22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer Temûr: Rojnameger bi şîroveyên bêelaqe hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polîsan di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kiribûn. Piştî 8 rojan rojnameger derketin dadgeriyê û bi biryarek dijhiqûqî û kêfî 16 rojnamegerên kurd hatin girtin.

Di der barê girtina rojnamegeran de parêzer Resûl Temûr axivî û got:“ rojnameger bi xebatên ku kirine hatine lêpirsînkirin û bi ‘şîroveyên bêelaqe’ hatin girtin.”

Du lêpirsînên cuda

Parêzer Temûr, diyar kir ku Midura JINNEWS’ê Safiye Alagaş û 21 kesên din di çarçoveya du lêpirsînên cuda de hatine binçavkirin û di pêvajoya binçavkirinê de derbarê sedema binçavkirinê de tu agahî bi wan re nehatiye parvekirin. Temûr, bi lêv kir ku îtîrazên wan ên vê derbarê de jî bê encam mane û ji ber vê yekê ji parêzerên ku pêvajoya binçavkirinê şopandina re derfeta serlêdana bibandor nehatiye naskirin. Temûr, detnîşan kir ku dema sewqkirina rojnamegeran a edliyeyê bêusûlî berdewam kiriye û wiha got: “Dozgerê lêpirsînê, dema îfadegirtinê got ku heta îfadeyê wan biqede wê rojnamegeran di wesayîtên binçavkirinê de bihêle. Lê li ser îtîrazkirina parêzeran rojnameger ji wesayîtan hatin peyakirin û ew girtin hundirê edliyeyê.”

Temûr, diyar kir ku dema îfadegirtinê dozger asteng kiriye ku rojnameger û parêzer xwe baş bînin ziman û bi giranî der barê nûçeyên çêkirine, bernameyên kişandine, naverok û zimanê bernameyan, çawaniya diyarkirina naveroka bernameyan de pirs ji rojnamegeran pirsîne û wiha axivî: “Ev pirs dema ku rojnamegerek karê xwe yê rojnamegeriyê dike wan hemû esas digire. Lewre ne mijarên ku ji mudaxaleyê re vekirîne. Dema ku mudaxale bê kirin êdî ev dibe nûçe û rojnamegeriya siparîşkirî. Yek ji armanca bingehîn a lêpirsînê ev rêbaza cezakirinê ye.”

 Di pêvajoya dadgeriyê de rengê pirsan guherî

Di berdewama axaftina xwe de Temûr, da zanîn ku piştî îfadeyên xwe ji dosyaya lêpirsîna muwekîlên xwe haydar bûne û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya dadgeriyê de rengê pirsan guherî. Dadgeriyê, daxuyaniyên ku beriya niha şahidan dabû û tu eleqeya xwe bi dosya lêpirsînê re tunebûn ji rojnamegeran pirsî. Rojnamegeran bi awayekî hevpar got ku daxuyanî ne der barê wan de ne û di çarçoveya dosyaya wan de nehatine girtin. Lê rexmî vê jî me di hincetên girtina wan de ev daxuyanî dîtin.”

Temûr, bal kişand ser hinceta girtina rojnamegeran û ev tişt anî ziman:“Hinceta bingehîn a girtinê hevoka “Di bin navê qenala Tv û radyo, saziya çapamenî û weşanê de xebatan kirine…” Weke ku her car dike daraz serî li hîle û derewan didin. Bi daxuyaniyên şahidan ên tu eleqeya xwe bi dosyayê re tunebûn xebatên rojnamegeriyê berevajî kirin. Tabloyeke “em ne ji ber xebatên rojnamegeriyê ji ber endamtiya rêxistinên didarizînin” xêz kirin. Ji bo ku binê vê hevokê tije bikin hin daxuyaniyên ku heta niha hatine dayîn bi dosyayê ve girêdan. Qenalên ku di daxuyaniyan de navê wan derbas dibe li Tirkiyeyê weşanê nakin. Lewre bi şîroveyên tu eleqeya wan bi lêpirsînê re tuneye rojnamegerên kurd girtin.”

Di dawiya axaftina xwe de Temûr, bi lêv kir ku di her serdemê de çapameniya kurd bi zextên desthilatê re rû bi rû dimîne û armanca girtina wan astengkirina mafê kurdan ê agahî girtinê ye.