6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê 47 roj in Silêman Ehmed desteser kiriye

Asayişa PDK’ê 47 roj berê edîtorê beşa Erebî yê ROJNEWS’ê Silêman Ehmed PDK’ê revand û 47 roj in winda ye.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî başûr bibe. Hêzên PDK’ê ew revandin û 47 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman xwar û îtiraf kir ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal di beşa Erebî ya Rojnews de edîtor e. Nûnerên Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red kir û şermezar kir û xwest aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were aşkerakirin û berdan.

Li gel ku bertek û helwestên li dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Başûr ve der barê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Her wiha parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin,  me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.′′