30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Di meha remezanê de bihayên xurekan

Wek tê zanîn em ketin meha remezanê. Em hêvî dikin ku meha remezanê bibe wesîleya xêrên mezin ên baweriya Îslamê. Ji destpêka dîroka remezanê heta niha civaka ku rojî dê bigire amadekariyê ji bo meha remezanê dikin û qasî hêza xwe alîkarî didin xizanên derdorê xwe. Lê di demên dawî de li bakurê Kurdistanê de ew çanda di meha remezanê de parvekirin ji ber qeyrana aboriya heyî her diçe kêm dibe. Li gor lêkolînan di nav pergala tirk de di meha adarê de sînorê birçîbûnê 4 hezar û 928 TL ye. Bi vê rêjeyê kesên mûçeyê kêmtirîn distînin di bin sînorê birçîbûnê de ne. Sînorê xizaniyê jî 16 hezar û 52 TL ye. Li gor heman lêkolînê tenê di meha adarê de enflasyona xurekan 8 noqte 24 e. Dema em li 12 mehên dawî binêrên enflasyon ji sedî 76 noqte 39 zêdetir bûye.Di nav van bihabûnan de gel bi taybet di meha remezana 2022’yan de nikare xwarinên sereke yên meha remezanê jî bikire.
Di mijara bihabûnan de ji firoşkarên xurekan heta yê sebze û fêkiyan û heta xerîdaran hemû kes ji van bihayan bi gazinc in. Belê temaşevanên hêja pergala dewleta tirk ya ku tirkiyeyê ber bi qeyraneke mezin ve dibe di meha remezanê de tu bereket nehêştiye û dihêle ku welatiyên wan birçî bimînin. Em hêvîdar in ku meha Remezanê aştî, aramî û wekheviyê bi xwe re bîne.