26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyona dersînor bi şer û pevçûnan didome

Dewleta tirk di 23’ê nîsanê de li herêmên Zap, Avaşî n û Metînayê operasyona dersînor da destpêkirin û operasyon dewam dike. Hat ragihandin ku di navbera artêşa tirk û gerîlayên HPG û YJA Starê de pevçûn dewam dikin.

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê  têkildarî pevçûnên dawîn daxuyanî da û diyar kir ku di pevçûnên dawîn de li herêma Zapê 6 û li qada Mamreşo ya Avaşînê jî 5 bi giştî 11 leşkerên tirk hatine kuştin. ANF’ê dîmenên çekên leşkerên tirk ku ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatine bi desxistin weşand. Li aliyê din artêşa tirk li Metîna û Avaşînê bi balafirên şer êrîş pêk anî û di van êrîşan de windahiyên gerîlayan çênebûne.

Li aliyê din bertekên li hemberî êrîşên artêşa tirk zêde dibin. Gel, hunermend û siyasetmedarên başûrê Kurdistanê bi awayekî aşkera nerazîbûnên xwe tînin ziman. Welatiyên navçeya Kelar a Germiyanê dan zanîn armanca dewleta tirk a êrişên li ser xaka başûrê Kurdistanê ewe ku xaka Başûr dagir bike û vegerîne ser nexşeya Tirkiyeyê. Welatiyan bêdengiya desthilata Herêma Federal a Kurdistanê jî rexne kirin û gotin ku serokê hikûmetê bi daxuyaniyên xwe dagirkeriyê rewa nîşan dide û xizmeta dagirkeran dike. Welatiyê bi navê Serbest Celal got ku Tirkiye bi xeyalên dewleta Osmanî tevdigere û dixwaze herêmê dagir bike. Aram Mela Nûrî jî da zanîn ku lazim e kurd mil bidin hev û destur nedin êrîşan.

Li Şengalê jî li dijî operasyona dersînor meşeke girseyî hat lidarxistin û operasyon hat şermezarkirin.