10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê

Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahrmana diyar kir ku şaredariyên din bin rêveberiya qeyûm de beriya hilbijartinê eraziyên li bajêr firotine û got: “Em ê destûrê nedin dizî û talanê.

Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Amedê têkildarî eraziyên li Amedê ku ji aliyê şaredariyên di bin banê qeyûm de hatine firotin û derxistine ber firotinê li Odeya Endezyarên Ceyranê ya Şaxa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.

Endam û rêveberên TMMOB’ê tev li civînê bûn. Hevserokê Odeya Avahîsazana Şaxa Amedê Ferît Karahan daxuyanî da û destnîşan kir ku di serî li Amedê û li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê rêveberiya xwecihî bi awayek bêhiqûqî bi destê qeyûman hatine destserkirin û dagirkirin.

 ‘Diz û talanker tên xelatkirin’

Kahraman behsa pêvajoya qeyûman kir û got: “Îktidara ku nikaribû bi rêya hilbijartinê şaredariyên bajarê bakurê Kurdistanê bi dest bixe, bi rêya qeyûman desteser kiriye. Yên ku xesarê dane malê cemaweriyê li şûna ku hesab ji wan bê xwestin her tim hatine parastin û xelatkirin û bêceza hatine hiştin.

Di serî de li Amedê û li gelek bajarên din qeyûman eraziyên şaredariyê firotine û hema bêje hemû gayrimenkul haciz li ser wan e. Her sal di bin navê nûjenkirin û çêkirina bajêr de talanê pêk tînin. Hemû îhale û eraziyên şaredariyê yên divê neyên firotin pêşkêşî alîgirên îktidarê tên kirin. Li Amedê di bin navê bajarvaniyê de tax tên xera kirin û talankirin.

Di bin navê van projeyên bajarvaniyê de jî hemû tiştî didin alîgirên xwe. Qada cemaweriyê ya gel e. Heke hiqûq û edalet were bicihanîn wê hemû kiryarên vê talan û diziyê werin cezakirin û hesab ji wan bê xwestin. Em ê destûr nedin dizî û talana qadên me yên jiyanê ku ji bo rantê tên firotin. Em destnîşan dikin ku û dibêjin ku tavilê hemû îhaleyên her cure rantê werin betalkirin. Em ê ji nêz ve diz û talana li bajarên me pêk tên bişopînin.