27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Panoramaya Heftane (04 Kanûn)

Bi salan e Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bikaribin agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin serlêdana ‘lezgîn’ dikin. Herî dawî parêzeran di 22’ê mijdarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Lê bi redkirina serlêdana parêzeran re aşkera bû ku 2 cezayên nû yên dîsîplînê li Abdullah Ocalan hatine birin. Piştî vê agahiyê di serî de li Kurdistanê li her derê gel ketin nav liv û tevgerê û ji bo bi Ocalan re hevdîtin pêk were dest bi çalakiyan kirin. Di serî de parêzer, partî û gelek rêxistinê civakî jî bi daxuyaniyan banga hevdîtina demildest kirin û gotin ku dewlet dixwaze di şexsê Ocalan de civaka kurd biçewisîne. Malbatan jî ji bo hevdîtin pêk bê li meclisa Tirkiyeyê daxuyanî dan û bi gelek sazî û rêxistinên civakî re hevdîtin pêk anîn. Kurdên derveyî welat û dostên xwe jî li Strasbourgê ji bo Ocalan dest bi çalakiya nobedê ya 17 rojan kirin.

Li herêmê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatine dagirkirin, binpêkirinên mafan gihiştiye asteke pir bilind. Her roj welatî tên revandin û qetilkirin. Bi taybetî revandin û qetilkirin li Efrînê zêde bûne. Li gor daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di du mehên dawî de li Efrînê yek jê jin 6 kes hatine qetilkirin û 8 jê jin 95 kes jî hatine revandin. Lê li dijî kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî vê heta niha ji qada navneteweyî tu bertek nehatine nîşandin û bêdengiya wan didome. Ji ber vê bêdengiyê rewşa ev herêmên ku em behs dikin hîn dijwartir dibin.

Çalakiyên malbatên girtiyan ku di 16’ê mijdarê de li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, bi tevlibûnên nû didome.  Malbatên di çalakiyê de ne diyar dikin ku bêdengî helwesteke masumane nîn e, divê her kes dengê xwe bilind bike. Di nav hefteyê de nivîskar Herdem Merwanî ya ku bavê wê Abdulhalîm Kirtayê 30 sal in girtiye û nexweş e jî tev li Nobeda Edaletê bû û banga piştevaniyê li civakê kir.

Zextên desthilatdariya başûrê Kurdistanê yên li ser welatiyên Bakur didomin. Desthilatdariya Başûr sîxurî li welatiyên Bakur ku ji ber zextên Tirkiyeyê derbasî Başûr bûne, ferz dike. Welatiyên ku sîxuriyê qebûl nakin an radestî Tirkiyeyê tên kirin an jî tên dersînorkirin. Hasan Kaçar jî yek ji wan welatiyan e. Di 23’ê mijdarê de Kaçar bi tevî malbata xwe ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hat dersînorkirin. Kaçarê hat dersînorkirin diyar kir ku ji ber ew pêşniyara sîxuriya PDK û MÎT’a tirk qebûl nekiriye hatiye dersînorkirin. Kaçar ji bo şermezarkirina vê rewşê li ber derê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Sîlêmaniyê dest bi çalakiyê kir. Lê Kaçar di nav hefteyê de ji aliyê asayîşê ve hat binçavkirin û piştî demeke hat berdan.

Di 2’ê kanûnê de Wezîrê Xezîne û Maliya Tirkiyeyê Lutfî Elvan li ser daxwaza serokkomar îstîfa kir. Ji ber polîtîkayên şer ên hikûmetê, li Tirkiyeyê krîza aboriyê her diçe kûr dibe û li hemberî vê krîzê hêrsa welatiyan jî zêde dibe. Welatî û saziyên civakî her roj bi çalakiyên cur bi cur bertekên xwe yên li hemberî krîza aboriyê tînin ziman. Lê hikûmet jî li cihê ku çareseriya krîzê, kesên ku bandor û sedema krîzê tînin ziman hedef nişan dide, heta wan binçav dike û digire. Hikûmet ji bo bertekên li hemberî xwe kêm bike li gorî xwe tedbîran digire. Lê ev tedbîrên ku hikûmetê di nav hefteyê de aşkera kir jî nikare ji krîza aboriyê re bibe çareserî, berovajî vê kriza aborî herdiçe kûrtir bibe.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de dema li dijî qedexeyên derketina derve ya Sûrê, li pêş Mînareya Çar Ling Amedê hat qetilkirin. Elçî di 6’emîn salvegera qetilkirina xwe de li cihê ku hatibû qetilkirin hat bibîranîn.Bi dehan parêzer bi cubeyên xwe ji ber edliyê heta Mînareya Çar Lingan meşiyan û Elçî bi bîr anîn.