spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rastî di taritiyê de namîne’

Zext û tundiya li dijî rojnamegerên kurd di serdema AKP-MHP’ê de gihiştiye lûtkeyê. Di hezîrana 2022’yan de 16 rojnameger li Amedê hatin girtin. Dîsa di 29’ê cotmeha heman salê de 9 rojnameger li Enqereyê hatin girtin. Herî dawî li ser îdayên kesekî 4 jê rojnameger gelek kes li Amedê hatin girtin. Her wiha hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û Sedat Yılmaz çend roj berê hatin girtin.

Li gorî istatistîkên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF)Tirkiye di nav 180 dewletan de ji aliyê rêzgirtina mafê rojnamegeriyê de di rêza 165’emîn de ye û ev rewş li gorî sala borî 16 rêzan paş ketiye. Nûçegihana Ajansa JinNewsê Sema Çaglak der barê zextên li ser çapemeniya azad û îstatîstîkên RSF’ê ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Nûçegihan Sema Çaglak di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mîrateya Çapemeniya Azad û ev tişt anî ziman: “Çapemeniya kurd bi mîrateyekê mezin gihişt heta vê serdemê û her tim ji bo rojnamegerên din bû navê hêvî û wêrekiyê. Li hemberê vê têkoşînê jî bi taybet ji salên 90’an wir ve zext û zordestiya li dijî rojnamegerên kurd zêdetir bûye û heta niha didomin. Di salên 90’an de rojnameger di kolanan de dihatin kuştin, buroyên wan dihatin bombekirin û ji bo ku bê deng bimînin rastî her cure êrîşan dihatin. Lê belê tevî van kiryaran jî nikarin bi ser bikevin û çapemeniya azad ji kevneşopiya xwe ya ‘Rastî di taritiyê de namîne’ dûr bixin.”

Di 11 mehan de  34 hatin girtin

Çaglak got ku binpêkirina mafên rojnamegeran ên li Tirkiyeyê nîşaneya rewşa destilatiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa antîdemokratik, bêhiqûqî û yekperestiya rejîma desthîlatdariyê nîşan dide. Ew rêza paşveçûyîna ji bo mafên rojnamegeriyê ya li Tirkiyê daneyekê gelek xeternak e. Nîşan dide ku li Tirkiyê de bawerî ji desthîlatdariyê nîn e. Gava hewildanên veşartina li ser rastiyê hebe ji wê desthîlatdariyê jî bawerî nîn e. Rojnamegerên ku tên darizandin jî bi taybetî rojnamegerên kurd in û yên mûxalîf in. Rojnamegerên ku ji bo derxistina heqîqetê têdikoşin. Lewra desthîlatdar bi girtin û zordestiyê hewl didin ku ew heqîqetê tune bike. Mixabin em li Tirkiyeyê de nikarin behsa mafên çapemeniya azad bikin. Binêrin tenê di 11 mehan de 34 rojnamegerên kurd hatin girtin. Ev hemû rojnameger jî ji bo ku rejîma yekperest û polîtîkayên desthîlatdariyê teşhîr kirin û heqîqet derxistin hatin girtin.”

Tehemula wan tune

Sema Çaglak ji bo bal bikşîne ser tundiya li ser rojnamegerên jin mînaka Safiye Alagaş da û wiha got: “Safiye Alagaş jinekê rojnamegere ku nêzî 14 sal di qada çapemeniya azad de ked da. Weke mamosteyekê û kedkarekê xebat kir û heta niha li dijî zext û zordestiya li ser çapemeniya azad têdikoşe. Girtina Safiyeyê hedefgirtina wê kedê û nasnameya wê ya jin, kurd û rojnamegeriyê ye. Di îddîanameya wê de jî vê yekê nîşan dide. Li dijî rojnamegeriya jinan bêtehamûliyek ji aliyê desthîlatdariyê ve heye. Lewra herî zêde jî di qada çapemeniyê de jinên rojnameger bi êrîşan ve rû bi rû dimînin. JINNEWS ji bo rojnamegeriya jinan pêngavekê gelek mezin e. Bêtehamûliya desthîlatdariyê ya li ser rojnamegeriya jinan jî herî zêde xwe li ser êrîşên Ajansa Jinnews’ê nîşan dide. Heta niha 41 malperên me hatin asteng kirin û gelek hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Lê ev êrîş bi me paş ve gav nadin avêtin û tu carî bi hêzekê zêdetir dest bi xebatên xwe kirin. Pênûsa her hevalên me yên ku hatine girtin ji me re emanet in. Her wiha sûc hesibandina nûçeyên rojnameya Xwebûnê jî ji aliyekê ve hedefgirtina nûçeyên bi zimanê kurdî ye. Desthîlatdar her çiqas tehamula rojnamegerên jin re tune ye, ji nûçeyên bi zimanê kurdî jî nîn e.”

Yek kes jî bimîne dê bidome

Çaglak der barê hilbijartinên dîrokî yên 14’ê gulanê de û zextên li ser rojnamegeran de wiha axivî: “Desthilatdar starta xebatên xwe yên hibijartinê bi girtina rojnamegeran da. Me li vir de dît ku rola rojnamegeran di vê hilbijartinê de çiqas girîng e. Ev demeke dirêj e ku desthîlatdar hay ji têkçûyîna xwe heye. Lê ev têkçûyîna xwe bi şer, girtin û rêbazên bêhiqûqiyê hewl da li ser bigire. Lewra bi her awayî û bêyî pîvan erîşê her qadê kir. Çapemeniya azad jî ji bo ku polîtîkayên desthîlatdariyê deşîfre kirin hatin hedef girtin. Yên ku nûçeyên kuştina jinan, îstîstmarkirina zarokan, bêhiqûqiyên desthîlatdariyê polîtîkayên şer ên taybet yên li herêmê çêkirin, hatin girtin. Bi nêzbûna hilbijartinê jî desthîlatdar êrîşên xwe zêdetir kir. Desthîlatdar ji bo ku îktîdara xwe bidomîne jî di nav lîstokên qirêj de ye. Ji bo ku ev listokên xwe pêk bînin û desthilatdariya xwe bidomînin êrîşî çapemeniya azad dikin û zextan li ser civakê dikin. Lê ew êrîşên li ser çapemeniyê encam nagirin, çapemeniya azad heta kesekê jî bimîne dê binivise û bê deng nemîne.”