2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêjgîrên mala apê min

Jinapa min a mezin, a ku ji hemû jintiyên xwe mezintir, jineke xwedî serpêhatî bû. Hemû êl û êlatî, jin û mêr bi yek gotinên wê radibûn û rûdiniştin, Şer û xerabî wê dida seknandin, her dem bajar bi bajar digeriya, xwarinek di mala xwe de çênedikir (ji ber gerê û ji ber xanimtiya xwe). Çend jinên êlê xwarinên wan çêdikirin, her roj nêzî neh deh jin û şivanan ew pez û dewar didotin, şîr dikirin pênêr, rûn, çîçal û mast, ê mayî jî difrotin hin bajarên din.

Hevjînê wê bi bejna xwe ji wê hûriktir bû, apê min merivekî pir jar û bêmede bû, xwarina wî wek xwarina çivîka bû. Di wî konê reş ê mezin de ewqas xwarinên xweş çêdibûn, wî tenê parîk diavête devê xwe, yê mayîn jinapa min dadiqurtand, Mesela wan a xwarinê weke pirtûkek bê nivîsandin heye.

Apê min sal donzdeh meh di malê de rûdinişt, jina wî jî li ser pişta hespê bajar bi bajar, gund bi gund, di nava êl û eşîran de digriya, ew jinek hêja bû li ber çavê min, min çiqas dixwest dema mezin bûm, bibim jinek wek wê lê nebûm.

îca dema wisa digeriya her derekê pêjgîr dianî bi xwe re, hezar cure pêjgîrên wan hebûn, wexta ku xwe pê zuha dikirin, dûre dişuştin û di cîhê herî baş de radixistin, merivek jî didane ber ji bo ku kesek nedize.

Ya me jî dema me av li xwe dikir, me bi wan cilên xwe yên qirêj ve xwe zuha dikir, dûre jî dişuştin. Lê bala min û çavên min her tim li ser wan pêjgîrên xweşik bûn. Min xwe bi xwe re digot, rojekê ez ê hinek wan pêjgîran bidizim, lê çawa?

Rojekê dîsa ewqas pêjgîr şuştine û dane ber tavê, gedekî feqîr jî dane ber, ew gedekê feqîr sibê heta êvara esira dereng li ber wan disekine, Gede li ber tavê gêj dibe, dikeve xewê, danê êvarê dewar û çêlek ji çêre tên, hemû jî dikevin nav ew cîhê ku pêjgîrên lê raxistîne. Her dewarek li ser stûyê wan pêjgîrek û ketin nava êlê.

Vir de û wê de hemû xelkên êlê li ser kuloçkên wan dewaran gelek pêjgîr hildan, yên ku nikarîbûn hildin jî di binê lingên wan dewaran de tevî rêxa wan bûn.

Min bi hilke hilkê rahişt çend hebên di binê lingên dewaran de hilda û veşartin. Ewana çend caran dan şuştinê bi sabûnên bibêhn. Min jî sibetirê ew pêjgirên ku bi dizî veşartibûn, bir di newalekê de bi saetan şuşt lê bêhna rêxê ji ser wan neçû, paşê min ji jinapa xwe re got, min evana di nava hezeka gamêşan de dît, wê çû di qutiya xwe de çend heb sabûnên bêhnxweş derxist, da min û got: “Here wana ji xwe re bişo, ew ê tene.”

Ez heta vî emrê xwe wisa kêfxweş ne bûbûm. Min ew pêjgîr bi saetan di nava ava kelandî de keland, heta çend rojan bêhna rêxê ji ser wan neçû. Niha ez her meh çend heb pêjgîran distînim ji xwe re.