6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amadekariyên daraza tirk ên ji bo hilbijartinê!

Bi fermana wan daraza tirk bi armanca serketina AKP-MHP’ê ya di hilbijartinê de li dijî partiyên siyasî yên kurd êrîş dan destpêkirin. Bi awayekî balkêş êrîşên li dijî partiyan piştî hevdîtinên bi PDK’ê re pêk hatin.

Li bakurê Kurdistanê, di van rojên ku ber bi pêvajoya hilbijartinê diçe de geşedanên girîng diqewimin. Desthilata AKP-MHP’ê ku hemû saziyên dewletê kiriye bin kontrola xwe bi destê daraza tirk li dijî partî û tevgerên kurd dest bi êrîşên qirkirina siyasî kir. Di nav hefteyê de navenda wê Amed li dijî partiyên kurd bi hincetên cuda lêpirsîn hatin destpêkirin û dû re bi ser avahiyên partiyan de hat girtin.

Berî ku ev êrîş dest pê bikin ji aliyê Serdozgerê Komarê Bekîr Şahîn ve daxwaza desteserkirina alîkariya ku ji xezîneyê dewletê ji bo HDP’ê tê dayîn hat kirin. Şahîn, ji Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaz kir ku alîkariya ji bo HDP’ê tê dayîn desteser bike. Bi gotineke din berî ku dadgeh biryara girtina wê bide di hêla aborî de partiyê qels bike da ku nikaribe amadekariyên hilbijartinê bike.

Rola daraza tirk

Bi awayekî pir zelal li holê ye ku ev daxwaz daxwaza AKP-MHP’ê ya ji Şahîn e. Lewre di hêla siyasî de her çiqas AKP-MHP nikaribin HDP’ê têk bibin jî dikarin bi daraza tirk bingeha qelskirina wê amade bikin. Dozger û serdozgerên mîna Şahîn jî ji ber ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatine peywirkirin ji bo rojên wiha zor û zehmet ên AKP-MHP’ê timik amade ne û dikarin her biryarên wiha siyasî bidin.

Piştî ku ev daxwaz ji bo HDP’ê hat kirin, di nav hefteyê de li dijî partî û tevgerên kurd ên mîna Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Azadî jî bi hinceta ku ala başûrê Kurdistanê li avahiyên xwe vedikin û di paceyên avahiyên xwe de dadileqînin lêpirsîn hat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de polîsan li Amedê bi ser avahiyên van partiyan de girt.

Êrîşên piştî hevdîtinan

Di serdegirtinan de polisan alên li avahiyên van partiyan desteser kirin û gelek endam û rêveberên wan binçav kirin. Piştî çend saetan hemû kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan. Li dijî vê operasyonê daxuyaniyeke hevpar hat dayîn û HDP û DBP jî di nav de bi beşdariya hemû partiyên li bakurê Kurdistanê zextên li ser partiyên kurd hatin şermezarkirin.

Balkêş bû, roja berî ku ev êrîş li dijî van partiyan pêk bê Serokê Herêma Kurdistanê li Qatarê bi serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî. Her wiha berî vê jî Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Hişyar Ozalp li başûrê Kurdistanê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin. Hat angaştkirin ku li ser daxwaza Tirkiyeyê Ozalp hatiye binçavkirin.

Gumana ji PDK’ê

Angaştên der barê mijarê de nehatin piştrastkirin. Lê wisa diyar e ku li ser van êrîşan di navbera PDK-Tirkiyeyê de trafîkek heye. Lewre beriya binçavkirina Ozalp jî di navbera konsolosê tirk Hewlerê Mevlut Yakût û Serokê PDK’ê Mesût Barzanî de hevdîtin pêk hatibû. Ev jî hemû delîlên bazariya li ser van êrîşên li dijî partiyên kurd e.

Di demên pêş de belim ev trafîq bêtir deşîfre bibe. Lê tê gumankirin ku PDK tiştên piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê anî serê partiyên kurd ên rojhilatê Kurdistanê ji bo partiyên kurd ên bakurê Kurdistanê ku ji aboriya xwe bigire heta bîrdoziya xwe girêdayî wê ne jî heman tiştî plan dike. Mixabin ev tişt ji PDK’ê tên hêvîkirin û îhtîmaleke mezin dibe ku destê PDK’ê di van êrîşan de hebe.

Operasyona li dijî DBP’ê

Piştî çend rojan ji bo ku van şikên li ser PDK’ê bide alî daraza tirk bi fermana AKP-MHP’ê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî êrîşeke ji êrîşên li dijî partiyên kurd ên di bin kontrola PDK’ê de berfirehtir da destpêkirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî DBP’ê lêpirsîn hat destpêkirin û navenda wê ya giştî jî di nav de bi ser avahiyên HDP’ê yên bakurê Kurdistanê de hat girtin.

Polisan, di serdegirtinan de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, hevserokên DBP’ê yên Amed, Şirnex, Wan, Riha, Êlih, Dîlok, Mêrdîn, Agirî û Rihayê û gelek rêveberên DBP’ê binçav kirin. Polîsan dema ku Bayindir binçav kirin xwestin serî wî bidin tewandin. Lê Bayindir serê xwe netewand û DBP’ê jî bertek nîşanî vê nêzîkatiya polisan da û got ku wê faşîzm nikaribe serî bi kurdan bide tewandin.

Amadekariya hilbijartinê

Êrîşa herî dawîn û êrîşên beriya wê yên li ser partiyên di bin kontrola PDK’ê de jî hemû dikarin weke xebatên hilbihartinê yên AKP-MHP’ê bên nirxandin. Armanca van êrîşên ku bi destê daraza tirk li dijî partiyên kurd tên kirin têkbirina kurdan a di hilbijartinê de ye. Mixabin destê PDK’ê jî di vê planê de heye. Bi hêviya ku hemû partî di ferqa vê de bin û rê nedin AKP-MHP’ê û hevkarên wan ên navxweyî.