26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK tevgerên xwe yên xeternak didomîne

Êrîş û operayonên  dewleta Tirkiyeyê ku di 23’ê Nîsanê de li Herêma Federal a Kurdistanê da destpêkirin bi awayekî dijwar û bê navber didome.

Weke ku tê zanîn ev demeke dirêj e ku PDK û hin hêzên girêdayî PDK’ê li başûrê Kurdistanê bi dewleta tirk re tevdigerin û bi awayekî koordîneyê beşdarî operasyonên dewleta tirk dibin û piştgiriyê didin artêşa dewleta Tirkiyeyê.

Hat diyar kirin ku hêzên taybet ên PDK’ê, li herêma Zagrosê ya bi ser Herêma Kurdistana Federe ve amadekariyên operasyonê dikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, hêzên Gulan û Zerewanî yên girêdayî Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wê li herêmên Sîda, Saca û Çemçoya girêdayî herêma Rençbirax a Zagrosê operasyonekê li dar bixin.

PDK’ê di 5’ê hezîranê de hêzên xwe yên taybet sewqî Metînayê kiribûn û rastî êrîşekê hatibûn. Di encama vê êrîşê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û 4 pêşmerge jî birîndar bûbûn.