6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxwazên rêxistinên elewiyan

Rêxistinên elewiyan, piştî komxebata ku li dar xistin deklarasyonek parve kirin û xwestin  ku li ser bingeha hemwelatiya wekhev Destûreke Bingehîn a nû were çêkirin.

Di meha mijdarê de bi biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di bin sîwaneya Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Çand û Cemxane ya Elewî-Bektaşî hatibû avakirin. Rêxistinên elewiyan li dijî vê biryarê îro li Stenbolê “Komxebata Elewiyan a Mezin” li dar xistin. Bi hezaran kes tev li komxebatê bûn û piştre jî deklarasyonek parve kirin.

Di deklarasyonê de hat gotin ku li Tirkiyeyê sepanên yekperest û senteza tirk-îslamê li her qadên jiyanê didomin û îktîdar bi mekanîzmaya zextê ya civakî û polîtîk ve hîn bêhtir sazûman dike. Rêxistinên elewiyan di deklarasyonê de bertek nîşanî polîtîkaya necezakirinê, tundiya li dijî jinan, bêedaletiya di parvekirina dahatê de, neçareserkirin pirsgirêka kurd, polîtîkayên zext û pişaftinê dan û gotin ku bi qedexe û sepanên keyfî welêt mîna girtîgehê bûye.

Daxwsazên rêxistinên elewiyan

Di deklarasyonê de ev daxwaz hatin rêzkirin:

“* Bila statûya perestgehê ya cemxaneyan were qebûlkirin, hemû mafên ji ber vê statûyê werin naskirin, dergeh û cihên me yên ku hatine desteserkirin bila dîsa li me vegerînin û qanûnên li dijî me hatine derxistin bên betalkirin.

* Bila dersên olê yên mecbûrî ku li tevahiya civakê tê ferzkirin êdî mecbûrî nebin û pergala perwerdeyê ne pergala olî be.

* Divê Wezareta Karên Diyanetê dev ji hewldanên xwe yên domînekirina tevahiya civakê berde, di mijara pirsgirêkên me yên siyasî yên bingehîn de divê êdî li ser navê me neaxive û ji bo tesfiyekirina vê wezaretê gav bên avêtin.

* Divê çavkanî û kadroyên cemaweriyê li gorî rêgezên liyaqet, edalet û wekheviyê bên parvekirin û di serî de elewî, divê cihêkariyê neyînî ya li dijî hemû beşên din ên civakê bê bidawîkirin.

* Bila Madimak bibe muzeya şermê.

* Ji bo ku sûcên nefretê yên li dijî elewiyan bên teşhîrkirin û pêşîlêgirtina van sûcan hewceye tevdîrên pêwîst ên hiqûqî bên girtin.

* Divê bi qirkirin û komkujiyên li dijî elewiyan hatine kirin û sepanên pişaftinê re hevrû bibin.

* Divê dawî li hewldanên talan, wêran û desteserkirina deverên me yên pîroz û erdnîgariya me bînin.

* Êdî divê navên cihên elewiyan neyên guherandin û navên hatin guherandin jî dîsa lê werin vegerandin.

* Bila rojên ku di baweriya elewiyan de pîroz bibin rojên betlaneya fermî.

* Ji bo cihêkariya di qada cemaweriyê de bi dawî bibe, hewceya li ser bingeha hemwelatiya wekhev makeqanûneke nû were amadekirin û daxwazên xwe li vir dîsa radigihînin.”