26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK daxwaza KNK’ê ya civînê bê bersîv dihêle

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad, li bajarê Hewlêrê daxuyanî da çapemeniyê û encamên serdanên xwe yên ji bo partî, aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, ragihand. Murad da zanîn ku di encama serdanên wan de derketiye holê ku zemînek pêkanîna yekîtiya netewî heye û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne, bi berxwedanek neteweyî, piştgiriya dost û azadîxwazan, em dikarin hewldanên êriş û dagirkeriyê bişkînin.”

Zeyneb Murad balkêşa ser helwesta PDK’ê ya li hemberî yekîtiya netewî û wiha axivî: “Heya niha ji bo em civînekê bi hevre pêk bînin PDK’ê bersiva me nedaye. Me hîn jî  nûnerên wan nedîtine û helwesta wan ne erênî û ne jî neyînî ye. Divê bi xwe bêjin ji bo çi bersiva me nadin. Deriyê me ji bo hemû partî û rêxistinan vekiriye.”

Zeyneb Murad bang li partiyên siyasî kir û wiha bi dawî kir: “Divê hemû partiyên Kurdistanê li hemberî êriş û dagirkeriyê xwedî helwest bin. Em bang li hemû xelê Kurdistanê dikîn. Bi taybet jin, ciwan û azadîxwazan dikîn. Ji bo ku partiyên siyasî ji şerê navxweyî dûr bikevin û rê li dagirkeriya Tirkiyeyê bigrin, zextan li aliyên siyasî bikin.”

Navenda Nûçeyan 