27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzvana mafê jinan: Olympe de Gouges

Olympe de Gouges  nivîskara lîstika şanoyê ye, femînîst û parêzvanek xurt a mafên jinan e. Di 7’ê Gulana 1748’an de Marîe Gouze ya ku piştî mirina hevjînê xwe, ji xwe re dibêje Olympe de Gouges ji dayik bû.

Olympe di dema Şoreşa Fransayê de pir çalak bû lê piştî Şoreşa Fransayê ku tu maf nedan jinan ew pir hêrs bû. Di wê demê de her tim hêrsa xwe li dijî siyasetmedarên mêr ên navdar anî ziman û ji ber vê yekê bi giyotînê hat kuştin.

Gouges di kêliya ku dê were kuştin jî li ber giyotînê parastina mafên jinan a tevlibûna siyasetê dike û wiha dibêje: “Eger jin bi karibin bi rêya giyotine bên qetilkirin divê rêya polîtîkayê jî ji wan re bê vekirin.”

 Tê zanîn ku piştî şoreşa Fransayê Danezana Mafên Mirovan tê parvekirin lê Olympe vê danezanê rexne dike. Di têkoşîna wekheviyê de azadî ji bo wê wekî pirsgirêkek bingehîn bû. Olympe ne tenê wekheviya jin û mêran, ji bo mafên zarokan û li hemberî koledariyê jî têdikoşiya.

Ji bo hêsankirina hevberdana jin û mêran, ji bo mafên zarokên ku ji derveyî zewacê ji dayik bûne û her wiha parastina mafê jiyanê li dijî cezayê darvekirinê gelek nivîs nivîsandibûn.