26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran ji bo Ocalan serlêdana “hevdîtin lezgîn” kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi daxwaza ku bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re ‘hedîtina lezgîn” bikin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Parêzeran, di serlêdana xwe de destnîşan kirin ku 8 meh in agahî ji muwekîlên xwe Ocalan û her sê girtiyên din nagirin û derbarê jiyan, tenduristiyê, şertên girtinê, rewşa hiqûqî û tevdîrên mîna pandemiyê de ne xwedî tu agahiyê ne. Parêzeran, ji dadgeriye daxwaz kir ku “dawî li agahî negirtinê” bîne û hevdîtina bi muwekîlên wan re pêk bînin.

Agahî ji girtiyên li Îmraliyê nayên girtin

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji 15’ê Sibata 1999’an de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Ji sala 1999’an heta 2019’an hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî re bi hincetên “muxalefeta hewayê” , “xerabebûna keştiyê” , “xerabebûna dolmîşê” hat astengkirin. Ji bo serlêdanên ku piştî sala 2019’an hatine kirin jî ne erênî ne jî neyînî bersiv nahetiye û nayê dayîn.

Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê axivî û telefon di nêvî de qut kirin

Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.