10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Yekitiya jinan yekitiya neteweya kurd e’

Evîn Aydin ji bo yekitiyê axivî û got: “Divê ev mijar ji aliyê hêzên kurd ve li ber çavan bê girtin. Roj roja yekitiya kurdan e. Ev sedsal jî sedsala berxwedana jinan e. Yekbûna jinên kurd di heman demê de parçeyekî yekbûna gelê kurd e û pir grîng e.”

Platforma Yekitiya Jinên Kurdistanê ji bo jinên kurd karibin bi hev re li ser pêşeroja xwe dan û standinê bikin di 23’ê kanûna 2017’an de hat avakirin. Platformê li ser armanca avakirina xwe di dema ku hat avakirin de gelek xebat kirin. Platforma ku ji ber hin bêderfetiyan navber dabû karê xwe. Di meha kanûnê de şandeya Platforma Yekitiya Jinên Kurdistan ya Bakurê Kurdistanê ku di nav de parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr,  cîgira hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulşen Sincar, endama Partiya Azad ya Kurdistanê Zeyneb Dîncer, akademisyen Evîn Aydin ku endamên Platforma Yekitiya Jinên Kurdistan in, pêk dihat çû serda jinên başûrê Kurdistanê.

Şande li Hewlêr û Silêmaniyê bi gelek partî, rêxistin, sazî û kesayetên Başûr re hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin di 15’ê kanûnê de bi dawî bûn. Piştî hevdîtinan şandeyê diyar kir ku di hevdîtinan de nîqaş li ser avakirina yekitiya jinên kurd hatiye kirin.

Endamên Platforma Yekitiya Jinên Kurd Evîn Aydin der barê çûyîn û hevdîtinên wan de ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Evîn Aydin di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser platformê û ev tişt anî ziman: “Di sala 2017’an de li Bakur Platforma Yekitiya Jinên Kurd hat avakirin. Di vê hêlê de gelek xebatên baş jî hatin kirin û wê demê jî dîsa bi Başûr re hevdîtin hatibûn kirin lê piştre ji ber hinek rewşên awarte ev xebat wisa man. Niha Platforma Yekitiya Jinên Kurd ên Bakur ji bo diyalogê bi armanca avakirina mekanîzmeyeke mayînde û domdar dîsa serdana însîyatîfên jinên Başûr kir.”

Berjewendiyên jinan girîng in

Evîn Aydin diyar kir ku Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi armanca avakirina yekitiya jinên kurd hatiye avakirin û wiha got: “Wek ji navê wê jî tê fêmkirin ji bo yekitiya jinên kurd ên bi taybet her çar parçeyan û hemû jinên kurd ên cîhanê. Yekitiya jinên kurd ên her çar parçeyan pir girîng in lê belê jinên kurd ne tenê li welatê xwe ne. Yên ku ji welatê xwe dûr ketine û penaber in jî divê di nav xebata yekitiyê de bin. Tiştên em ji hev hîn bibin û bidin hev pir in. Her wiha tiştên em ji hev re bikin jî pir in. Rast e  li çar parçeyan jî û di nav kurdên penaber de jî gelek partî, sazî û însîyatîf hene û ev tev bi serê xwe hêz in. Em weke Platforma Yekitiya Jinên Kurd yek bi yek hemû partî, sazî û însiyatîfa weke rengekî û zengîniyek dibînin. Her wiha ji bo yekitiyeke mayînde berjewendiya yekitiya gelê kurd û berjewendiya yekitiya jinên kurd Ii ser berjewendiyên partî, sazî û însiyatîfan digirin. Ev xal, xala hevpar a bingehîn e ji bo yekitiyê.”

Aydin da zanîn ku çûyîna şandeyê hem daxwaza wan hem jî ya jinên başûrê Kurdistanê bûye û ev tişt anî ziman: “Serdana me ya bi Başûr re li ser daxwaza yekitiya jinan a her du aliyan pêk hat. Avakirina yekitiya jinên kurd ên li her aliyên cîhanê û bi taybet jî ya çar parçeyên Kurdistanê her çiqas ne hêsan be jî divê girîngiya vê baş bê fêmkirin. Divê ev mijar ji aliyê hemû hêzên kurd ve li ber çavan bê girtin. Divê ji xwe re pirsa; çima jinên kurd di nav vê hewldanê de ne? bikin.”

Roj roja yekitiya kurdan e

Aydin diyar kir ku hewldana jinên kurd a yekitiyê hewldaneke biwate û di cih de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Roj roja yekitiya kurdan e. Ev sedsal jî sedsala berxwedana jinan e. Yekbûna jinên kurd di heman demê de parçeyekî yekbûna gelê kurd e. Ji ber vê yekê girîng û watedar e. Em bawer in ku ew ê bandoreke erênî jî li ser siyaset û civaka kurd bike.”

Evîn Aydin da zanîn ku serdanên platformê yên Başûr erênî derbas bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevdîtinên me ji bo pêşerojê bûn hêvî û kelecan da avakirin. Me bi hev re li ser nexşeya yekitiya jinên kurd danûstandinek kir. Gelek pêşniyarên wan çêbûn. Ji bo pêngavên sibêrojê jî li ser rêbaz û bernameyan piştî civîneke hevpar û giştî em ê encaman bi raya giştî re dîsa parve bikin. Niha wek fizîkî bi perçeyên din re Rojhilat û Rojava re hevdîtin ne mimkûn e. Lê di vê hêlê de heke Başûr bikaribe derfetan ava bike em ê bi jinên Rojhilat û Rojava re jî bigihijin hev. Bi avakirina sekreteriyekê yan li ser derfetên înternetê em ê deng û daxwazên xwe bighêjin hev du û helwesteke hevpar derxinin holê.”