşopiyên êlên Ereb yên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê, çalakiyeke hunerî li rojavayê beyareya bajarê Hecînê li dar xist.

3`yê Nîsanê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê, ji bo gaziyên şer çalakiyeke hunerî bi dirûşma “Birîn Şerefe” li Şehbayê li dar xist.

6`ê Gulanê, Komîteya Koçberên Serêkaniyê, bi dirûşma “Vegera ewle xwesteka me ye” şevbuhêrkeke hunerî li bajarê Qamişlo li dar xist.

10`ê Hezîranê, Komîteya Çand û Hunerê ya Qamişlo û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê şevbuhêrkek li bajarê Qamişlo li dar xist.

26`ê Hezîranê, Navenda Çandê ya Navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo û Komîteya Çandê ya Qamişlo, çalakiyeke hunerî li dar xist.

6`ê Tîrmehê, Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûdê bi dirûşma “Hunerê resen parastina nasnameya gelan e” şevbuhêrkek li dar xist.

1`ê Tebaxê, Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ji bo şermezarkirin sûcên artêşa Tirk a dagirker, çalakiyeke hunerî li dar xist. Çalakî heftiyekê dewam kir.

26`ê Cotmehê, Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê ji bo piştgiriya behreyên ciwanan, bi dirûşma “Çand nasnameya me ye, nasnameya me hebûna me ye, em bi hev re çanda xwe ji pişaftinê biparêzin” şevbuhêrkek li dar xist.

16`ê Mijdarê, Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan şevbuhêrkek li dar xist.

Pêşbirkên hunerî

26`ê Sibatê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, pêşbirka wênexêzê li bajarê Hesekê li dar xist.

12`ê Gulanê, Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê û Nivîsgeha Çalakiyên Dibistanan bi dirûşma “Bi pênûsên xwe pêşerojê xêz dikin” pêşbirka wênexêz û tîpnivîsa erebî li dar xist.