2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî bi encam bû

Encamên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya sala 10’emîn bi encam bûn di Pêşbirkê de ciwanê bi navê Rêzan Diljen bûye yekemîn û siyasetmedar Garo Paylan jî hêjayî xelata rûmetê hatiye dîtin

Encamên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya sala 10’emîn bi encam bûn. Pêşbirk ji aliyê Weşanên Sor û malbata Arjen Arî ve tê lidarxistin.

Weşanên Sor û Malbata Arjen Arî têkildarî encamên pêşbirkê daxuyaniyek belav kir û kesê ku îsal di pêşbirkê de bi ser ketiye ragihand.

Daxuyaniya têkildarî pêşbirkê ya ku hatiye belavkirin wiha ye: “Îro cejna zimanê kurdî ye. Em li ser navê pêşbirkê û Weşanên Sor pîroz cejna zimanê kurdî pîroz dikin û hêvî dikin ku ev pêşbirk hê gelek şairên jîr bigihîne edebiyata kurdî û bi qelemên wan edebiyata kurdî bi pêştir ve biçe.

Îsal cara 10. li ser navê Arjen Ariyê şaire gewre pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Juriya îsalîn ji Lal Laleş, Îrfan Amîda, Zahir Kayan, Yehya Omerî û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosyeyan nirxandin û dengên xwe dan. Li gorî vê dengdanê Rêzan Diljen, bi dosyeya xwe ya bi navê ‘Deftera Qetayî’ hêjayî xelatê hate dîtin. Em weke amadekarên vê pêşbirkê wî pîroz dikin û me hêvî heye ku dê bi coşa ciwaniya xwe her afirîner be di qada edebiyata kurdî de.

Ligel vê xelatê weke tê zanîn em her sal xelata rûmetê jî didin. Îsal siyasetmedar Garo Paylan ê ermen hêjayî xelata rûmetê hate dîtin. Rêzdar Paylan bi salan e di nav têkoşîna nasname û statuyê ya kurdan de bi awayeke çalak cî digire, ji bo di navbera gelan de wekhevî û biratî pêk were di warê siyasî de kedeke girîng dide. Daxwaza me hemûyan e ku ev têkoşîn bigihê encameke wisa û van axan azadî, wekhevî û aştiyê bibînin.

Derheqê merasîmê de em ê di rojên bê de agahî bidin raya giştî.

Weke her sal, em daxuyaniya xwe dîsa bi bangekê bi dawî dikin: gelî canik û camêran ji bo sala bê pêşbirkê bişopînin û helbestên xwe bo pêşbirka helbestana a Arjen Arî bişînin. Em bang li sazî û dezge û medyaya kurdan dikin da ku bêhtir danasîna pêşbirkê bikin.”

Rêzan Diljen kî ye?

Diljen ku di kurtedanasîna xwe ya ku bo pêşbirkê şandiye de wiha gotiye: “Di sala 2000’an de li Batmanê ji dayik bûm. Niha li Wanê diransaziyê dixwînim. Her wiha helbest, çîrok, werger û nivîsên min di kovar û malperên weke Nûbihar, Dilop, Bar Helbest, Kurdeçîrok û Çandnameyê de weşiyane.”