6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi dengê xwe bibin pêşengên guherînê

Namzeta ciwan a Partiya Çepên Kesk a Wanê Havîn Kiyeyê, diyar kir ku partiya wan dixwaze jiyaneke veguherîner a hêjayî ciwanan ava bike û bang li ciwanan kir ku bi piştgiriya xwe ya ji bo partiya wan bibin pêşengên guherînê

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re tenê çend roj man û partiyên siyasî êdî xebatên xwe yên dawîn dikin. Di hilbijartinê de wê 4 milyon û 904 hezar û 672 ciwan cara yekemîn biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Ciwan giraniya xwe bidin kîjan partiyê wê ew partî encameke baş bigire û hejmareke zêde parlamenter derbixe. Di vê çarçoveyê de Partiya Çepên Kesk ji hemû partiyan zêdetir cih daye namzetên ciwan û hewl dide li meclîsê bibe dengê ciwanan. Namzeta ciwan a Partiya Çepên Kesk a Wanê Havîn Kiye, ji rojnameya me re axivî û bersiv da pirsên rojnameya me yên der barê ciwanan û pêşniyarên ji bo çareseriyê ku partiya wan ji bo pirsgirêkên ciwanan di danezana xwe de kiriye.

Pirsên me û bersivên Havîn Kiye wiha ne:

Destpêkê em bi temsîliyeta ciwanan dest pê bikin. Partiya we çiqas cih daye ciwanan?

Belê partiya me Partiya Çepên Kesk, li gorî partiyên din ên Tirkiyeyê bêtir qîmet û girîngiyê dide ciwanan û temsîliyeta wan a li parlementoyê. Ji ber vê girîngiyê bi giştî 61 namzetên me emrê wan di biniya 25 salan de ye. Bawer im ev yek jî nişan dide ku Partiya Çepên Kesk çiqas qedr û qîmetê dide ciwanan û temsîliyeta wan.

Weke namzeteke ciwan li gorî çavdêriyên we li Tirkiyeyê çi pirsgirêkên ciwanan hene?

Li Kurdistan û Tirkiyeyê, weke gelek koman, be guman kêşeyên ciwanan jî hene. Belkî di serî de em bikaribin behsa bêkarî û betaliyê û peydanebûna kar bikin. Girêdayî van kêşeyan rewşa aborî ya ciwanan kêşeyeke sereke ye.

Nêzikbûna AKP’ê ya ji bo ciwanan bi çi rengî ye. AKP ciwanan ber bi pêşerojeke çawa ve dibe?

Bê guman tişta giringtirîn ji bo ciwanan xwendineke baş e. Lê îro em dibînin ku pergala perwerdehiyê bê wesf e û ji zanînê dûr e. Her sal pergaleke nû ji bo perwerdehiyê amade dikin. Her pergala nû jî ji berê xirabtir e. Pergaleke ku ji sosyalîzasyon, çand, huner û zanistê dûr e. Dixwazin feraseteke bêhizr û tundrew biafirînin. Loma naveroka bernameyên perwerdehiyê jî li gor vê armancê têne amadekirin. Ji piralîbûnê dûr e, tehemûla civakî jî qels dike. Her wiha bêkariyeke ezamet rû daye di nav ciwanan de û ev jî bêhêvîtiyekê çêdike. Vê yekê jî di nav ciwanan de rêjeya xwekuştinê bilind kiriye û derxistiye asta herî bilind. Herî dawî bikaranîna madeya tiryakê di nav ciwanan de pir berbelav bûye. Li dijî vê yekê desthilat û rayedar tu bergiriyan nagirin û bi vî awayî rê li ber bikaranîna tiryakê vedikin. Ev helwesta desthilatê jî bê guman nîşaneya wê yekê ye ku dixwaze ciwanan bê hiş û bê hizr bike ku rexneyê li tu tîştî neke, ji her tişta ku desthilat pêşkêş bike razî be. Nebûna qadên kolektîf ên ku çalakiyên hunerî, çandî, werzîşî û zanistî lê pêk tên, berê ciwanan dide kafeyên lîstikan. Di encamê de nebûna perwerdehiyeke baş, bêkariya berbelav, koçberiya ber bi derveyî welat, berbelavbûna tiryakê li ser dahatûya civakê talûkeya herî mezin e. Lewre dahatû û pêşeroja civakê ciwan in.

Li dijî vê nêzikatiya AKP’ê ya ciwanan partiya we çawa nêzî ciwanan dibe?

Partiya me partiya ciwanan e. Ciwan bi rêjeyeke bilind di nav kadroyên partiya me de cih digirin. Îro jî  ciwan weke berendamên partiya me hatine nîşandan. Temenê wan di navbera 18 û 25 salan de ye. 41 ji van berendaman jin in. Ev ne rêjeyeke sembolîk e. Dema ku Partiya Çepên Kesk dibêje em ê bibin dengê ciwanan ev tişt di piratîkê de jî xwe dide der. Bi avakirina meclîsên ciwanan dê ciwan di her merhaleya biryargirtinê de cih bigirin. Bi vê yekê re jî jixwe ciwan dê ji bo xwe bixebitin, biryarên xwe bidin. Her wiha ji bo kêmkirina rêjeya bêkariyê dê qadên îstîhdamê werin vekirin. Ji bo xizmeteke baş jî bê guman dê pergala perwerdehiyê were başkirin da ku xizmeteke têkûz were dayîn. Ji bo dûrxistin û dawîlêanîna bikaranîna tiryakê em ê navendên şêwirmendiyê vekin. Vekirina qadên kolektîf jî li kêleka avakirina meclîsên ciwanan dê kartêkirineke mezin li ser bihevrebûna ciwanan bike. Ligel van hemûyan dê kargehên me jî li ser her mijarê werin lidarxistin da ku di navbera ciwanan de têkiliyeke rasterast hebe.

Piraniya karkerên demsalî ji jinên ciwan pêk tên. Hûn di danezana xwe de dibêjin em ê şertên karkerên demsalî baş bikin. Hûn dikarin hinek qala van şertan bikin?

Ev koçberî bi piranî ji bajarên Kurdistanê ber bi bajarên Tirkiyeyê ve pêk tê. Bajarên me xwedî derfetên berfireh in û jin mecbûr nîn in ji bo qezenckirina pere koç bikin. Nebûna razemeniyê û polîtîkaya demdirej a şerê ku li Kurdistanê tê meşandin rê li ber xebata li bajarên Kurdistanê digire. Ji ber vê sedemê em ê di serî de li her bajarî qadên îstîhdamê ava bikin û rê li ber koçberiya karkerên jin bigirin. Em ê ji çavkaniyên heyî yên her bajarî îstîfade bikin û qadên xweser ji bo xebata jinan ava bikin. Bi vî awayî hem em ê rê li ber koçberiya wan bigirin hem jî dê jinên ciwan di şert û mercên baştir de bixebitin. Ya herî giring jî ew e ku dê jinên ciwan ên ku dixwazin bixwînin ji perwerdehiya xwe bêpar nemînin.

Di çarçoveya şerê taybet de jinên ciwanan dibin hedefa êrîşên zayendî. Dîsa hûn dibêjin em ê ji bo parastina rewa xebatan bimeşînin. Hûn ê der barê vê de xebateke çawa bimeşînin?

Bê guman qismê civakê yê ku polîtîkayên şerê qirêj herî zêde bandoreke xirab li wan dike jin in. Weke Partiya Çepên Kesk me tu carî xwe ji parastina Peymana Stenbolê, şopandina dozên der barê tecawiz û kuştina jinan de nedaye paş. Lewre destpêkê em ê vê peymanê bikin meriyetê. Piştî vê yekê em ê li dû hemû dozên hatine betalkirin bikevin û ji bo ku sûcdar, kujer û tecawizkarên jinan bêne darizandin bixebitin. Li kargeh, dibistan û hemû qadên jiyanê ji bo rêgirtina tecawiz û kuştina jinan em ê bergiriyan bigirin û jiyaneke ewledar dabîn bikin. Ev tiştên em dibêjin hemû dê bi awayekî qanûnî werin mîsogerkirin. Her wiha em ê li ser wekheviya zayenda civakî kargeh û perwerdehiyê bidin hemû endamên civakê da ku ev feraseta xweşbîn li hemû civakê binecih bibe.

Li Tirkiyeyê pergala perwerdeyê diguhere û dikeve bin kontrola terîqatan. Di pêvajoyeke bi vî rengî de hûn jî dibêjin em ê dersa Wekheviya Zayendî ya Civakî li dibistanan bidin. Pêkanîna vê ne zehmet e?

Li Tirkiyeyê, cemaet û terîqet li ser perwerdeyeyê gelekî zal in. Dikarin mudaxaleyî naveroka perwerdeya zarokan jî bikin, lewre ew nêzîkî desthilata îro ne. Piştî ku me li meclisê cihê xwe girt û em bûne parlementer, em ê hewl bidin ku naverok û mufredateke zanistî a li gorî pêdivî û şiyanên zarokan û bi zimanê dayîkê amade bikin. Yek ji van armancan jî danîna dersa wekhaviya zayendê ye ku bi riya perwerdeyê em dikarin yeksaniya jin û mêran a di nava civakê de bi riya vê yekê ava bikin.

Hûn dibêjin em ê Meclisên Demokratîk ên Zanîngehan ava bikin. Meclisên Demokratîk ên Zanîngehan çi ne û bi avakirina vê meclisê hûn çi armanc dikin?

Belê em ê li zanîngehan meclîsên demokratik ava bikin. Sedema vê ya herî muhîm jî ew e ku Tirkiye welatekî kozmopolît e. Bereksê desthilatê em hewla wê yekê didin ku hemû pêkhateyên civakî di şert û mercên wekhev û mirovî de bijîn. Bê guman ji ber ku zanîngeh qadên herî muhîm û berfireh ên perwerdehiyê pêk tînin û di heman demê de ji her beşa civakê xwendekaran di nav xwe de dihewînin, hebûna meclîsên demoktarîk ji bo avakirina civak û welatekî dê bibe pêngava herî biqewet û kartêker. Ji bo pêşîlêgirtina nakokî, pevçûn û şerên civakî binecihbûna demokrasiyê têra xwe muhîm e. Avakirina van meclîsan dê di nav xwendekaran de derdoreke aştiyane, xweşbîn û wekhev ava bike. Bi saya avabûna van qadan dê atmosfereke xweşbîn li der dera welat bi pêş bikeve. Azadiya ramanî jî bi vî awayî dê berbelav bibe.

Ji bo pergala perwerdeyê hûn qala perwerdeya bi zimanê zikmakî dikin û bêpere dikin. Hûn dikarin hinek qala van guhertinên ku pêk bînin bikin. Hûn ê vê çawa pêk bînin?

Li Tirkiyeyê, ji xeynî çend îstisnayên salên dawîn sed sal in hemû zarokên netirk bi zimanê tirkî tên asîmîlekirin. Ev zarok ji şeş saliya xwe li dibistanên tirkî dest bi perwerdeya tirkî dikin û zimanê xwe yê zikmakî ji bîr dikin. Di serî de zarokên kurdan û hemû zarokên netirk bi riya perwerdeya mecbûrî tên asîmîlekirin. Em ê li meclîsê di nava wê hewldanê de bin ku li Kurdistanê zimanê kurdî bikin zimanê perwerdeyê da ku zarok bi zimanê xwe perwerde bibin. Bi vî awayî em ê pêşî li vê asîmîlasyona sîstematîk bigirin. Ji aliyê din ve divê perwerde bêpere û belaş be. Ev yek jî bê guman mafê her kesî ye. Divê perwerde bi pere nebe. Bi perwerdeya bêpere em dikarin di navbera xelkê de yeksanî û wekheviyê ava bikin. Ev heqekî rewa û meşrû yê xelkê me ye.

Herî dawî banga we ya li ciwanan çî ye?

Banga min a li ciwanan ew e ku dengê xwe bidin xwe, lewre em weke Partiya Çepên Kesk temsîlkarên wan in. Her tiştên ku me anine ziman me kiriye meriyetê û em ê hîn jî bi pêş bixin. Ji bo ku em bi hêztir bibin û jiyaneke hêjayî wan ava bikin, em wan vedixwînin Partiya Çepên Kesk. Em giringiyê didin guherînê loma jî vê serdemê parlementerên me bi piranî ciwan in û kesên nû ne. Em dixwazin ciwan jî bibin pêşengên vê guherînê, lewre ew afirînerên dahatûyê û fikrên nû ne.

Havîn Kiye kî ye?

Di sala 1994’an de li navçeya Şaxê ya Wanê ji dayik bûye. Piştî ku dibistana sereta, navîn û lîseyê li Wanê dixwîne, ji bo zanîngehê derbasî Mêrdînê dibe. Li Mêrdînê, beşa Wêje û Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê dixwîne û di sala 2016’an de ji beşê mezûn dibe. Li heman zanîngehê lisansa bilind jî dike û niha jî ji bo Hilbijartina 14’ê Gulanê namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê ye.