4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêla keskbûna Erziromê Erdogan aciz kir

Li Erziromê, Partiya Çepên Kesk parlamenterek teqez kir û ji bo parlamenterê duyemîn xebat dike. Ji ber ku bêhna vê serkeftinê çû pozê wî Erdogan li Erziromê bertek nîşanî mitînga Partiya Çepên Kesk a li Xinisê da.

Îro jî li bajarê Erziromê yê Serhedê me. Bajarê Erziromê bajarê dawîn e ku ez li herêma Serhedê lê digerim. Ji Erdexanê derbasî Erziromê dibim. Saet di 11.00’an de ji navçeya Gole ya Erdexanê bi dormîşê bi rê dikevim piştî 3 saetan saet di 14.00’an de li Erziromê me. Goleyê heta Erziromê navçeyên Şenkaya, Oltû û Tortûm ên Erziromê dikevin ser riya mirov û piraniya rê di nav geliyekî gelek kûr re derbas dibe. Diyarên qotên bilind jî hê bi berfê xêlî kirine.

Weke dosyayên xwe yên beriya destpêkê dixwazin der barê Erziromê de hin agahî bi we re parve bikim. Piştî Wanê bajarê duyemîn ê Mezin ê herêma Serhedê ye. Mîna Îdir, Qers û Erdexanê Erzirom jî bajarekî pir netew û olî ye. Li navend û navçeyên bakur ên Erziromê tirk (Dadaş) û navçeyên başûr jî kurd dijîn. Hejmareke kêm jî elewî li bajar hene. Ji ber ku poîtîkayeke tund a pişaftinê li bajar tê meşandin ji bilî navçeyên mîna Xinis, Qereçoban, Tatos û Qereyaziyê li navend û navçeyên din Erziromê kurdî kêm tê axaftin.

Dorpêça AKP-MHP’ê

Bi giştî 3 jê navendî (Ilica, Paldokan û Yakûtiye) bi giştî 20 navçeyên Erziromê hene. Li gorî daneyên dawîn, li Erzirom û navçeyên wê bi giştî 749 hezar û 754 kes dijîn. Dîsa li gorî daneyên ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) parve kiriye, li seranserê bajar 509 hezar 587 hilbijêr hene û wê dengê xwe di 2 hezar û 236 sindoqan de bi kar bînin û 6 parlamenter hilbijêrin. Di hilbijartinên giştî de ji bilî 7’ê Hezîranê partiyên li ser xeta HDP’ê  li bajêr parlamenter dernexistine. Di hilbijartinên herêmî de tenê li navçeyên mîna Xinis, Qereçoban, Tatos û Qereyaziyê şaredarî  bi dest xistine.

Piştî van agahiyan dixwazim der barê atmosfera hilbijartinê ya li bajar bibim. Weke ku tê zanîn li bajar partiya yekemîn AKP ye. Her wiha xeteke nîjadperest ku ji aliyê MHP’ê ve tê birêxistinkirin jî li bajar heye û heta radeyekê ev xet jî deng digire. Tevî hevkariya ku bi hev re dikin jî li bajar dengê AKP-MHP’ê kêm bûne. Lê tevî yekê jî gotin di cih de be di hêla dîtbarî de bajar di bin dorpêça AKP-MHP’ê de ye. Her dera bajar bi alên van her du partiyan û wêneyên namzetên wan dagirtiye.

Heke pîvana serkeftina hilbijartinê hejmara al û wêneyên namzetên partiyan bûya wê teqez AKP-MHP’ê bajar paqij bikira. Lê rastî ji vê yekê dûr e. Tenê dixwazin bi vê rêbazê ser windakirina dengên xwe yên li bajar veşêrin. Partiya Çepên Kesk pişt li van şikandiye û hejmara dengên xwe yên li bajar gelek zêde kiriye. Ji ber ku vê rewşa li bajar dizanin dema ku digihîjim bajar destpêkê berê xwe didim avahiya HDP’ê ya bajêr.

3 parlamenter li bajar in

Avahiya HDP’a Erziromê jî ne kêmî avahiyên HDP’ê yên bajarên din ên Serhedê ye. Dema ku mirov dikeve  hundirê avahiyê bêhna çixarê li rû û çavên mirov dide. Li avahiya HDP’ê atmosfera hilbijartinê ya li bajar pirs dikim û fêr dibim ku parlamenterên HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, Ayşe Acar Başaran û Hişyar Ozsoy li bajar in û xebatên hilbijartinê dimeşînin. Her yek ji wan li gorî taybetmendiyên herêmên li bajar tev li xebatan bûne û ji bo serfketina partiya Çepên Kesk ked didin.

Her wiha li avahiya HDP’ê hîn dibim ku tevî YSK’ê biryar ango destûr daye ku Partiya Çepên Kesk bîlbordên li bajar bi kar bîne jî şîrketa ku vê xebatê dimeşîne her carê bi hincetekê bîlbordan ji xebatên Partiya Çepên Kesk re venaqetîne. Ji ber ku karê rojnameyê jî di destê min de heye, ji avahiya HDP’ê derbasî mala ku lê bimînim dibim. Li bajar namzet û kedkarên Partiya Çepên Kesk heta nîvê şeve xebatên hilbijartinê didomînin. Mala ku ez lê me parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû jî lê mêvan e. Lê ji ber xebatên hilbijartinê yên li navenda bajêr mêvaniya Gergerlîoglû saet ji 00.00’an şûn ve dest pê kir.

Heta saet 02.00’yê şevê jî em li malê li ser hilbijartinan axivîn. Gergerlîoglû beriya ku bê malê bi kesên KHK’î re hevdîtin kiriye û sozê piştgiriya Partiya Çepên Kesk ji wan girtiye. Ji hevdîtinên ku li navenda bajar kiriye bi hêvî ye û dibêje ku bi îhtîmaleke mezin wê du parlamenter derbixin. Roja din bernameya Gergerlîoglû li navçeya Çadê ye. Bernameya namzetê rêza duyemîn ê Partiya Çepên Kesk Abdurrahman Sever jî li navçeya Oltiyê ye.

Mirova nikare li xwe gundan bigire

Min jî biryar da ku bernameya Sever bişopînim. Ji ber vê bi Sever û heyeta pê re diçim navçeya Oltiyê. Piştî taştê dereng em ji navenda Erziromê çûn Oltiyê. Berî ku em bi rê kevin diçim buroyeke hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li bajêr. Li buroyê soba êzingan hê nehatiye rakirin. Kesê ku li buroyê devê wan vedikim dibêjin ku wê vê hilbijartinê 2 parlamenter bişînin meclîsê. Kesekî ku şaşik li serê wî ye jî li buroyê ye û pêşdarazên min ên li dijî xwe dişikîne û dibêje ku wê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.

Li bajar mitînga Erdogan jî heye û ji ber hatina Erdogan li bajar rewşeke awarte heye. Riyên xirabe tên nû kirin û li gelek deverên bajar jî liv û tevgera mirovên ku AKP’ê wan ji bo mitîngê ji derveyî bajêr anine bajêr heye. Her wiha ji bo mitîng bi girseyî derbas bibe AKP’ê li bajar dibistan dane girtin û bi pereyan teklîfa beşdarbûna mitîngê li gelek xwendekaran kiriye.

Li navçeya Oltiyê, Sever û heyeta pê re li gundê Bêrdîkê hatin pêşwazîkirin û ji vir derketin serdana gundan. Heta êvarê serdana 8 gundan kirin. Gundên ku serdan li wan hat kirin gundên elewiyan bûn. Ji ber vîna siyasî ya gundiyan li gundan tu xizmeteke binesaziyê nehatiye kirin. Riyên gundan nehatine asfaltkirin û ji ber ku pergala qenalîsazyonê li wan nehatiye sazkirin ji bêhna avşokan mirov nikare xwe li gundan bigire.

Duayên ji bo serkeftinê

Hemû gundî CHP’î ne û ji ber namzetiya Kemal Kiliçdaroglû ya serokkomariyê heke baskên wan hebin wê ji kêfa bifirin ber perê asîmananan. Lê tevî vê yeke jî soz didin Sever ku wê di hilbijartina parlamentoyê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Li her gundî aciziya ji faşîzma Erdogan û Bahçelî heye. Gundî gilî û gazin dikin ku ji wan re xizmet nayê kirin û xizaniya xwe vedibêjin. Pîrejin destê xwe bilind dikin û ji bo serfketina Kiliçdaroglû û Partiya Çepên Kesk; têkçûna AKP-MHP’ê duayan dikin.

Ji ber ku riyên gundan nehatine çêkirin û gelek xirab in li gundekî tekera wesayîta anonsê ya Partiya Çepên Kesk teqiya. Sever û heyeta xwe li benda sazkirina tekera wesayîta anonsê neman û bêyî anons li çend gundan serdan pêk anîn. AKP’a ku bi riyan propagandaya xwe dike, riyên gundên elewiyan çênekiriye û bi wesayîtên luks ên mezin li gundên vê herêmê xebatên xwe yên hilbijartinê dimeşîne. Vê ferqa di navbera wesayîtên AKP û Partiya Çepên Kesk de min li ser riya Oltiyê bi wêneyekê qeyd kir.

Di vê atmosferê de Sever û heyeta xwe firavînê ji bîr dikin! Piştî serdana gundan em careke din hatin gundê Bêrdîkê. Li vir Xwedê li me hat rehmê û bi ezana mexrebê re me firavîn xwar. Firavîna me jî li ber nanê somin penir, zeytûn û selam e. Piştî firavîna mexrebê, ez dibêjim temam e, em ê êdî vegerin Lê ez şaş im û cihê vala dilê xwe xweş dikim. Lewre piştî firavînê Sever û heyeta xwe ji bo şînê serdana gundekî din jî kirin û piştre li gundekî mezin ê herêmê li qehwexaneya gund bi gundiyan re civînek li dar xistin. Di civînê de Sever bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û girîngiya serkeftina Partiya Çepên Kesk anî ziman.

Sever: Em dengekî baş digirin

Saet 11.00 şevê em gihîştin navenda Erziromê. Di riya vegera Erziromê de hîn dibim ku zêdebûna deng ango serkeftina Partiya Çepên Kesk a li Erziromê Erdogan aciz kiriye. Ji ber vê yekê jî di mitînga xwe de bertek nîşanî mitînga Partiya Çepên Kesk a Xinisê daye û bi awayekî bêwijdanî sûcdarî li kurdan kiriye. Ji ber ku di nav rojê de keysa me çênebû saet di 00.00’ê şevê de li mala ku ez rojek berê lê mabûm bi Sever re li ser rewşa giştî ya Erziromê hevpeyvîn dikim. Ji ber ku her namzetekê li herêmeke bajar xebatên xwe didomîne bêyî ku xwe bigihînim wan ji neçarî terka bajêr dikim. Di hevpeyvînê de Sever bi berfirehî qala rewşa wan a li bajar kir û bi kurtasî ev tişt gotin:  “Ji ber siyaseta ku li dijî me tê meşandin, em nikarin li her dera Erziromê xebatên xwe bidomînim. Lê tevî vê rewşê jî em xebatên xwe bê navber didomînin û serkeftî ne. Li navçeyên mîna Xinis, Qereçoban, Tatos û Qereyaziyê em partiya yekemîn in. Li navçeyên mîna Xoresan, Çad, Koprîkoy, Oltî û Hesenqeleyê jî em dengekî baş digirin. Her wiha li navenda Erziromê jî rêjeyeke xurt dengên me hene. Me parlamenterek teqez kiriye û em ji bo parlamenterê duyemîn dixebitin. Ev êdî li bajar jî hatiye qebûlkirin. Parlamenterên ku AKP û partiyên din dişînin meclîsê nûnertiya gelên Erziromê nakin. Em ê biçin meclisê û bi pirsgirêkên Erziromê re mijûl bibin.”

Hejmarên muhtemel ên parlamenteran

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bi hêviyeke mezin li bajar hat nîşandan. Lê ji ber ku di rojên destpêkê yên xebatên hilbijartinê de li bajar qezayeke giran a trafîqê derbas kir, nikare tev li xebatan bibe. Lê valahiya wê tê dagirtin û her carê parlamenterek HDP’ê li bajar tev li xebatên hilbijartinê dibe.

Li gorî çavdêriya min li bajar kir û tiştên li ber guhê min ketin, dikarim bibêjim; wê li Erziromê Partiya Çepên Kesk 2, AKP 2, MHP û ÎYÎ Partî jî her yek ji wan parlamenterekî bişîne meclîsê.