27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêncwênî: Kî şerê kurd bi kurd derîne divê hesap jê were pirsîn

Dadgeha Temyîzê ya herêma Başûr cezayê 5 rojnamegerên ku li Duhokê girtî bûn û ceza li wan hatibu birîn erê kir. Dadgeha herêmî, ji bo her rojnamegerekî 6 sal ceza dabû û bi giştî 30 sal ceza li wan birî bû.

Der barê mijarê de siyasetmedarê kurd Mihemed Emîn Pêncwênî  axivî û diyar kir ku biryara dadgeha temîzê  ya cezakirina çalakvanên Behdînanê biryarek siyasiy e û zilm e û wiha got: “Heçî hêzên ku dixwazin şerê kurd-kurd derînin, divê hesab jê were pirsîn.”

Siyasetmedar Pêncwênî li ser êrişên dagirkeriya dewleta tirk Pêncwênî da zanîn ku artêşa tirk bi armanca dagirkirina xaka herêma Kurdistanê êriş dike û ev tişt anî ziman: “Armanca artêşa tirk têkdana rewşa siyasî û ji holê rakirina statûya başûrê Kurdistanê ye.”

Pêncwênî îşaret bi hewildanên derxistina şerê kurd bi kurd jî kir û wiha got: “Dewleta tirk dixwaze şerê kurd bi kurd derxîne. Ji bona wê divê ku kîjan hêza kurdî hewil bide şerê birakujî derxe, divê hesab jê were pirsîn. Ji ber ku şerê birakujî kuştina gelê kurd û Kurdistanê rewa dike.”