5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tunisê nerazîbûna xwe ji sefîrê Tirkiyeyê re ragihand

Piştî serokkomarê Tirkiye Tayip Erdogan der barê hikûmeta Tunisê de daxuyanî da, rayedarên hikûmeta Tunisê nerazibûnên tund nîşan da. Rayedarên Tunisê gazî balyozê Tirkiye yê Tunisê kir û nerazîbûna xwe anî ziman.

Piştî biryara fesixkirina parlamentoyê, hikûmeta tirk li dijî biryarên serokê Tunisê Qeys Seyîd bertekên xwe anîbû ziman.

Wezîrê Karên Derve yê Tunisê Osman El Cerendî li Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê geriya û li ser hesabê xwe yê dijîtal jî nerazîbûna xwe bi peyamekê anî ziman û wiha got: ”Em destwerdana di karên xwe yên hundirîn de şermezar dikin. Divê têkiliya herdu welatan li ser bingeha rêzgirtina biryarên wan ên serbixwe bên meşandin û em wan gotinên Erdogan ên der barê biryara serokê xwe de qebûl nakin.”

Erdogan li ser biryara serokê Tunisê wiha gotibû: ”Biryara serokê Tunisê darbeyeke ji bo vîna gelê Tunisê.”

Piştî biryara fesixkirinê serokê Tunisê Qeys Seyid der barê biryara xwe de wiha got: ”Min ev biryar ji bo parastina gel û sazî û dezgehên welat girtiye.” Seyid di berdewamiya axaftina xwe de got: “Min ew yek li gorî destûra welat kiriye. Serokkomar serokê dewletê ye. Sembola yekitiya wê ye. Ewlekariya serxwebûn û berdewamiya wê dike û rêzê ji destûra welat  re digire.”