spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Kurdistanê wê ji bo îstifaya 7 parlamenteran li hev bicive

Parlamentoya Herêma Kurdistanê, ji bo îstifakirina 7 parlamenterên herêmê li hev dicive. Serokat Parlamentoyê ji bo civîna parlamentoyê bang kir.

Krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê berdewam dike. Tevî ku di ser dema hilbijartinê re salek der bas bûye jî hê ne diyar e ku wê kîngê hilbijartinên parlamentoyê bên kirin. Ev yek jî li herêmê bûye sedema aloziyeke siyasî. Ji ber vê parlamenterên ku vê yekê li xwe qayîl naynin îstifa dikin. Di 1’ê adarê de wê 7 parlamenter îstifa bikin.

Ji bo dengdana îstifakirina parlamenteran Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq, bi daxuyaniyekê bang li hemû parlamenteran kir ku di civîna 1’ê adarê ya parlamentoyê de amade bin. Fayeq , di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wê di civînê de çend mijar werin guftugokirin.

Parlamenterên ku îstifa bikin navê wan wiha ne: Elî Heme Salih, Şêrko Hemedet, Kazim Faruq, Ebubekir Ebdula, Îsmaîl Elî, Serçinar Ehmed û Heliz Ehmed.