7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan

Partiya Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê bi hezaran dengdêran bibe ser sindoqan

Partiya Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê bi hezaran dengdêran bibe ser sindoqan. Endamê Komîsyona Karên Hilbijartinê ya Navendî ya Îzmîrê ya Partiya Çepên Kesk Mûstafa Yildiz wiha bang kir: “Ji bo şandina vê desthilatê, xebatên xwe bi hev re xurt bikin.”

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re hindik man. Partiya Çepên Kesk ku Komîsyona Dengdêrên Livdar ava kir, ji bo bi hezaran hilbijêran bibin herêmên wan dest bi xebatan kir. Di vê çarçoveyê de li bajêr û navçeyên wê Komîsyonên Hilbijêrên Livdar hatin avakirin û dê heya 10’ê Gulanê lîsteyên herêman bên çêkirin. Hilbijêrên ku ber bi herêmên wan ve bên veguhestin, piştî dengdayînê dê ji aliyê komîsyonê ve ber bi cihên wan ve bên veguhastin.

Hilbijêrên ku ji bo biçin cihê ku qeyda wan a dendayînê lê ye, dikarin serî li komîsyonên ku di bin banê Partiya Çepên Kesk de hatine avakirin bidin.

Di çarçoveya xebatan de li Egeyê komîsyon hatin avakirin. Heya niha ji herêma Egeyê bi sedan serî serî li Partiya Çepên Kesk daye. Hat hînkirin ku yên erî zêde serî li komîsyonên partiyê dane xwendekar û karkerên înşeatê ne.

Bangewazî

Endamê Komîsyona Karên Hilbijartinê ya Navendî ya Îzmîrê ya Partiya Çepên Kesk Mûstafa Yildiz bang li dengdêrên livdar kir û wiha got: “Me agahiyên ragihandinê yên rêxistina bajêr û rêxistinên navçeyan belav kirine. Lîste tên amadekirin. Welatiyên ku serî li me bidin, em ê wan bibin cihê ku dê dengê xwe lê bidin. Ger bixwazin vegerin, em ê wan cardin bînin. Mesrefên wan hemû aîdê me ye. Welatiyên me dikarin heya 10’ê Gulanê serî li me bidin. Em ê bi piştgiriya gelê xwe ji heq vê hilbijartinê derkevin. Ji bo şandina vê desthilatê, xebatên xwe bi hev re xurt bikin.”