27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin û meclisê terk nake

Dadgeha Bilind cezayê der barê Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû de erê kiribû. Biryara vê cezakirinê li Desteya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê hat xwendin. Bi vî awayî parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin. Di kêliya biryar dihat xwendin de Gergerlîoglû jî li Desteya Giştî ya Meclisê bû.

Beriya ku biryar li meclisê were xwendin Gergerlîoglû gotibû dê meclisê terk neke û piştî ku biryar hat xwendin Gergerlîoglu da zanîn ku biryar siyasî ye. Gergerlîoglû destnîşan kir ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û di vê bêhiqûqiyê de serokatiya meclisê wek amûr hatiye bi kar anîn û wiha got: “Ez vê biryarê nas nakim. Ez ê peywira ku gel daye min heta dawiyê bi cih bînim. Ez ê nehêlim rûmeta gel were binpêkirin. Li Lijneya Giştî ya Meclisê berxwedana xwe didomînim. Heta Dadgeha Makeqanûnê biryareke hiqûqî bide dê dewam bike.”

HDP: Biryar siyasî ye

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku demek berê parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari hatiye betalkirin û got ku destnedayîn û xistina parlementeran de sîcîla parlementoyê xerab e. Beştaş wiha axivî: “Ji ber nûçeyek parve kir der barê wî de doz hat vekirin. Darazê ev biryar neda, desthilatê ev biryar da. Ev biryar ne hiqûqî ye sîyasî ye. Bi vê biryarê tenê vîna 90 hezar kocaeliyan nayê xespkirin. Bi twetekê banga aştiyê tê kirin parlementerî nayê xistin. Serê me jî tê de biçe em ê çareseriyê biparêzin. Dest ji hiqûqê bernedin, bê hiqûqî dê we hemûya bifetisîne. Vê biryarê nexwînin li benda biryara AYM’ê bimînin.”

Li meclisê dirûşm

Parlamenterê berê yê AKP’ê yê Bedlîsê Abdûrahhîm Aksoy beriya betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglû li Lîjneya Giştî ya Meclisê dûrişma “Bijî Tirkiyeya Demokratîk” berz kir. Piştî berzkirina dûrişmeyê Aksoy ji aliyê polisan ve ji lijneya giştî hat derxistin.