18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pewistî bi têkoşîna hevpar a jinan heye

Rojnameger Ronî Eylem der barê konferansa jinan de diyar kir ku jinên di konferansê hatin cem hev çareseriya pirsgirêkan nîqaş kirin û got: “Ji bo azadiyê hewceyî bi têkoşîna hevpar a jinan heye.”

Pergala kapîtalîst pêşî jin xistin û bi xistina jinan re civak xistin. Jinên kurd bi paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dirûşmeya “Jina azad civaka azad e” bûn xwedî vîn û li seranserê cîhanê pêşengiya azadiya civakê dikin. Îro jin li qadan, kolanan û konferansan tên cem hev û pirsgirkên xwe bi xwe çareser dikin. Ji van çalakiyan yek jê 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Berlînê bû. Rojnameger û çalakvana tevgera jinan Ronî Eylem ku yek ji endama komîteya amadekar a konferansê ye, şahidiya çoş û kelecana konferansê kir. Eylem der barê xebat, armanc û çalakiyên li konferansê de bersivên pirsên me da.

Çima pêdivî bi vê konferansê hat dîtin?

2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê hat lidarxistin. Ev konferans a duyemîn e. Konferansa yekemîn di sala 2018’an de hatibû lidarxistin. Dirûşmeya konferansa yekemîn ‘Şoreşa me jiyanê azad dike’ bû. Niha jî ji 41 welatan 800 jin tev li  konferansa duyemîn bûn. Ji her derê cîhanê û her çar parçeyên Kurdistanê jin tev li konferansê bûn. Ev tevlibûn nîşaneya Konfedralîzma Demokratîk e. Di konferansê de coş û moraleke mezin a jinan hebû.

Ev konferans ji hêla kê ve hat organizekirin?

Konferans bi pêşengiya jinên kurd û bi taybetî jinên TJA-E hat lidarxistin. Lê ji ber ku gelek rêxistin tev li vê konferansê bûn xebateke konfederal bû. Wekî mînak pêşengên rêxistina Rava ya Afganistanê hebûn. Ji Amerîkaya Latîn, Şilî , Arjentîn, Sûdanê rêxistinên jinan tev li vê konferansê bûn. Mirov dikare bêje ku ji hemû rêxistinên jinan ên sereanserê cîhanê tevlibûneke xurt hebû. Her wiha ji rojavayê Kurdistanê rêzdar Asya Abdullah, ji Lubnanê Buşra Alî û ji rojhilatê Kurdistanê berdevkên KJAR’ê jî bi peyaman tev li konferansê bûn. Her wiha ji rêxistinên jinan ên Şengalê jî bi peyameke dîtbarî ya jineke şengalî ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin û tecawizkirin tev li vê konferansê bû. Ji aliyekî din ve jinên amerîkî jî performansên xwe li wir dan nîşandan.

Mirov dikare bêje hem rêxistinên pir xurt ên jinên Kurdistanê û cîhanê hebûn hem jî kesayetên navdar ên ku bi xebat û têkoşîna xwe hatine naskirin hebûn.  Wekî mînak ‘Mogin Bodeta’  wê bi xwe li ser jinên Efrînê lêkolîn kirine û wekî moderator tev li vê konferansê bû. Her wiha jinên ekofemînîst yên ku di qada xwe de bi zîrekî xebat kirine hebûn.  Bi kurtasî mirov dikare bêje hem rêxistinên jinan hem jî kesayetên ku di vê qadê de lêkolîn û xebatên wan ên xurt hene tev li vê konferansê bûbûn.

Axaftina vekirinê ji hêla Berdevka Têkiliyên Derve ya TJK-E Melîke Yaşar ve hat kirin.  Bi rastî jî keda vê hevalê ciwan di konferansê de gelekî mezin bû. Di roja pêşî de bi giranî mijara sîstema kapîtalîst çawa jinan qir dike, çawa xwezayê û ekolojiyê qir dike û mijarên wiha hatin nîqaşkirin. Ji aliyekî din ve her jineke ku tev li vê konferansê bû pirsgirêka xwe pênase û bi nav kir. Pirsgirêkên jinên li Amerîkayê çi ne, jinên reşik çi pirsgirêkan dijîn û li dijî wan pirsgirêkan rê û rêbazên çareseriyê hatin gotin. Her wiha pirsgirêkên jinên Afganistanê yên piştî desthilatiya rejîma Talîbanê û binpêkirin û desteserkirina mafên jinan ên tenduristî, perwerde, kar û di hemû warê jiyanê de hatin gotin. Her wiha alîkariya rejîm û sîstemên ku xwe pêşketî binav dikin û alîkariyê didin rejîma Talîbanê hatin rexnekirin. Jinên Amerîkaya Latîn jî behsa vê yekê kirin ku kolonyalizm li wir bi çi rengî xwe dide jiyîn. Bê çawa av, ax û darên wan ji destên wan hatine girtin û behsa têkoşîna jinên herêmî yên Maya kirin ku têkoşîneke bi çi rengî didin meşandin.

Her jinên ji welatê xwe tev li vê konferansê bûbû pirsgirêkên jinan ên li welatê xwe anîn ziman û nîqaş kirin. Di konferansê de bi giştî pirsgirêkên jinan ên ku li her deverê tên jiyîn û riyên çareseriya wan pirsgirêkan hatin nîqaşkirin. Bi giştî hate gotin ku dibe em li dever û welatên cuda dijîn lê pirsgirêkên ku jin pêre rû bi rû ne wek hev in. Çawa ku li Kurdistanê jinên pêşeng tên qirkirin heman tişt li Amerîkaya Latîn jî heye, heman tişt li Afganistanê jî heye, li Hindistanê jî heman tişt heye. Lewre jî madem ku pirsgirêkên me yek in û li dijî desthilata mêr têkoşînê dikin wê gavê divê têkoşîna wan jî hevpar be.

Atolyayên hatin lidarxistin li ser kîjan mijaran bûn?

Di xebatên atolyeyan de jî roja destpêkê behsa şer û pevçûnên li herêmê yên ku wekî şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin hate kirin. Di nava vî şerê cîhanê yê sêyemîn de jin bi çi pirsgirêkan rû bi rû ye, bandoreke çawa li jiyana jinan kir, çawa xizanî kûrtir kir. Niha li her derê şer heye, li Ukrayna, Sûriye, Îranê, Afganistanê şer heye. Ev şer bandoreke çawa li ser jinan dike, rêjeya tacîz û tecawizê zêde dibe û pisgirkên gelekî mezin dijîn. Li ser koçberiyê atolyeyek hebûn, bi taybetî jî li herêmên ku tê de şer hene, ji  van herêman koçberiyeke zêde ber bi Ewropayê ve çêdibe. Koçberî bi serê xwe pirsgirêkeke û ev sîstema kapîtalist bi xwe dibe sedema vê koçberiyê. Piştî koçberiyê jî pirsgirêkên entegrasyonê tên jiyîn bi taybetî jî jin bi pirsgirêkan re rûbirû dimîne. Pirsgirêka azadiya jinê li her derê heye, heta li welatên ku qaşo xwe welatên pêşketî binav dikin jî pirsgirêkên azadiya jinê hene û her roj mafê wan ê azadî û wekheviyê ji alî van sîsteman ve ji destê wan tê girtin.

Aboriyeke ekolojîk divê

Mijara aboriyê jî yek ji mijarên atolyayan bû. Jin li şûna aboriya ku xwe dispêre karê zêde û hirsê bicih bikin, dikarin aboriyeke ekolojîk a komîn ava bikin. Lewre ji bo ku keda jinan neyê xwarin rê û rêbazên aboriyeke alternatîf hat nîqaşkirin. Di hemû sîstemên heyî de ev bêedaletî heye. Wekî mînak; li cihê ku jin ji mêran bêtir jî dixebite dîsa heqdestê ku distîne ji ya mêran kêmtire.

Yek ji atolyeyên herî balkêş atolyaya ekolojiyê bû. Her zêde di vê atolyayê de nîqaş hatin kirin ji ber ku têkliya jin û xwezayê gelekî cuda ye. Ji ber ku pêşî jin hatiye kolekirin û piştî wê xweza hatiye kolekirin lewre jî hemû desthilatdar jinê û xwezayê wek hev dibînin û dibêjin ya me ye em çawa bixwazin em ê wiha bikar bînin.  Ji ber di cewherê jinê de xwezayîbûn heye, pêwîste ku jin xebatên xwe yên ekolojîk xurtir bike..  Têkoşîna ekolojîk divê dij kapîtalîst be û li dijî serdestiya mêr bisekine. Têkoşîna ekolojîk li dijî sîstema kapîtalîst a ku xwe dispêre tunekirina xwezayê ye. Ji ber her roj xweza tê tunekirin û bi taybetî em herî zêde vê yekê li Kurdistanê dibînin. Lewre pêwîstî bi têkoşîneke rêxistinkirî heye, pêwîstî bi têkoşîneke dij kapîtalîst heye. Pêwîste têkoşîneke demokratîk a azadîxwaz were meşandin ku xweza were parastin. Di vî warî de çîrokên jinên Amerîkaya Latîn yên herêmî gelekî balkêş bûn.

Parastina çand û ziman girîng e

Her wiha atolyeke ji bo parastina çand û ziman hebû.  Li ser çawaniya qirkirina çand û zimanê kurdî hate rawestandin û derkete holê ku ew pêkutiyên li dijî çand û ziman li gelek deverên din jî hene. Jinên Amazîx pirsgirêkên ku dijîn anîn ziman. Jinên amazîx anîn ziman ku çawa zimanê wan hatiye qedexkirin, çawa stranên wan hatine jibîrkirin. Her wiha nîqaşên li ser mirov çawa dikare çand û zimanê xwe biparêze hatin kirin.

Her wiha di atolyaya perwerdehiyê de jî sîstemên perwerdehiyê hatin rexnekirin û hate gotin ku di wan sîsteman de perwerdehî ne li gorî aqilê jinê tê kirin, lewre hewcedarî bi perwerdeyeke alternatîf heye ku jin xwe tê de bibînin.

Nûneren jinên Rojhilat rastî eleqeyek çawa hatin?

Bêguman herî zêde bandora serhildana jinên rojhilatê Kurdistanê li ser vê yekê hebû.  Her gav dirûşmeya Jin Jiyan Azadî di salona konferansê de bilind bû. Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bandora xwe li hemû jinan kiribû û bibû dirûşmeya sereke ya vê konferansê. Serhildana jinên rojhilatê Kurdiostanê ya bi pêşengiya Jîna Emînî dest pê kir mohra xwe li hemû xebatên konferansê dabû û bandora xwe li ser hemû jinên cîhanê kiribû. Ji bilî jinên kurd jinên îranî yên Beloc jî di konferansê de hebûn, her wiha rêxistina jinên rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê peyama xwe bi rengekî dîtbarî şandibûn ji bo konferansê. Ev berxwedaniyê ku îro li rojhilatê Kurdistan û Îranê dibe gelekî zengîn û pir alî ye, tê de dans heye, stran heye, helbest heye û berxwedaneke rengîn û çalak e ku bala hemû jinên cîhanê dikişîne ser xwe. Serkeftina vê serhildanê jî ji wê yekê tê ji ber domdar e, rengîn e û bi pêşengiya jinan e, lewre jî bandoreke mezin li ser jinan dike. Mirov dikare bêje ew serhildan formula berxwedaniyê, formula jiyanê ye. Bi jinê re çiqasî jiyan tê birêxistinkirin û pê re çawa tê azadkirin, nîşan dide û bandoreke mezin li ser hemû jinan dike. Berxwedana jinên Rojhilat gerdûnî ye.

Biryarên ku di encamnameyê de hatin girtin wê ji hêla kîjan mekanizme vê bê şopandin?

Yek ji armancên sereke ên vê konferansê birêxistinkirina konfedralizma jinan bû. Yanî her di welatê xwe û herêma xwe de ji xwe rêxistinek û têkoşîneke wê heye û bi riya konferansê ew hêza jinan veguhere rêxistinbûyîn û sînerjiyeke xurt. Lewre jî biryarên bi vî rengî hatin girtin her jinek bi dengê xwe, bi rengê xwe, bi rêxistinbûyîna xwe heye. Lê divê ev têkoşîn bi rengekî demokratîk û konfederal bibin yek û xwe bihêztir bikin. Ji ber ku pirsgirêkên jinan li her deverê wek hev in lewre divê têkoşîn li dijî binpêkirina mafên jinan be. Divê jinên cîhanê xwedî yek helwest bin û têkoşîneke hevpar li dijî wan binpêkirinan bimeşînin.

Jinên têkoşer hatin bibîranîn

Pergala li rojavayê Kurdistanê wekî mînak hate nîşandan lê li dijî wê pergalê şerekî dijwar jî heye. Şerekî dijwar li dijî jinên têkoşer tê meşandin û di wî warî de siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef, Zeyneb Sarûxan, Jiyan Tolhildan hate bibîranîn. Her wiha hevala me ya akadîmisyen Nagihan Akarsel ku li başûr hate qetilkirin hate bibîranîn.

Behsa rêxistina jinên Şengalê û têkoşîna wan jî hate kirin û şerê ku dewleta tirk li dijî wan dimeşîne.  Her wiha behsa mînakên kuştina jinên têkoşer ên li Maksîka, Şîlî û Arjantînê hate kirin. Lewre divê hemû jinên cîhanê bi rêxistinkirina xwe ya konfederal li dijî vê qirkirinê rawestin. Ji xwe armanca pergala konfedralîzmê jî ew e ku ji rojavayê Kurdistanê heta Arjantîn, Amerîkaya Latîn û Afganistanê têkoşîneke hevpar a jinan hebe ku li dijî hemû rengên binpêkirina mafan û qirkirina jinan bi hev re têbikoşin.

Di dawiya konferansê de jinan tevan bi hevre bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî û tilîliyan li ber stran û mûzîkê govend gerandin. Her wiha hunermend Yilda Abas jî konsereke xweş tevî koma erbaniyê ya Kevana Zêrîn ji bo jinan pêşkêş kirin.

Ronî Eylem kî ye?

Rojnameger û çalakvana tevgera jinan Ronî Eylem bi eslê xwe ji Anatoliyaya Navîn ji gundê Xelîqanê ya Konyayê ye. Ronî Eylem li Ewropa karê xwe yê rojnamegeriyê dike û her wiha di warê bidestxistina mafên jinan de xebatên xwe didomîne.