spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fermana îdarî

Bi çend xalan li dijî qeyrana aborî hin fermanên ji bo malê

Ji ber buhabûna zêde û krîza ku gihaye heta asta herî xirab û mirov di navê de dikin bifetisin min ji bo mala xwe hin ferman amade kirin.

Fermanên nû ev in:

1- Lijneyeke rewşa awarte ya bi serokatiya min were avakirin da ku bişopîne û zimanê tirkî, farisî û erebî li malê tê qedexekirin.

2- Ev bêje û gotin ji ferhenga malê derdikevin û wekî gotinên qedexe tên îlankirin: Goşt, masî, fêkî, şêranî û hingiv

3- Vexwarina çayê rojê zêdeyî 2 caran qedexe ye û divê bêşekir were vexwarin.

4- Gotina min sare û nexweşim qedexeye ji ber ku ew bi xwe re kirîna dermanan û xerçkirina gaza xwezayî tînin.

5- Sedem çi be bila bibe rojbûn be an jî cejn be, hatina zarokeke nû be yan jî dawet be diyarî û xelat qedexe ye û bi tu awayî nayên kirîn.

6- Çûna serdana nexweşan an jî xizim û hevalan ji derveyî sînorê çûna bi lingan û bi destekî vala qedexe ye.

7- Vexwarina çixareyên pêçayî bi carekê qedexe ye, kesên nikaribin terk bikin dikarin rojê tenê 4 çixareyên tûtina Licê bikişînin.

Ferdên malê yên ku li gorî van fermanan tevnegerin dê dosyaya wan were veguhestin bo dadgeha bilind a malbatê ya bi serokatiya min û ji hemû mafên xwe yên wekî xwarin, vexwarin û lêçûyînê werin bêparkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê