9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiya plana teqîna Sinûnê bi mikurhatinên sixuran aşkera bû

Li gorî mukurhatina sixurên cihê xwe di plana teqîna li Sinûnê de girtibûn ew teqîn plansaziya Mîta tirk û hêzên parastin a PDK’ê bû da ku gelê Sinûnê li dijî pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê rakin ser piyan

Plansaziya MÎT û Parastinê ya ji bo sala 2022’yan ew bû ku pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê ji hev belav bikin. Ji bo vê, mayîn didin sîxurên xwe daku Meclîsa Gel a Sinûnê biteqînin. Li gorî plana wan wê bi dehan kes di teqînê de canê xwe ji dest bidin, komên girêdayî PDK’ê jî gelê Sinûnê li dijî sazî û dezgehên xweseriyê rakin.

Li gorî nûçeyeke malpera Rojnews ku ji alî Êzdîn Şengalî ve hatiye amadekirin di 15’ê Hezîrana 2022’yan de li nahiya Sinûnê ya Şengalê, MÎT û Parastinê planeke nû dixin meriyetê. Vê carê hedefa wan Meclîsa Gel a Sinûnê ye û planeke berfireh didin pêşiya xwe. Ev plan li ser du qonaxan tê amadekirin. Wê destpêkê di demeke qerebalix de li meclîsa gel mayîn were teqandin daku bi dehan kes şehîd bikevin, di qonaxa duyemîn de jî wê komên girêdayî PDK’ê bikevin tevgerê û li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser derkevin, asayiş û meclîsa gel ji Sinûnê derxin. Seed Casim di îtirafên xwe de bi awayeke zelal behsa vê planê dike û dibêje: “Hedefa vê êrişê ew bû ku bi dehan kes werin kuştin û gelê Sinûnê li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser rakin.”

Ji bo vê planê, MÎT mayînek digihîne ber destê wan. Ji bo êrişa li hemberî Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr jî mayînek di destê wan de heye. Piştî ku mayîn amade dikin, dest bi şopandina Meclîsa Gel a Sinûnê dikin. Seed û Selah cihê meclîsê li ser xerîteyê tespit dikin û ji Ehmed re dişînin. Ji bo vê êrişê sîxurek din jî tevlî kar dikin, Fadil Cemîl Mirad ku ew jî ji Xanesorê ye û kurmamê Seed Casim e.

Hem ji erdê hem ji hewayê meclîs dixin bin çavdêriyê

Seed rojane diçe meclîsê û navê kesên li meclîsê digihîne Ehmed. Ehmed, ji wan sûretên odeyên meclîsê dixwaze, bi taybet odeya ku mêvan diçin û tên. Hedef ew e ku hejmarek zêde şehîd û birîndar çêbibin daku karibin plana xwe bixin meriyetê. Seed û ekîba wî li erdê dest bi keşfa meclîsê dikin, Ehmed jî bi destê MÎT’ê balafira keşfê radike. Bi vî awayî hem ji erdê hem ji hewayê meclis dixin bin çavdêriya xwe.

Piştî çend rojên şopandinê, Ehmed ferman dide Seed ku tevî Fadil 2 mayîn li meclîsê bicih bikin. Seed û Fadil nîvê şevekî diçin, Seed ji milê piştê ve di ser dîwar re dikeve meclîsê. Her 2 mayînan li odeya mêvanan di bin qenepeyan de bicih dikin. Piştî mayîn bicih dikin, li benda rojeke guncav dimînin ku hejmareke qerebalix li meclîsê kom bibe.

Beriya ku Selah ji meclîsê derkeve mayîn diteqînin

Ehmed ferman dide ku 15’ê Hezîranê meclîsê biteqînin. Selah diçe meclîsê û Fadil jî li derdora meclîsê disekine. Selah diçe nav meclîsê daku tespit bike ka çend kes û kê li meclîsê amade ne, wêneyan dikşîne û bi telefonê ji Ehmed re dişîne. Plansazî ew e ku wê Selah tespîta dawî bike û ji meclîsê derkeve, piştî ku derkeve wê Fadil bi cihaza kumandayê mayînan biteqîne. Lê beriya ku Selah ji meclîsê derkeve, Fadil mayînan diteqîne. Bi vi awayî Selah jî di teqînê de birîndar dibe.

Piştî Selah birîndar dibe, Ehmed lê digere û jê dixwaze xwe bigihîne Zilkanê (baregeha dewleta tirk) daku wî veguhezin Tirkiyeyê ji bo dermankirinê. Ji bo vê êrişê jî Ehmed ji MÎT’ê 10 hezar dolar digire. Ji ber ku heqê Fadil nadin wî, Fadil pişta xwe dide wan û mala xwe jî bar dike Silêmanî.

Piştî teqînê PDK’ê komên xwe dixe nav tevgerê

Piştî teqînê qonaxa duyemîn a planê bi destê PDK’ê dikeve meriyetê. Ragihandina şerê taybet a PDK’ê dest bi weşaneke taybet dike û dibêje baregeheke YBŞ’ê hedef hatiye girtin. Hema piştî teqînê, hêzên dij-teror ên PDK’ê jî daxuyaniyek belav dikin û dibêjin êriş li dijî baregeha PKK’ê ya li Sinûnê hatiye kirin. Bi van daxuyaniyan hem dixwazin rastiya êrişê veşêrin hem jî zemîna provokasyonê amade bikin. Wê demê komên girêdayî PDK’ê ku berî hatibûn rêxistinkirin jî dest bi liv û tevgerê dikin, dora meclis û asayîşê dipêçin.

Heyder Şeşo piştî êrişê itirafa plana PDK’ê kir

Jixwe daxuyaniya Heyder Şeşo ya piştî teqînê, weke itirafa vê planê ye. Heyder Şeşo hema piştî êrişê ji medya PDK’ê re axivî û di nav toz û dûxana êrişê de li ser meclîsê agahiyên berfireh dan ku xuyabû haya wî ji vê êrişê û plansaziya wê heye. Heyder Şeşo bêyî ku di ferqê de be plana PDK’ê aşkere kir û got: “Heya roja duşemê wext ji asayîşê re hatiye dayîn ku ji Sinûnê derkevin, eger dernekevin wê meş û çalaki li dijî wan destpê bikin. Û ez bawer im eger dernekevin wê pirsgirêk derkevin. Di êrişê de bi dehan mirî û birîndar hene. Îro kombûneke wan li meclîsê hebû, yên ne xelkê Şengalê di wê civînê de amade bûn.” Bi vê daxuyaniyê re hemwext, komên girêdayî PDK’ê dora meclîsê û asayîşa Êzîdxanê girtin, xwestin asayiş ji Sinûnê derkeve.

MXDŞ’ê îşaret bi civîna Hewlêrê kiribû

Xuya bû planeke qirêj bi destê MÎT, PDK û kesên weke Heyder Şeşo ketiye meriyetê. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî yekser bi daxuyaniyeke nivîskî hesabê qirêj ê vê planê ji raya giştî re aşkere kir û bang li gel kir ku li dijî plana PDK’ê û MÎT’ê hişyar bin, li dora sazî û dezgehên xwe kom bibin. MXDŞ’ê her wiha da zanîn ku ev êriş plansaziyeke MÎT û Parastinê ye, beriya êrişê bi çend rojan li Hewlêrê civînek li ser Şengalê çêbûye û ev plansazî di wê civînê de hatiye danîn.

Piştî îtirafên Seed Casim û Selah Berces ku di vê êrişê de cihê xwe girtine, bi her awayî ev plan zelal bûye û rastiya daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî derketiye holê. Ji îtirafên sîxuran xuya dibe ku dewleta tirk û PDK’ê sala 2022’yan weke sala hilweşandina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê plan kirine. Plana ku bi şehîdxistina Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a Xanesorê destpê dike, bi êrişa Meclîsa Gel a Sinûnê digihe lûtkeyê.