7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çep a Kesk bi mexdûrmên erdhejê re dest bi starta hilbijartinê kir

Partiya Çep a Kesk li Hatayê  dest bi starta xwe ya hilbijartinê kir. Civîna starta hilbijartinê, li navçeya Defneyê di bin konekî de hate lidarxistin.

Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Herêmên Demokratîk û nûnerên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan tev li civînê bûn.

‘Em ê ji nû ve ava bikin’

Civîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş axivî û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Ateş, got ku ew starta hilbijartinê didin û ev tişt anî ziman: “Em soz didin ku dê bajarê xwe û xwe jî jinûve ava bikin. Em di bin siya herêmên erdhejê de dikevin hilbijartinê. Ev bajar, ji ber biryarên xelet, qadên li ber rantê hatine vekirin û efûyên îmarê yên îktîdar ketin vî halî. Lewma yên ku rê li ber vê komkujiya mezin vekirî, îktîdar bi xwe ye. Me jî di stratejiya hilbijartinê de ev mijar tevek vegotin. Em dibînin ku dawiya rejîma AKP-MHP’ê tê. Mafên jiyan û vehewînê hatiye binpêkirin. Emê bên û bi hev re biguherînin. Em ê vê pergala xerab hilweşînin.”

‘Em ê bi piştevaniyê we bên’

Ateş, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê mafên xwe yên hatine xespkirin dîsa li xwe vegerînin. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi ciwanan, bi jinan re tên. Em ê bi piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bên. Rêya me dirêje û serdemeke zehmet e. Lê em ê bi hev re têbikoşin û biser bikevin.”

Piştî xwendina metna stratejiya hilbijartinê, civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.