4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi sewta zîz çar stranê zêrîn stirî

Di nava dengbêjan de gelek dengbêj hene ku bi sewta xwe, qet nayên ji bîrkirin. Gelek dengbêj jî hene sewt û awaza xwe bi Dengê Radyoya Erîwanê li cîhanê belav kiriye. Yek ji van dengbêjan jî Fatma Îsa ye.

Dema Radyoya Erîvanê tê gotin yekser dengbêjî tê hişê mirovan û bi taybetî ew dengên ku qet nayên jibîrkirin. Yek ji wan dengbêjên ku bi tîpên zêrîn navê xwe li nav dengbêjan xêz kir û her xwe bi me dide guhdarîkirin dengbêja nemir Fatma Îsa ye. Me jî xwest bi minasebeta salvegeram wefata dengbêj Fatma Îsa  wê bi bîr nînin û hinekî jiyan û serpêhatiya wê bi we xwînerên hêja re parve bikin.

Dengbêj Fatma Îsa di sala 1934’an de ligundê Erezegin ê Ezerbeycanê ji dayik dibe. Hêj 3 salî ye tê mişextkirin. Tên li gundê Hamzalî yê Ermenistanê bi cih dibin û jiyana xwe li vê derê didomîn in. Ji ber şert û mercên têdeyî dibistanê naxwîne. Fatma Îsa di temenê zaroktiyê de dayik û bavê wê jiyana xwe di dest didin û pîra wê, wê xwedî dike.

Ji dengbêjiyê hez dike

Dema ku temenê wê dibe 14 salî, wekî hemû zarokên kurd bi zora malbata xwe tê zewicandin. Lê belê hêj ji zarokatiya xwe ve dengekî wê yê xweş ku mirovan mest dike heye. Li derdora wê dengbêj hene û ew jî ji kilamên dengbêjiyê hez dike. Jixwe ew hezkirina wê ya dengbêjiyê wê dikişîne nav dengbêjiyê. Lê wê demê, stranbêjiya jinên kurd ên sunî ji aliyê malbat û derdora wan ve nedihat pejirandin. Stranbêjî wekî gunehekî dihat dîtin. Ew jî ji ber vê yekê kilam û stranê xwe di dîwanên jinan de li cem jinan distiriya.

Di sala 1972’yan de Radyoya Erîvanê ji bo ku hin dengên nû yên jinên kurd ên sunî bibîne lêkolînê dike. Wê demê Fatma Îsa bi palpiştiya bûrayê xwe bi xebatkarên radyoyê re diaxive.  Fatma Îsa wê demê wiha dibêje; “Ew jina ku wê demê di Radyoya Erîvanê de stran digotin mîna Sûsika Simo, Zadina Şekir hwd. kurdên êzidî bûn. Lê ji bo ku dengê jinên kurd ên sunî jî bênaskirin lêkolînek pêş xistin. Ji ber vê yekê hatin gundê me jî. Wê demê temenê min jî pêşve çûbû. Birayê min ji xebatkarên radyoyê pêşniyar kiribû ku bila min jî guhdar bikin. Wan qebûl kir û min jî guhdar kirin. Min çend stranên klasîk got. Wan ez guhdar kirim û pir kêfxweş bûn. Rojên paşî wan ez birim redaksiyona radyoyê.”

Li radyoyê, dengê Fatma Îsa li berpirsyarê radyoyê Xelîl Muradov re pir xweş tê. Fatma Îsa di redaksiyonê de kilamên “De Miho”, “Dînamin”, “Şerê Reye Beşer”, “Gedê Mîrzo”, “Derwêşê Evdî” û hwd. distirê û dengê wê tê qeydkirin. Bi taybetî kilama “De Miho” di dilê kurdan de cihekî girîng digire.

Kilama “De Miho” çavkaniya xwe ji evîna keça mîrekî Kurdan Têllî û lawikekî xizan ê bi navê Miho digire. Di kilamê de keçik hezkirina xwe ya ji bo Miho tîne ziman. Fatma Îsa yek carê di radyoyê de dibêje û careke din nabêje. Lê ev car tenê wê dike ku ji aliyê hemû kurdan ve bê nasîn û hezkirin.

Piştî ku Sovyet belav bû Ermenîstanê ji wê derê 50 hezar kes mişext kirin û Fatma Îsa jî yek ji wan bû. Fatma Îsa ku tevî malbata xwe bi mişxtî hatibû herêma Krasnodarê di nav gel de xwedî ciheke bihurmet bû. Dengbêj Fatma Îsa di 15’ê çileya 2010’an de li Ermeistanê jiyana xwe ji dest da.