28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li ser doza girtina HDP’ê axivî û diyar kir ku alternatîfên wan hene, li dijî lîstokên desthilatê planên wan ên B û C hene. HDP wê teqez di hilbijartinê de jî di siyaseta Tirkiyeyê de jî cihê xwe bigire.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan ji nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ozgur Paksoy re axivî û geşedanên di rojevê de nirxandin.

Bûldanê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û wiha got: “Tecrîd îro bûye yek ji pirsgirêka herî mezin a welêt. Lê îro tecrîd bûye sîstemeke ku ne tenê birêz Ocalan û Îmraliyê, li hemû Tirkiyeyê jî di nava xwe de dihewîne û bi taybetî beşên civakî yên Tirkiyeyeyê dike hedef û ev zîhniyet her ku diçe berfirehtir dibe. Tecrîdê ji girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û ev nêzî 2 sal in tu xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Ne malbat ne jî parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Ne tenê birêz Ocalan, her sê girtiyên cem wî jî mexdûrê vê yekê ne. Ji ber vê yekê belavbûna pergala tecrîdê ya li Tirkiyeyê weke tevgereke siyasî ya AKP’ê dikare were xwendin. Lê di heman demê de bûye zihniyeteke ku weke têgihiştin û zihniyetekê li hemû Tirkiyeyê belav dibe û siyaseta xwe li ser vê yekê pêk tîne.

Tecrîdeke bêmînak e

Niha destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne, ev rewş bi tevahî li dijî hiqûq, qanûn û destûra bingehîn e. Lê îro li Tirkiyê zîhniyeteke ku qanûnan, hiqûqê û destûra bingehîn binpê dike li ser kar e. Li pêşiya me hikumeteke pirgirêkan kûr dike heye. Ji ber wê jî rewşa nebûna hevdîtinan ne rewşeke rewa ye û em bi hikumeteke ku qanûna xwe, destûra xwe û hiqûqa xwe nas nake re rû bi rû ne. Mînaka wisa li dinyayê tune ye. Kes an jî kesek ku li her derê cîhanê di girtîgehê de ye, tu carî bi rewşeke weke nehiştina hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re rû bi rû nebûye û ev mînakeke yekem  e. Di dîroka cîhanê jî de yekem e. Dixwazim vê yekê jî bibêjim ku hikumeta AKP’ê xwedî têgihiştineke kûrkirina pirsgirêka kurd e û welat ber bi xetimandinê ve dibe. Lê mebesta sereke di vir de peyama ku birêz Ocalan dê bide civaka tirk û gelên Tirkiyeyê ye û dema diaxive bi rastî ji gotinên ku dê ji bo siberoja Tirkiyeyê, ronîbûna Tirkiyeyê, dewlemendî û aştiya Tirkiyeyê bibêje girîng in. Îktidar ji gotinên wî neçar e.”

AKP’ê peyman nas nekir

Bûldanê bal kişand ser Peymana Dolmabahçeyê ku di sibata 2015’an de hat îmzekirin û wiha axivî: “Peymana Dolmabahçeyê tenê meseleyeke ku Tirkiyeyê eleqedar dikir, bû. Di rastiyê de dema em li gotarên wî dinêrin, têgihiştineke ku tevahiya Rojhilata Navîn digire dest û pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê wê li Rojhilata Navîn jî belav bibe, derket holê. Ev deklerasyon an jî mutabakatî bû ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê rawestandibûn û em behsa peymaneke hevpar dikin ku ji aliyê birêz Ocalan û aliyê dewletê ve bi hev re hatibû amadekirin. Di qonaxa nivîsandinê de, dema lihevkirin çêbibe, tu pirsgirêk nîn e. Lihevhatineke bihevre hatî amadekirin, bihevre wêneyek derket holê. Bi rastî jî pêkhateyeke ku dewlet, hikumet temsîl dikir û birêz Ocalan, yanî aliyê kurd jî temsîl dikir, pêk dihat. Lê piştî wî wêneyî bi ragihandina Lihevkirina Dolmabahçeyê re, mixabin hikumeta AKP’ê Erdogan biryarek îmze kir ku wê evê maseyê hilweşîne, wê pêvajoyê xira bike û vê yekê encamên gelek dijwar bi xwe re anî.

Rola Ocalan

Helbet roleke sereke ya birêz Ocalan heye û ev rol didome. Heke dîsa hevdîtina malbatê û parêzeran li gel birêz Ocalan dest pê bike wê gelek tiştên ji bo xêra welat bên kirin. Ev jî di warê siberoja Tirkiyeyê de gelek girîng e.”

 Bal li ser 14’ê gulanê ne

Bûldanê bal kişand ser hilbijartina her kes li bendê ye ya di meha gulanê de pêk were ku mijareke girîntirîn a di rojevê de ye û wiha dewam kir: “Ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê sîstemeke rejîmê heye. Divê ev pergala rejîmê ji holê bê rakirin. Tirkiye dê di gelek xalan de di gelek mijaran de bi rastî biryar bide û tercîhekê bike. Mesele ne tenê hilbijartina serokkmarekî yan jî hilbijartina parlamenterekî ye. Dê li ser siberoja Tirkiyeyê deng bê dayîn; tarî û ronahî dê bên dengdan, şer û aştî dê deng li ser bê dayîn; refah, aştî yan jî faşîzm wê were dengdan. Ev hemû dê bibe tercîheke ku bê kirin. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê ya 20 salan Tirkiye aniye rewşeke ku li holê ye. Di desthilatdariyeke ku bi heman rêbazan hewl dide welat bi rê ve bibe de,  israr dike. Di demeke ku xizanî, birçîbûn, belengazî, krîza aborî zêde bûye û gelek beşên civakî bi mexdûriyetên mezin re rû bi rû mane û wê xeleka dawî ya hêrsa gel a li dijî îktidara AKP’ê wê di 14’ê gulanê de be.

Helbet ji bo HDP’ê jî girîng e. Ji ber ku HDP demeke dirêj e bi taybetî piştî hilbijartinên 2015’an di bin zextên mezin de bi tundiyeke mezin re rû bi rû ye. Di demekê de ku kesên di nava HDP’ê de hatine hilbijartin û ji wezîfeyê hatin girtin û şandin girtîgehan, girtina HDP’ê û doza komploya Kobanê di rojevê de be de, wê hilbijartineke dîrokî pêk were. Bi rastî em weke HDP girîngiyeke mezin didin vê hilbijartinê û weke rizgariya gelên Tirkiyeyê dibînin. Gelên Tirkiyeyê dê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin siberoja xwe, ciwan û jin dê dengê xwe bidin siberoja xwe. Ji ber vê yekê girîng e, lewma em jê re dibêjin hilbijartina dîrokî.”

 Bê navber xebat

Bûldanê diyar kir ku derxistina namzetê serokkomariyê yê tifaqa wan girîng e û got: “Lîste ango hewza namzetiyê ya tifaqa me gelek berfireh e. Em wê amadekariyê dikin ku namzetekî/e bihêz û hemû civaka Tirkiyeyê hembêz bike ragihînin. Xebatên me ji bo diyarkirina namzetiyê didomin. Em ê nazmetê/a xwe derxin. Em vê di demeke kin de ji raya giştî re ragihînin.”

 Navzetê me wê pêşwext diyar bibe

Bûldanê bersiva pirsa “hûnê kengê namzetê/namzeta xwe aşkera bikin” da: “Ez nikarim dîrokeke diyar bêjim. Niha amadekariyên me didomin. Îhtîmalek mezin em ê di hefteya duyemîn a sibatê de namzetê/a xwe ragihînin.”

Bûldanê bersiva pirsa “gelo navekî/e ku ji bo nazmetiyê şênber bûbe heye?” da û got: “Helbet navek du nav hene. Lê belê hê tiştek zelal li holê nîn e. Ji ber ku zelal nebûye, nerast e ku ez vê bînim ziman.”

Bi Tifaqa Milet re tu hevdîtin çênebûne

Bûldan destnîşan kir ku heta niha ji Tifaqa Milet ango Maseya Şeşpartî hevdîtineke ku li miqabilî hev rûnên û biaxivin çênebûye û wiha got: “Berê me bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Belê di Meclîsê de serokwekîlên koma me, parlamenterên me hin temasan didomînin. Ev gelek xwezayî ye. Ev gelek tiştekî asayî ye. Lê belê di warê lihevkirinê de di warê müzakereye de heta niha tu temaseke me çênebûye. Gelo wê di roj û pêvajoya pêşiya me de çêbibe? Ez vê nizanim. Lê dixwazim diyar bikim ku heta vê kêliyê jî tu temasek pêk nehatiye.”

Eger dek û dolabên wan hebin planên me jî hene

Bûldan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser doza girtinê ya partiya xwe û wiha axivî: “Dadgeha Destûra Bingehîn îro biryarên siyasî dide, biryarên qanûnî nade. Di hemû biryarên xwe yên dawî de em dibînin ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryarên ku li gorî fermana Qesrê ne, hatine girtin. Hem ji bo astengkirina hesabê xezîneyê yê partiya me û hem jî biryara girtina HDP’ê. Me xewst doza girtinê piştî hilbijartinê pêk were lê daxwaza me dîsa bi biryareke siyasî red kir. Biryarên wan siyasî bi redkirina daxwaza me re eşkere derket holê. Dadgeha Destûra Bingehîn dûrî hiqûqa xwe bi cih tîne biryar da ev aşkera ye. Em di serî de diyar dikin ku tu eleqeya girtina partiya me bi hiqûqê re nîn e û em hêvî dikin û dixwazin ku Dadgeha Destûra Bingehîn di vê mijarê de biryara qanûnî bide û HDP’ê negire.

Lê belê dîsa jî em bi awayek erênî nafikirin û xwe li gorî hemû metirsiyan jî amade dikin. Bê guman em ne di rewşeke ku hilbijêrên xwe, gelê xwe û girseya xwe bê alternatîf bihêlin de ne, em ne di wê pozîsyonê de wan bi tenê bihêlin. Bila di vî warî de dilê gelê me rihet be. HDP were girtinê jî neyê girtinê jî, li pêşiya me astengî derkevin jî dernekevin jî, bendan deynin pêşiya me jî daneynin pêşiya me jî, em ê bi awayê herî xurt biçin parlamentoyê û li riya vê yekê bigerin. Bêyî em pirsek, gumanek û şikekî di serê gelê xwe de bihêlin xebatên xwe didomînin. Li ba wan lîstok naqedin li cem me jî alternatîf û çare naqedin. Li dijî lîstokên wan gelek çareyên me hene. Planên me yên B û C hene. Lewma ez dixwazim diyar bikim ku amadekariyên me ku em ê bi awayekî xurt bikevin hilbijartinê, hene. Hem di warê teknîkî de hem jî di warê rêxistinî de. Em di her warî de amade ne û em ê amadekariyên xwe heta roja hilbijartinê bidomînin. Helbet wê HDP bi hêza xwe di hilbijartinê de jî û di siyaseta Tirkiyeyê de cihê xwe bigire.”

Em ji zû ve xwe amade dikin

Bûldan herî dawî têkildarî starta xebata hilbijartinê jî wiha got: “Em partiyeke ku jixwe di nava gel de ne, me ji zû ve starta xwe daye. Me dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirine. Xebata me ya li parlamentoyê, civînên me yên gel di heman demê de kar û barê hilbijartinê ne. Mitîngên me karê hilbijartinê ne. Mitînga me ya dawî me li Stenbolê pêk anî. Mitîngeke pir bihêz, pir biheybet, pir bicoş bû. Em ê hevdîtinên xwe yên bi Tifaqa Ked û Azadiyê re dewam bikin. Lê her wiha weke HDP em ê li cem gelê xwe bin, li kolanan, li qadan û li her deverê bin. Em ne tenê partiyeke ku li parlamentoyê ne. HDP li cem her beşên civakê ku tê çewisandin, biçûkxistin, cihêkirinê ye. HDP her tim li cem gel sekinî ye û wê li ber xwe bide. HDP tu carî qadan, kolanan û cihên xebatê neterikand û wê ji niha şûn ve jî neterikîne. Em ew partî ne ku ji zû ve dest bi xebatên hilbijartinê kiriye.”