6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk li Botanê civînên gel pêk tîne

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, anîn ziman ku di civînên gel ên Botanê de, nêrîna hevpar ew e ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin.

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çaçroveya jinûvesazkirinê de civînên xwe yên gel didomînin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal û Zekî Îrmez civînên gel ên li Botanê ji nûçegihanê ajansa Mezopotamya Mehmet Guleş re nirxandin.

Avakirina pêvajoya nû

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez bal kişand ser girîngiya civînên gel û got: “Armancên me hene ku em ê tevê gelê xwe rêxistinkirina xwe û bîrdoziya xwe çawa bi awayekî herî baş ava bikin û xurt bikin. Lewma em li Botanê navçe bi navçe, tax bi tax û gund bi gund civînên gel li dar dixin û me pêngaveke nû daye destpêkirin. Armanca me em pêvajoyeke nû ava bikin.”

Bingeha pirsgirêkan tecrîda Imraliyê ye

Îrmez ragihand ku di civînan de mijara herî bebriçav tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Gelê me dibêje, ‘heya tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin dê li Tirkiyeyê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.’ Rexneyeke din a balkê jî qelsbûyîna pêwendiya di navbera partiyê û gel de ye. Me gel baş daxilî nava pêvajoyên biryardayînê nekir. Me dikaribû bi rêya meclisên taxan zêdetir pêwendiyê bi gel re deyne.”

Îrmez destnîşan kir ku ji xeynî hilbijartinan mijareke din a sereke jî rêxstinbûyîn e û got: “Ev sedsal, sedsala kurdan e. Gel jî di vî warî de bihêvî ye. Em ê tevî gelê xwe têkoşîna xwe xurt bikin.”

Ûysal: Divê rêxistinbûyîn bê xurtkirin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal jî diyar kir ku di çarçoveya jinûve sazkirin û rêxistinkirinê de bi gel re dicivin û got: “Kêmasî, rexne û pêşniyazên di civînan de beriya hilbijartinê jî hebûn, lê di hilbijartinê de derketin holê. A girîng, em rêxistinbûyînê xurt bikin. Bi salan e neavakirina meclisên taxan û komîsyonan, bû sedema van kêmasiyan.”

Ûysal destnîşan kir ku ji bo kêmasî çareser bibin divê meclisên tax û gundan jinûve bên avakirin û got ku neavakirina meclis û komîsyonan bûye sedema şikestinekê.

Ûysal bilêv kir ku civînên tên lidarxistin di warê têkoşînê de ji bo wan pir girîng in û got ku ew ê bi encamên civînan re nexşerêya heyama nû diyar bikin.

Têkoşîn

Ûysal bilêv kir ku di civînan de qelsiya têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye rexnekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hat destnîşankirin ku divê çalakiyên ji bo azadiya birêz Ocalan bên dewlemendkirin. Her wiha rewşa girtiyên nexweş hat nîqaşkirin. Em ji ber ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li dijî ciwan û jinan kêm mane, hatin rexnekirin. Ji bo pêşxistina van polîtîkayan divê em tax bi tax, kuçe bi kuçe û mal bi mal rêxistinkirina xwe xurt bikin. Di hemû nîqaşan de tişta derkt holê esasgirtina siyaseta Rêya Sêyem bû. Hat destnîşankirin ku divê paradîgma esas bê girtin û têkoşîn li gor wê be.”