2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliya hiş û mejî û hest û dil

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Mirov gerdûn bixwe ye; yanî gerdûneke biçûk e. Taybetiya hemû tiştên ku di goşa gerdûnê de dihewin jî  -çi erênî û neyînî dibin- bi mirov re peyda dibin. Tiştê ku başî û xirabiyê bi mirov dide kirin, dîsa aqil e.

Di gerdûnê de heyînê herî peresend û gihiştî mirov e. Dîsa di gerdûnê de pêkhateya herî tekûz û têkel mejiyê mirov e. Li gel liv, tevger û têkiliyên mirov, hiş, hişmendî, binehiş, bîr û jirayî jî ji hêla mejî ve têne birêvebirin. Zerengiye (kapasîteya) mejiyê mirov bi qasî ku stêrkên asîman di xwe de bihewîne bergehdar û berfireh e. Belê dîsa jî mejiyê mirov di çarçoveya sînorê xwe de ditengije û di ravekirina hin razan de asê dimîne. Digel gelek pêşketin û geşedaniyên zihnî, zanista nûjen hê gelek tiştên ku di keriyên mejiyê mirov de veşartîne, nedîtiye. Heke tiştê ku mirov lê digerin ji armancê bêtir amûra lêgerînê be, bê guman ev lêgerîn windayiyên nû jî bi xwe re tîne. Dîsa jî zanîna ku jihevderxistina her tiştî bi mirov dide famkirin mejiyê mirov e.  Her tişt bi mejî dest pê dike û di mejî de bi dawî dibe. Mejî hem rêveberê hiş e û hem jî hemû azayên (hêmanên) bedena mirov bi rê ve dibe.

Mirov bi saya mejiyê xwe rehên kraniyal û mejiyê piştê, ew pergala damarî ya navendî kontrol dike û pergala demarî/rehan a derdorê bi rê ve dibe û hema hema hemû fonksiyonên mirov bi rê ve dibe. Tevgerên jixweber ên wekî lêdana dil, nefes û vexwarinê jî ji hêla mejî ve bi vê pergalê re têne birêvebirin. Bi vegotineke din; mirov hin caran hişê xwe wekî amûr bi kar tine û hin caran jî ew bixwe dibe amûra hişê xwe.  Ma mirov ne ew mirov e ku bi saya hişê xwe tiştekî diafirîne û peyre wekî ku ew afirîna wî tiştî be, li ber çok dide û wî tiştî dihebîne? Mirov bi saya mejiyê xwe hem dibe xwedayê xwe û hem jî dibe bendeyê xwedayê ku wî/wê ew bi destê xwe afirandiye. Yanî mirov bi saya mejiyê xwe hem şaheserên bêhinkûf diafirîne û hem jî ew bixwe dibe êsîrê şaheserên xwe!

Hiş ji mejî der dibe; anku hiş afiranê mejî ye. Li gorî daneyên zanistî û agahiyên biriknasiyê (norolojiyê); mejiyê mirov ji 100 milyar şaneyên demarî (neron) û sinapsên ku di navbera wan de cih digirin, pêk tê. Xweza (Xweda) bi yeksanî û bêdilxwestin ew qas şane diyarî hemû mirovan kiriye: Hejmara şaneyên mejiyê mirovekî/ê ji yên din ne kêmtir û ne jî zêdetir e. Belê bikaranîna van şaneyan li gor vîn û biryara mirovan diguhere. Yanî sermiyanê her kesî bi qasî hev e. Kî çi tiştî bivê dê sermiyanê xwe ji bo wî tiştî xerc bike.

Hişê ku ji mejî der dibe, netar e (bê layan e). Dibe ku hem ji bo tiştên baş û erênî û hem jî ji bo tiştên xirab û neyînî were bikaranîn. Ew jî di destê mirov de ye. Peywira mejî afirandina hiş û birêvebirina hemû azayên bedenê ye. Hiş hem dikare mirov ber bi hest û hizrên baş û hem jî ber bi hest û hizrên xirab ve bike. Bê guman bîr û bawerî, vîn û taqet, firûz û armanc jî bi saya hişê ku di bin rêvbiriya mejî de ye, pêk tên û teşe digirin.

Wekî gelek tiştên şaş û bêbingeh ên ku di binhişa mirov de bi cih bûne; zanîn û baweriyeke derezanistî ya ku bi hezaran sal e didome heye: Tê gotin (an jî wisa tê zanîn ku) “mirov bi mejiyê xwe difikire û bi dilê xwe hez dike.”  Fikirandina bimejî (anku bi saya aqil) rast e, belê hezkirina bidil ne rast e. Lewre ew vegotineke xaze ye (mecaz e). Mirov ne bi dilê xwe hez dike, bi mejiyê xwe hez dike. Hemû hest û hizrên ku pêk tên, pêşî di mêjî de tên sêwirandin. Û hezkirin û nehezkirina tiştekî ne di dilê mirov de, di mejiyê mirov de bi cih dibe.  Peywireke dil a hezkirin û evînê yan jî kerb û kînê nîn e. Çawa ku firşik/mîde (hûrê mirov) xwarinê diserifîne; çawa ku gurçikên mirov tiştên ziyandar diparzinîne; çawa ku pişik/kezeb peywira hilmijê pêk tîne; dil (qelb) jî xwînê li laşê mirov belav dike.

Her tişt bi mejî ve girêdayî ye. Mejî fermandarê hemû hêmanên bedena mirov e; azayên bedena mirov jî fermanberên mejî ne. Heta ku mejî fermanê nede, aza nikarin bilivin. Her çendî ku di navbera wan de têkiliyeke jêneger hebe jî peywireke wan a arizî û xweser jî heye. Hem ew aza bandorê li mejî dikin û hem jî ji mejî bandorê werdigirin. Ku dil nexweş be, mejî jî ne rihet e. Ku mejî ne rihet be, dil jî baş naxebite. Ev rewş ji bo hemû azayên din jî derbasdar e. Ji bo wê ye ku; hêmana bedena mirov a ku berî her tiştî di betnê (malzaroka) dayikê de pêk tê, mejî ye. Her wiha hêmana bedena mirov a ku herî dawî dimire jî mejî ye. Yanî heta ku mejî nemire, mirina mirov bi temamî pêk nayê.  Tendiristî, tekûzbûn û kemilîna bedena mirov jî rasterê girêdayî bijûndariya mejî ye. Gelek nexweşiyên bedenî jî bi nexweşiyên derûnî re derdikevin holê. Ew nexweşiyên derûnî jî dîsa bi nerihetiya mejî ve girêdayî ne. Yanî hemû hest û hizrên erênî û neyinî di mêjî de disêwirin. Heke rastî ne wisa bûya, kesên ku derûniya wan xira dibe, dê li şûna bijîjkên biriknasiyê (norologan), biçûnan ser bijîjkên dilnasiyê (kardiyologan).

Dîsa jî ji her kesî we ye ku hest ji dil, belê fikir ji mejî der dibe. Heçku kan û afirînerê her tiştî mejî ye. Bi kurtayî mirov pêşî bi mejiyê xwe yê ku aqil hilberandiye dibe mirov. Ku mejî nexebite, aqil jî baş naxebite. Ku aqil nexebite binhişîn û hişmendî jî di xetereyê de ne. Belê hişê ku ji mejî der dibe, her gav tiştên baş pêk nayîne; tiştên xirab jî pêk tîne. Mirov hem dikarin bi saya mejiyê xwe dinyayê ava bikin û hem jî dinyayê xira bikin. Çawa ku zanîn her gav wekî tiştekî erênî tê zanîn, aqilmendî jî wekî tiştekî erênî tê zanîn. Belê rastî ne wisa ye; ev zanîn û agahiyên hînbûyî yên bi heqîqetê re nelihev hemû şablonên betal  û qalibên netê ne.

Aqil bi serê xwe her gav ne tiştekî baş e; nêtar e. Çawa ku aqildarên xirab û xirabên aqildar hene, aqildarên baş û başên aqildar jî hene. Mirovên ku şer dixwazin; dinyayê berdidin hev û kevir li ser kevir nahêlin jî zana û aqilmend in û yên ku aştiyê dixwazin; dinyayê li hev tînin û bihuştekê ava dikin jî zana û aqilmend in. Biaqilbûna mirov tiştekî xwezayî ye, belê bikaranîna aqil tiştekî mirovî ye. Aqil, hem ji bo başiyê û hem jî ji bo xirabiyê tê bikaranîn. Tiştê ku bikaranîna aqilê xirabiyê asteng dike exlaq û wijdana mirov e. Mirovê /a ku aqilê xwe li nik wijdana xwe bi kar tîne nikare xirabiyê bike. Lewre qencîbûna mirovan ne ji ber aqilê wan e; ji ber wijdan û exlaqê wan e.

Bê guman wijdan jî dîsa bi saya aqil pêk tê. Aqil bi her kesî re, belê wijdan û exlaq tenê mirovên baş re peyda dibe. Mirov bi hebûna aqilê xwe hemû taybetiyên heyîn û heyberên gerdûnê di xwe de dihewîne. Bi saya aqilê xwe hem dibe kana pirsgirêkan û hem jî dibe berpirsiyarê çareseriya pirsgirêkan. Bi vegotineke kurt; mirov gerdûn bixwe ye; yanî gerdûneke biçûk e. Taybetiya hemû tiştên ku di goşa gerdûnê de dihewin jî  -çi erênî û neyînî dibin- bi mirov re peyda dibin. Tiştê ku başî û xirabiyê bi mirov dide kirin, dîsa aqil e. Mirov dikare bi saya aqilê xwe bibe heyînê herî payeberz/serbilind û faydedar û hem jî dikare bibe heyînê herî dirinde, kêmketî/serberjêr û ziyandar.