26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên jin serdana Emîne Şenyaşar kirin

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du lawên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de, ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, ji 9’ê Adarê ve li ber Edliya Rihayê dewam dike. Serdanên çalakiya nobeta Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyşar didomin. Bi dehan parêzerên jin ên girêdayî Navend Mafên Jinan ên Baroyên Amed, Êlih, Çewlik, Mûş û Rihayê, serdana malbata Şenyaşar a 196 roj in nobetê ye kirin. Malbatê, parêzerên jin bi dowîza “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir.

Emîne Şenyaşar, serpêhatiya 3 salên dawî bi parêzeran re parve kir. Şenyaşar wiha got: “Bila ev zilm bi dawî bibe û kurê min berdin.”

Ferît Şenyaşar jî bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Li nexweşxaneyê komkujî kirin. Em tenê edaletê dixwazin. Encex edalet dikare me ji vê derê rabike. Divê qada parastinê li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne. Em dixwazin demildest ev zilm bi dawî bibe.”

Alîkara Serokê Baroya Çewligê Nûran Aydin, diyar kir ku Emîne Şenyaşar, jinek e, dayikek e û di heman demê de hevjîneke û bi tena serê xwe têkoşîna edaletê dide. Aydin, destnîşan kir ku malbatê ligel hemû astengiyan jî çalakiya xwe dewam kir û wiha axivî: “Emîne Şenyaşar di vê pêvajoyê de bi tundiyeke zêde re rû bi rû ma. Em soz dikin ku emê bi her awayeî piştgiriya hiqûqî ya ji bo malbatê bikin.”

Parêzerên jin piştî axaftinê, heya demekê bi malbata Şenyaşar re nobet girtin. Dayika Emîne Şenyaşar, di vê navberê de bertek nîşanî polîsên ku xwestin dîmenan bigirin da û got: “Herin wan kesên ku komkujî kirine, bikêşin.”