4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê Hewlêr bi alên tirk xemilandin

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan îro serdana Iraqê dike. Pişt re jî tê payîn derbasî Hewlêre bibe. PDK’ê beriya ku Edogan biçe Hewlerê kolanên Hewlêrê bi alên Tirkiyeyê xemiland.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP’ê Recep Tayyîb Erdogan îro serdana Iraqê dike. Tê payîn ku Erdogan piştre derbasî Hewlerê bibe. Balkêş e PDK’ê beriya hatina Erdogan kolanên Hewlerê tev bi alên tirk xemilandin. PDK’ê ji bo pêşwazîkirina Erdogan, rêyên sereke yên Hewlêrê bi alên tirk daliqandiye. PDK’ê li piraniya rêyên sereke yên Hewlêrê, pir, xaniyên bilind, kolanan alên dewleta Tirkiyeyê daliqandiye. Hêjayî gotinê ye rojane dewleta tirk li Kurdistanê bi balafiran bombe dike û heta niha gelek kes di êrîşê hewayî de qetil kirine. Di nav gund û bajaran de xelkê sivîl dike hedef û qetil dike.  Bi hezaran leşkerên xwe li ser Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye. Lê li şûna ku PDK nerazîbûn nîşanî êrişan bide, ketiye nava kelecana pêşwazîkirina Erdogan.