7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Jin dê faşîzmê têk bibin’

 Namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk ên Egeyê ku pêşengtiyê ji xebatan re dikin, destnîşan kir ku di hilbijartinê de wê rejîma yek zilamî biguherînin û mohra xwe li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê bidin.

Ji hilbijartina Serokkomariyê û giştî yên di 14’ê Gulanê de bên kirin re kêm roj man. Partiyên siyasî bi hemû hêza xwe li qadan xebatan dimeşînin. Partiya Çepên Kesk ku armanca wê ew ê bi 100 parlamenteran biçe Meclisê û temsiliyeta wekhev pêk bîne. Namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk ên Egeyê ku pêşengtiyê ji xebatan re dikin, destnîşan kir ku di hilbijartinê de wê rejîma yek zilamî biguherînin û mohra xwe li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê bidin.

‘Jin pêşengtiyê dikin’

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mûglayê Derya Hezer diyar kir ku gelek salan di nav xebatên hilbijartinan de cih girtî ye lê xebatên îsal bi coşeke mezin derbaz dibe. Hezer, anî ziman ku sedemê vê jî xebatên ku zêdetir jin di nav de ne ye û wiha got: “Di hilbijartinên beriya niha jî hevalên me yên di nav xebatan de cih digirin lê di vê hilbijartinê de em dibin şahidê hilbijartineke ku jin pêşengtiyê dikin.”

Hezer, bi lêv kir ku bi awayekî zêde serdanên gel dikin û wiha got: “Her jina ku em pê re diaxivin dixwaze bixebite. Em bertekên gelek erênî digirin. Jin bi taybetî kreşeke ku bikarin zarokên xwe bibine li taxê bê vekirin. Ji ber vê yekê di ferqê de ne ku Partiya Çepên Kesk bi awayekî xurt bişînin Meclisê. Em li her derê ku diçinê partiyê vedibêjin, daxwazên jinan dinivîsin û soza ku em ê bi jinan re têbikoşin û serbikevin didin.”

Hezer, destnîşan kir ku jinên ku dest ji Peymana Stenbolê bernedin hene û wiha berdewam kir: “Ji ber wê yekê ez bang dikim ku hemû jin di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin xelek. Di 14’ê Gulanê de em ê weke jinên endamên Partiya Çepên Kesk mohra xwe li bin dîroka Tirkiyeyê bidin.”

‘Jin dê hêza guhertinê nîşan bidin’

Namzeta parlamenteriyê ya Îzmîrê Aysel Onen Tûran jî bi lêv kir ku di xebatên qadê de dîtine ku avakirina jiyaneke nû pêkan e û wiha got: “Em ji kolanan vegerên erênî digirin. Em difikirin ku ev jî we veguhere encamên erênî. Ji ber yên ku pirsgirêkên pergalê yên herî kûr dijîn jin in. Beşa mûhafazakar jî din av de hemû kes êdî guhertinê dixwaze. Wê di 14’ê Gulanê de bandora jinan a li ser sindoqan gelek baş be. Heta em ê rekorê bi dest bixin. Jin dê hêza guhertinê nîşan bidin.”

Yek ji namzeta parlamenteriyê ya Îzmîrê Hediye Korkû jî diyar kir ku jin ji 7 salî heta 70 salî di nav xebatên hilbijartinê de ne û wiha got: “Barê jinan giran e. Jin hem li dijî pirsgirêkên debarê hem jî li dijî pirsgirêkên di nava malbatê de li ber xwe didin. Jin dibêjin ji ber krîza aboriyê nikarin fatûrayên xwe bidin û zarokên xwe bişînin dibistanê. Ji ber krîza aboriyê dixwazin desthilat were guhertin. Ez bang li jinên ku dixwazin ev pergal were guhertin dikim. Em bi Partiya Çepên Kesk li dijî vê derkevin û biguherînin xwedî li vîna xwe derkevin.”

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Ayşe Gul destnîşan kir ku ji bo di 14’ê Gulanê de pergala yek zilamî têk bibin xebatên xwe didomînin û wiha got: “Hêza ku faşîzmê têk bibe jin e. Di xebatên qadê de jin gelek erênî nêzîkî me dibin, heta dixwazin bi me re tev li xebatan bibin. Her ku diçe xebatên me zêdetir dibin. Em di vê hilbijartinê de herî zêde bawerî bi jinan tînin. Em ê di 14’ê Gulanê de bi jinan re serkevin. Jin ê li Manîsayê li gelemperiya welat jî rejîma yek zilamî û faşîzmê têk bibin.”

Namzeta parlamenteriyê ya Balikesîrê Gul Ertûnan Karaaslan jî anî ziman ku nêzî meheke li hemû herêmên bajêr xebatan dimeşînin û wiha got: “Hemû beşên civakî ji xizanî, dijberî û vederkirin û bêedaletiyê bêzar bûne. Bi taybetî jin gilîkar in, dixwazin ji kujerên jinan hesabê bipirsin. Jinên Egeyî me bi coş pêşwazî dikin, bi hezkirin hembêz dikin. Gotina jineke gundî ya egeyî ya ‘Em ê vê darê ji bîr nekin. Em ê dengê bidin darê. Ev dar dara me ya jiyanê ye, ev dar dara me ya demokrasiyê ye, ev dar dara me ya zeytûnê ye’ bû dirûşmeya me. Coşa em ji jinan digirin moralê me bilindtir dike. Tevî hemû zextan jî partiya me li Balikesîrê şîn bûye, em weke jinên egeyî tên ku pergala yek zilamî bi dawî bikin.”

Namzeta parlamenteriyê ya Aydinê Rojîn Tanhan Dogan jî bi lêv kir ku li bajarê ku xwezaya wê bi jeotermalan ji rant û talanê re hatiye vekirin tehamula jinan a li dijî polîtîkayên desthilatê nema ye û wiha got: “Li her derên ku em xebatên hilbijartinê lê dimeşînin daxwazeke zelal a mirovan heye. Guhertina vê desthilata talanker, dijminê gel û jinan e. Coşa jinan a li qadê hêzê dide me. Jin polîtîkayên partiya me ji xwe re weke hêvî dibînin. Em ji vê hêz û motivasyona em digirin re dibêjin ‘em jin dê biguherînin’. Em ê di 14’ê Gulanê de ji kesên ku pêşeroja me didizin re bersiveke baş bidin. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina jinan. Em ê teqez rejîma yekperest biguherînin. Em weke jin û ciwan em ê serbikevin.”