17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlementera afgan hat kuştin

Parlamentera afgan Mursel Nebîzade li mala xwe hat kuştin 

Piştî ku di sala 2021’an de Talîban dest danî ser hikûmeta Afganistanê hemû kar û xebatên ku beriyan wan dihatin kirin qedexe kir û bi rêbazên xwe yên şerîatê qanûnên xwe diyar kirin. Talîban bi biryarên ku girt û pêkanînên xwe bi taybet pêşî li jinan digire.

Li ser kiryarên Talîbanê gelek kes ji welatên xwe berê xwe dan welatên Ewropayê yên ku li Afganistanê man jî ji aliyê Talîbanê ve hedef tên girtin. Parlamentera afgan Mursel Nebîzade (32) ku beriya Talîban bibe îktîdar, xebatên xwe didomandin li mala xwe ya li Kabulê rastî êrîşa çekdarî hat. Di êrîşê de Nebîzade û paresvanekî xwe hatin kuştin û birayê û parezvanekî wê yê din jî birîndar bûn

Mariam Solaimankhil ku yek ji parlementera berê ye û bi Nebîzade re xebitî ye axivî û ev tişt anî ziman: “Ew pêşengeka rasteqîn bû. Keseka bihêz bû ku ji bo tiştên jê bawer dengê xwe bilind dikir.”

Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Neumann jî têkildarî mijarê wiha got: “Xemgîn im, bihêrs im û dixwazim hemû dinya bi vê bizane. Dibe ku ew di tariyê de hatibe kuştin lê Talîban pergala cihêkariya zayendî bi eşkereyî û li pêş çavan ava kir.”