4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê Iraq sînorên başûrê Kurdistanê bi tûgayan biparêze

Pisporê karûbarên leşkerî yê Iraqî Sermed Beyanî, ji çapameniya Iraqê re diyar kir ku hikûmeta Iraqê ji bo parastina sînorên başûrê Kurdistanê yên bi Tirkiye û Îranê re 3 tûgay ava kiriye û hewl dide tûgayeke din jî ava bike.

Beriya niha ji ber êrîşên Tirkiye û Îranê yên li dijî başûrê Kurdistanê Hikûmeta Iraqê biryar dabû ku leşker li ser sînorên başûrê Kurdistanê yên bi bakûr û rojhilatê Kurdistanê re bi cih bike. Pisporê karûbarên leşkerî yê Iraqî Sermed Beyanî, der barê mijarê de ji çapameniya Iraqê re axivî.

Pispor Sermed Beyanî, diyar kir ku wê sînorên başûrê Kurdistan yên bi Îran û Tirkiyeyê re bi sê tûgayên Hêza Parêzvanên Sînor a Iraqê were parastin. Her wiha Beyanî, aşkera kir ku Hikûmeta Iraqê hewl dide tûgayeke din jî di bin berpirsyartiya Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Iraqê Ebdul Emîr Şemerî de ji bo parastina sînor ava bike.

Beyanî, aşkera kir ku erkek mezin li ser milê hêzên ewlehiya Iraqê heye û nikarin li çiyayan eniyek nû ya şer li dijî êrişên dewleta tirk vekin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha Wezareta Karên Hindir a Iraqê ragihandibû ku ew ê 2 hezar 650 kesan ji bo hêza parêzvanên sînor wergirin.