spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Panoramaya Heftane (3 NÎSAN 2022)

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), tevî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û rojbûna wî ya 73’emîn li avahiya MED TUHAD-FED’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran bang li tevahiya gel kir ku ji bo wateya jiyana nû û ji nû ve jidayikbûnê di navbera 1 û 10’ê Nîsanê de li her devera lê ne şitilan biçînin û got: “Di heman demê de ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane çareser bin, ji bo tecrîd demildest bi dawî bibe em hemû gelê xwe roja 4’ê Nîsanê ji bo Meşa Amarayê vedixwînin Xelfetiyê.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku pêşniyarên Ocalan hem ji bo kurdan û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bûne hêvî û wiha got: “Ji ber vê rastiyê ye ku hem gelê kurd û hem jî gelên din tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan qebûl nakin û ji bo azadiya wî çalakiyan dikin. Em 4’ê Nîsanê weke ‘Roja vejînê’ dinirxînin. Divê 4’ê Nîsanê jî bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê bê pêşwazîkirin. Hêviya me ew e ku tevahiya gelê me di 4’ê Nîsanê de berê xwe bide Amarayê.”  Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û da zanîn ku 8’ê Adar, Newroz û 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojên girîng in.

Tevî hemû astengî û pêkanînên dewletê jî bi sed hezaran kes tev li Newroza Amedê ku bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” hate pîrozkirin bûn. Di pîrozbahiyên îsal de polîsan ji ber cil û bergên kurdî gelek kes negirtibûn hundir û bi vê hêcetê gelek kes hatibûn binçavkirin. Mînaka vê rewşê ya herî berbiçav jî li navçeya Bismilê ya Amedê qewimî. Cewiyên 5 salî A.B. û E.B. ji ber cilên xwe bi dayika xwe Zeynep Bîçer re roja pîrozbahiyê hatibûn binçavkirin. Polîsan şopa tiliyên cêwiyên ku biribûn Miduriyeta Polîsan a Bismilê girtibûn û tevî dayika wan berdabûn. Li aliyê din derket holê ku polîsan di Newroza Amedê de ji ber cilên wî, zarokekî 2 salî jî negirtine qada Newrozê. Bavê zarok ê parêzer Muslum Dalar bûyer ji rojnameya Yenî Yaşamê re parve kir û wiha got: “Polîsan gotin ku divê tu cilên wî ji ber bikî û wisa biçî. Bi tu awayî destûr nedan ku bi cilan em biçin. Min jî ji wan re got tazî be jî ez ê derbas bibim. Dûre min zarok qaneh kir. Cilên wî ji ber kirin, montê xwe kir ber wî û bi wî awayî me karî bikevin qada Newrozê.”

Bi hêceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna koma 11’emîn a Doza Kobanê di 28’ê Adarê de dest pê kir. Hefteya borî serokê berê yê dadgehê Bahtiyar Çolak ku havîna borî ji serokatiya dadgehê hatibû girtin, ji ber têkiliyên xwe yên bi rêxistina mafyayê ya bi navê “Atadedeler” re hatibû binçavkirin.

Yek ji parêzerên Doza Kobanê Alî Bozan, di roja yekemîn a danişîna koma 11’emîn a Doza Kobanê de  binçavkirina Bahtiyar Çolak bi bîr xist û wiha got: “Di çapemeniyê de cih girt ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ji civîna ‘atadedeler’ re bûne referans. Bêyî ku em naveroka îdianameyê bizanin, MHP’ê ji bo girtina HDP’ê bang li Dadgeha Bilind kir. Tê îdiakirin ku civîna di sala 2020’an ku Bahtiyar Çolak beşdar bûye de jî Bahçelî bûye referans. Heke ev îdia rast bin divê dadgeh demildest darizandinê bi dawî bike û biryara beraetê bide.” Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî diyar kir ku li dijî wehşeta çeteyên DAIŞ’ê kesekî nedikariya xwe bêdeng bike û wiha got: “Sûcdariyên li me tên kirin siyasî ne û li ser fermanê tên kirin. Îdianameya hatiye amadekirin derhiqûqî ye.” Piştî danişînê jî Turk daxuyaniyek da û ji ber têkiliyên serokê berê yê dadgehê xwest ku doza Kobanê ji nû ve bê nirxandin û siyasetmedarên bersûcên dozê bên berdan.

Li Tirkiyeyê di çarçoveya polîtîkayên bêcezatiyê de gelek esker û polîsên ku zarok, ciwan û pîr li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kuştin, nehatin cezakirin. Yek ji van jî polîs Îdrîs Aksoy e. Derbarê Aksoy ê bi maşîneya zirxî li zarokê 5 salî Efe Tektekîn xistibû û bûbû sedama mirina wî de rexmî xwestina ceza ya dozger jî biryara beraetê hat dayîn.  Di danişînê de dozgerî mutalaaya bêyî ku biguherîne careke din pêşkêşî dadgehê kir û ji bo polisê bersûc Aksoy ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê xwest.  Heyeta dadgehê, îdia kir ku di encama darizandina ku hatiye kirin de qest û qisûreke polisê bersûc Aksoy nîne û derbarê wî de biryara beraetê da. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî leşkerê bi navê Bestamî Dûman ê ku çawişê pispor e di 11’ê Çileyê de wesayîta zirxî li Hazna Sû ya 52 salî dabû û ew kuştibû. Danişîna doza têkildarî mirina Haznayê derbarê leşker de hatibû vekirin, di 29’ê Adarê de hat lidarxistin. Parêzer Memet Alpaslan ji dadgehê xwest ku bersûc were girtinê. Dozger mutalaya xwe da û xwest daxwaza girtina bersûc were redkirin. Heyeta dadgehê jî daxwaza girtina bersûc red kir û danişîn taloqî 26’ê Gulanê kir.

Operasyona ku Tirkiyeyê di 23’yê Nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin, nêzîkî saleke berdewam dike. Operasyonên ku bênavber didomin, bi hevkariya hêzên taybet ên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tên berdewamkirin. Tê ragihandin ku piştî wextekê pêşmergeyên Roj û komên girêdayî OSO’yê jî beşdarî operasyonê hatine kirin. Lê dîsa jî encamek bi dest nexistine û neçar mane ku xwe ji gelek deverên lê bicih kiribûne vekişînin. Operasyonên ku ji bejahiyê û hewayê ve bênavber berdewam dikin her ku tên têkbirin, hevdîtinên dîplomatîk ên di navbera Enqere û Hewlêrê de jî zêdetir dibin. Herî dawî piştî hevdîtina Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ya li Herêma Federe ya Kurdistanê, vê carê jî Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin çêkir. Bi zêdebûna van hevdîtinên Enqere û Hewlêrê re, hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê jî bi mebesta piştgiriyeke xurtir a bi Tirkiyeyê re sewqî herêmên cuda hatin kirin. Di daxuyaniyên ji aliyên hêzên kurd ve tên dayin jî tê diyarkirin ku helwesta PDK’ê û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re zirarê dide yekîtiya neteweyî ya kurd. Bertekên li dijî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi Tirkiyeyê re zêde dibin.