5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêkreçûna gorê

Heyf mixabin bi vê binxwekirina dawî, derket holê ku başûrê Kurdistanê bûye mêtingeha Tirkiyeyê û malbata wir bi rê ve dibe jî valiyê vê mêtingehê ye.

Hêzên bi hev re hevalbendiya demeke serdestiyê kirine, bi têkçûna yekî ji wan re têkçûna yên din jî misoger dibe. Mînaka vê ya herî balkêş têkçûna Mûsolînî li Îtalya di serdema Hîtler de ye. Bi têkçûna Hîtlerê faşîzma Almanyayê Mûsolînî jî gava ji welêt direviya 27‘ê Nîsana 1945‘an beriya xwekuştina Hîtler bi du rojan ji aliyê hêzên azadîxwaz ve hat girtin û li Mîlanoyê ji lingê xwe ve hat dardekirin û ev yek bû têkçûna faşîzmê.

Gava mirov li pêşwazîkirina faşîstê mezin ê Tirkiyeyê ji aliyê kurdên bêşerm ve dinêre, rasterast ev yek tê bîra mirov.  Li Tirkiyê desthilatiya AKP û Erdogan ji xwe têk diçe. Li Başûr jî desthilatiya malbata serdest bi ber pêla têkçûnê ketiye. Piştî şerê li hember DAIŞ‘ê, serkevtinên hatibûn bidestxistin, di pêvajoya referandûmê de hatin jidestdan û ji nîvî zêdetir erdên kurdan dîsa dan dest desthilatdarên Iraqî. Desthilatiyeke li ser berjewendiya hin kesan hatiye avakirin, di van salên dawî de têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirkiyeyê re ji asta dîplomasiyê daxistin asta mêtingehbûnê. Konsolosxaneya tirkan a wek buroya MÎT‘ê kar dike li aliyekî, hema bêje ji nîvî zêdetir erdê başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa tirk ve bi alîkariya pêşmergeyên Başûr ve hat dagirkirin. Her roj li Başûrê Kurdistanê bi balefirên şer û firokeyên bê mirov kurd tên kuştin. Hebûna hikûmeta herêma Başûr ji xwe bi nêzbûna hilbijartinên Iraqê re di erê-nayê de ye. Ger malbata niha serdest ji xwe re riyeke dekûdolabî nebîne, dibe ku careke din nikaribe bibe serdest û ji kursiyê xwe yê serdariyê bibe. Bi tirsa vê yekê, têkiliyên xwe yên bi dewleta tirk re zêdetir, kûrtir û qirêjtir dikin, li şûna bi hêzên Kurdistanî re, gavên sazkirina yekîtiya netewî biavêjin, di hatina Erdogan a Iraqê û Başûrûrê Kurdistanê de ji xwe re li riyeke rizgariya ji têkçûnê digerin. Lê Erdogan bi xwe têk diçe. Hêzeke têkçûyî wê çawa têkçûna te bide rawestandin? Ji bo wê kî xwe bi Erdoganî bigire ewê pêk re biçe gorê.

Çawa ku di şerê li Kobanê li hember DAIŞ‘ê de pêşmergeyên Başûr bi daxwaza Amerîka be jî li siwareyên xwe siwar hatin, çekên xwe hilgirtin û derbasî Kobanê bûn, alîkarî dan hêzên berxwedêr û vê yekê dilxweşî û serbilindiyek li nav giştiya kurdan çêkir, di hatina Erdogan a Hewlêrê de daliqandina ewqas alên faşîzma tirk li ser riyan û bircên kela Hewlêrê jî ewqasî dilê kurdan êşand û serê wan xist bin erdê. Mirov li hember neyarê xwe ewqasî xwe binpê nake, ewqasî bêrûmet û şermezar nake. Li her welatî serokê welatekî diçe welatekî din û prosedurek heye, li salona rûniştinê yan li kêleka maseya daxuyaniyê ji bo her welatî alek tê danîn û ewqas! Kes kolanên xwe, dîrekên xwe, birc û baniyên xwe bi alên welatê were serdanê naxemilîne. Yekê jî, tirkan bi vê alê xwîna bi milyonan kurdî rijandine, sorbûna wê alê ji xwîna kurdan tê. Tu bi çi dil, bi çi mejî û bi çi ruyî vê alê dikişînî birc û baniyên kela Hewlêrê? Qet pozê te neşewitî, qet tu rûreş nebûyî, qet dilê te ji te nexeliya!

Tevî hemû rexneyên gelek derdoran li hikûmeta herêma Kurdistanê û malbata bi rê ve dibe dikirin, kurdan dixwestin hêviyeke wan hebe û bibêjin, li Başûrê Kurdistanê bihustek be jî axeke azad ji bo Kurdan heye, Kurd bûne xwedîserwer, kurd bûne xwedîwelat. Lê heyf mixabin bi vê binxwekirina dawî, derket holê ku Başûrê Kurdistanê bûye mêtingeha Tirkiyê û malbata wir bi rê ve dibe jî valiyê vê mêtingehê ye. Ji bo wê di hatina serdana mêtinger de alên mêtingeriyê hatin bilindkirin. Mêtingehbûneke nehatiye îlankirin li Başûrê Kurdistanê heye. Heta niha me digot, bila Başûrê Kurdistanê alîkariyê bide şoreşa Rojava, Bakur, Rojhilat, ji ber derfeta azadiyê bi dest xistiye. Lê heyf mixabin, niha divê em bibêjin, gelê me yê Bakur, Rojava û Rojhilat divê têkoşîna xwe bilindtir bikin, da Başûrê Kurdistanê ji bin destê mêtingeriya tirk rizgar bibe. Ji bo wê jî divê destpêkê vê malbata noker, hevkarê dijmin, evîndarê ala neyar, dilsozê destbixwînan ji ser şiyandariyê dûr bixe. Mafê ti hêzeke Kurdî tine ye, bi çi sedemê dibe bila bibe ala xwînxwar û faşîstan bi birc û baniyên kela Hewlêrê veke. Ev rûreşî ye û kesên ev rûreşî bi kurdan dan jiyandin, divê zû ne dereng ji gel lêborîna xwe bixwazin û herin li mala xwe rûnin.