5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CHP’ê tespit kir ku daneyên 7 hezar û 94 girtekên sindoqan hev nagirin

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Muharrem Erkek, diyar kir ku li gorî tespîtên wan di hilbijartina serokkomariyê de daneyên 2 hezar û 269 sindoqan û di hilbijartina parlamenteriyê de jî daneyên 4 hezar û 825 sindoqan hev nagirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Muharrem Erkek, der barê encamên binîqaş ên hilbijartinê li Navenda Giştî ya CHP’ê daxuyanî da. Erkek, da zanîn ku ji sedî 99.9’ê girtekên bi îmzeya şil ên hilbijartina 14’ê Gulanê li pergalê bar kirine û wiha got: “Em niha jî kontrolên wê rêjeya biçûk dikin. Em ê wan jî li pergalê bar bikin. Heke di navbera daneyên me û yên YSK’ê de hevnegirtinek hebe, ji xwe alarma sor dide. Hem navenda giştî hem jî ya bajaran dibîne. Di pergala me de alarma sor da.”

Daneyên sindoqan hev nagirin

Erkek, da zanîn ku di hilbijartina serokkomariyê de girtekên 2 hezar û 269 sindoqan û di hilbijartina parlamenteriyê de jî girtekên 4 hezar û 825 sindoqan hev negirtine. Erkek, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema girtekên yekkirinê li lijneyên hilbijartinê yên navçeyan tên kirin, hinek xeletiyê madî çêbûne û niha tên sererastkirin. Encamên hemû sindoqan, me bi girtekên me û yên YSK’ê re dane ber hev û yek bi yek kontrol kir. Her wiha îtîrazên pêwîst hatin kirin û tên.”