27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêkhateyên Şengalê azadiya Rêberê PKK’ê Ocalan xwestin

Pêkhateyên li Şengalê daxuyaniyek hevpar dan û beşdarî pêngava "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re çareseriya siyasî" bûn. Nûnerên pêkhateyan anîn ziman ku azadiya Ocalan û azadiya Şengalê nêzîk e

Pêkhateyên Şengalê ku bi taybet ji civaka êzidî û ereb pêk tê, li gel tevgera jin, ciwan, PADÊ û hemû sazî û dezgehan bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan û pêngava azadiya Rêber Ocalan silavkirin. Pêkhate bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tev li pêngava navnetewî bûn.

Hemû sazî û dezgehên Şengalê, pêkhateya ereb û civaka êzidî, li gel PADÊ, TAJÊ û Tevgerên ciwanan bi pêşengiya Rêveberiya Xweser û Demokratîk ya Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan. Pêkhateyan diyar kirin ku tev li pêngava navnetewî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, dibin. Pêkhateyên Şengalê pêngava navnetewî ya bi dirûşma, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ silav kirin û anîn ziman ku ew jî bi dirûşma, ‘Ji Rêber re Azadî, ji Şengalê re xweserî’ bi awayeke çalak tevlî pêngava azadiyê dibin.

Daxuyanî li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş ya çiyayê Şengalê, bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo û Hevserokê Meclisa gel a Erebên Şengalê Ebû Sedir ve hate dayîn.

Pêngava navnetewî silav kirin

Pêkhateyên Şengalê pêngava navnetewî silav kirin û ev peyam dan: “Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên Ewropayê û welatên cîhanê, bi pêşengiya nivîskar, hunermend, kesayetên navdar, siyasetmedar û sazîyên azadîxwaz de ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd pêngaveke nû ya azadiyê hate destpêkirin. Ev pêngav ji aliyê hemû aliyên azadîxwaz ve bi dilgermî hate pêşwazîkirin û pêl bi pêl li hemû cîhanê belav dibe. Beriya her tiştî em jî vê pêngava dîrokî bi coş û dilgermî silav dikin.

‘Rêber Ocalan, Rêberê gelan e’

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Ocalan Rêberê gelan e û wiha pêde çû: “Wekî tê zanîn, Rêber Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi Komployeke Navnetewî ji Sûriyê hate derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmî dewleta Tirk a dagirker hate kirin. Rêber Ocalan dema teslîmî dewleta Tirk hate kirin, ew li Girava Îmraliyê di girtîgeheke yek kesî de hate hepskirin û ev 25 sal in di nav tecrîdeke giran de ji bo azadiya hemû gel û baweriyan li ber xwe dide. Komploya li dijî Rêber Ocalan û hepskirina wî ne tenê li ser şexsê wî bû. Di şexsê Rêber Ocalan de hêzên desthilatdar xwestin îrade û fikrê azad a hemû gelên bindest, jin û ciwanên azadîxwaz, çand û baweriyên qedîm heps bikin û di bin tecrîd û êşkenceyeke giran de hebûna wan tine bikin. Rêber Ocalan xwe wekî ‘Şervanê Heqîqetê’ binav kir û dîrok ji me re gelek caran îsbat kiriye ku ti tişt ji heqîqet û edaletê xurtir nîne. Rêber Ocalan jî bi hêza xwe ya heqîqetê, têkoşîna xwe ya azadiyê heya roja me ya îro gîhand ku ew îro êdî wekî ‘Rêberê Gelan’ tê qebûlkirin.”

‘Hêza parastinê ji bo gelan afirand’

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi şerê heqîqetê yê li Îmraliyê jî hate kirin û got: “Ev berxwedana heqîqet û azadiyê di nav 25 salan de sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbas kir. Girava Îmraliyê ku ji bo Rêber Ocalan wekî ‘Girava Mirinê’, hatibû amadekirin, di encama şerê heqîqetê ya 25 salan de, veguherî  ‘Girava Azadiyê’. Rêber Ocalan di nav van 25 salan de rêya azadî û demokrasiyê zelal kir, îrade û îddiaya jiyana azad xurt kir, şerê heqiqetê ya li hemberî neheqiyê biserxist. Hêza xwe parastin û xwerêvebirinê ji bo gelan afirand û wekî nîdama xweseriyê binav kir, li dijî siyaseta qirker, şerê qewm, ol û mezheban fikrê pêkvejiyana gelan pêşxist. Di nav şerên qewmî, olî û mezhebî de, Rêber Ocalan çanda pêkvejiyana gel û baweriyan ava kir.”

‘Civaka êzidî çanda kok a Kurdistanê dît’

Li ser têkoşîna Rêber Ocalan ya ji bo parastina çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn jî wiha hate gotin: “Kedeke mezin da, ji bo hebûna wan were parastin, herdem rêya xwerêxistinkirin û xweparastinê nîşanî wan da. Rêber Ocalan civaka Êzidî wekî çanda kok a Kurdistanê û yek ji çandên herî qedim a Rojhilata Navîn nirxand. Hem beriya fermanê hem jî piştî fermanê ji bo parastina Êzidiyan bangawazî kirin, ji bo rê li ber fermanên nû were girtin hişyarî kirin. Rêber Ocalan ruxmê ku di Girtîgeha Îmraliyê de, di bin zext û gefên giran de bi tena sere xwe bû jî, her dem çav û guhê wî li civaka Êzidî bû, dile wî bi dilê civaka Êzidî re lêdiket. Rêber Ocalan didît ku fermaneke nû bi ser Êzidiyan de tê. Ji ber vê, hê ji beriya fermanê ji bo parastina Civaka Êzidî û Ezdatiyê, ji bo parastina Êzîdxanê bang li tevgera azadiyê û civaka Êzidî kir.”

‘Êzidî bi Rêveberiya Xweser bersiva fermanê da’

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi bersiva Êzidiyan ya ji fermanê re dan jî hate kirin û wiha hate berdewamkirin: “Ew fermana giran ku Rêber Ocalan hişyariya wê dikir, di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de wekî tofanekî bi ser civaka Êzidî de hat, ev jî li pêş çavê hemû dinyayê çêbû. Bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê bi talimata Malbata Barzanî ji Şengalê reviyan, artêşa Iraqê jî xwe li ber DAIŞ’ê negirt. Di fermanê de herkes pişta xwe dabû Şengalê û jê direviyan, lê şagirtên Rêber Ocalan berê xwe dabûn Şengalê û ber bi çiyayê pîroz ve dimeşiyan. Civaka Êzidî di nav talan, kuştin, xiyanet û bêbextiya ku lê hatî kirin de xwe gihand wê qeneetê ku eger pişta xwe bi hêza xwe ya cewherî germ neke, hêzên xwe yên parastinê ava neke û xwe birêvenebe, nikare hebûna xwe biparêze. Wekî ku beriyan gotiye ‘Çavê li deriya xwelî li seriya’. Li ser vê esasê, civaka Êzidî bi avakirina nîdama Rêveberiya Xweser bersiva fermanê da.”

‘Divê Iraq mafê êzidiyan nas bike’

Di daxuyaniya pêkhateyên Şengalê ya ji aliyê Cîhan Celo ve hate dayîn de wiha hate ragihandin: “Dewleta Iraqê ne dewletekî navendî lê dewleteke federal e. Destûra bingehîn a Iraqê wê mafê dide ku civaka Êzidî û civakên din ên Iraqê, li gor rastiya xwe herêmên xweser ava bikin û ji aliyê hikumeta navendî ve jî werin destekkirin. Derfetên yasayî û siyasî hene ku Iraq van pirsgirêkan çareser bike, ji ber xwedî destûreke demokratîk e. Ger hikumeta Iraqê û saziyên dewletê îradeya Şengalê esas bigirin gengaze ku derbarê rewşa îdarî ya Şengalê de gavên çareseriyê werin avêtin. Lê dewleta Tirk a dagirker û PDK bi siyaseta xwe Iraqê rê li ber çareseriyê digirin û dixwazin Iraqê jî li dijî Şengalê sor bikin. Divê hikumeta Iraqê nekeve xefika dewleta Tirk û PDK’ê, îradeya Şengalê nas bike û helwesta çareserkirina pirsgirêkên îdarî yên Şengalê nîşan bide.”

‘Divê Iraq dest ji peymana 9’ê Cotmehê berde’

Di heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yek ji sedema krîza Iraqê Peymana 9’ê Cotmehê ye û ev bang hate kirin: “Wekî civaka Êzidî me xwe li ser fikrê Rêber Ocalan perwerde kir, me xwe nas kir, me xwe birêxistin kir û em bûn hêzek. Me jiyana azad nas kir û em ji bo jiyana azad li ber xwe didin. Ji ber vê rastiyê em dibêjin azadiya Rêber Ocalan azadiya Şengalê ye. PDK û dewleta Tirk, hêzên herêmî û navteweyî bi Peymana 9’ê Cotmehê re xwestin civaka Êzidî ji fikrê Rêber Abdulah Ocalan dûr bixin. Ji ber vê ye ku Peymana 9’ê Cotmehê di esas de peymanek li dijî fikir, felsefe û sîstema Rêber Abdullah Ocalan e. Peymanek li dijî hebûna civaka Êzidî û Ezdatiyê ye. Her wiha Peymana 9’ê Cotmehê ne tenê li ser Şengalê, li ser Iraqê giştî jî xeteriyeke mezin e. Eger îro li Iraqê krîza siyasî, civakî û aborî ev çend kûr bûye, yek ji sedeman jî Peymana 9’ê Cotmehê ye. Ji ber vê pêwîste hikumeta Iraqê jî êdî dest ji vê peymana bêbext berde.”

Biryara tevlêbûna pênavê dan

Her wiha di daxuyanyê de hate diyarkirin ku weke hemû pêkhateyên Şengalê, ew tevlî pêngava navnetewî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibin û wiha hate gotin: “Li ser vê esasê, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û her wiha ji bo Şengala xweser û azad, wekî civaka Êzidî û gelê Ereb, em jî dest bi pêngaveke nû dikin. Em dibêjin êdî wext hatiye ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe. Em di wê baweriyê de ne ku tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû gelên bindest, çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn e. Li hemû cîhanê kesê ku herî zêde wate dide çand û baweriyên qedîm û ji bo wan şerê heqîqetê dimeşîne Rêber Abdullah Ocalan e. Em berê xwe bidin cîhanê û Rojhilata Navîn, hêzên desthilatdar cardin dixwazin siyaseta şer kûr bikin, di navbera gelan de, di navbera ol û baweriyên cûda de şer û pevçûnê pêş bixin. Ev siyaseta şer ji bo hemû gelên herêmê, bi taybet jî ji bo civaka Êzidî tê wateya qirkirin û fermanên nû. Yê ku dikare rê li ber siyaseta şer bigire, rêya azadiyê ji gelan re veke Rêber Abdullah Ocalan e. Azadiya Rêber Ocalan wê li Kurdistanê, Êzîdxanê û Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Hêzên desthilatdar ji ber vê ya tecrîdê kûr dikin, naxwazin dengê Rêber Ocalan bigihe gelan. Ji ber vê rastiyê, azadiya Rêber Ocalan beriya her tiştî azadiya gelên bindest, çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata navîn e.”

‘Azadiya Rêber Ocalan jî, Şengala xweser jî nêzîke’

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku azadiya Rêber Ocalan jî, Şengala xweser jî nêzîke û wiha daxuyanî hate bidawîkirin: “Em bawer dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan jî, Şengala xweser û azad jî ji her demê nêzîktir bûye. Lê siyaseta şer û qirkirinê jî li ser serê me û gelên bindest berdewam dike. Ji ber vê, em dibêjin ku tenê rêyek li ber me heye ew jî berxwedan û têkoşîn e. Li ser vî esasî em jî wekî îradeya hemû pêkhateyên Şengalê; Reveberîya Xweser û sazîyên wê, Meclîsa Gel, TAJÊ, Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, Oldar, Desteya Eşayîrî, Asayîşa Êzîdxanê, Meclîsa Ereban û PADÊ bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ dibin.”