5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara 6’emîn a kovara Destar derket

Kovara Destar a wêjeyî ya bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr dihêre’ dest bi weşanê kiribû bi hejmara 6’emîn derkete pêşberî xwîneran.

Kovara Destar a ku bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr dihêre’ dest bi weşanê kiribû sê mehan carekê wek kovarpirtûk derdikeve. Kovara ku bi vê hejmara xwe ya nû ya ji 176 rûpelan pêk tê, careke din bi gelek beşên cur bi cur ên wêjeyî di qada wêjeya kurdî de cihê xwe girt.

Di hejmara 6’emîn a kovarê de jî, ji çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û Qafkasyayê 42 nivîskar û helbestkarên kurd, di beşên ‘Destarê Kurmancî’, ‘Destarê Kirmanckî’ û ‘Destarê Soranî’ de bi nivîsên xwe yên lêkolîn, vekolîn, nirxandin û dahûrandinên teorîk, ramanî û zanistî yên wêjeyî, di qada wêjeyê de nîqaşên girîng derdixe pêş. Ligel vê, di beşa ‘Rexneya Wêjeyî’ de hûrnêrîn û nirxandina li ser celeba wêjeyî helbestê; di beşa ‘Wêjeya Devkî’ de dahûrandina wêjeyî ya dengbêjî û gotinên pêşiyan; di beşa ‘Helbestê’ de ramanên li ser celeba helbestê, jiyan û berhemdariya gelek helbestkarên cihêreng tê vegotin, dahûrandin û şirovekirin. Her wiha kovar di beşên çîrok, ceribandin, bîranîn û wergerê de jî bi mijarên cuda yên wêjeyî tam û çêja wêjeya kurdî dewlemendtir dike û bi kûrahiya zimanê kurdî dîroka wêjeya kurdî jî bi berfirehî digire dest û dinirxîne.

Ji bo jinên şoreşger diyarî ye

Hejmara 6’emîn a kovarê, di kesayeta Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel de diyarî hemû jinên kurd û cîhanê yên canbexşên Kurdistan û jiyaneke azad hatiye kirin. Ji bo vê jî di bergê kovarê de herdu jinên leheng bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ cih digirin.

Di sernivîsa kovarê de behsa êrîşên ku li ser jinên kurd û gelê kurd zêde bûne û berxwedana ku li dijî van êrîşan pêş ketiye tê kirin. Her wiha serhildan û raperîna şoreşger a ku di encama kuştina nemir Jîna Emînî de li rojhilatê Kurdistan û tevahiya Îranê pêş ketiye û bandora xwe li gelek deverên cîhanê jî kiriye bi çavekî wêjeyî hatiye nirxandin û têkiliya wê ya bi wêjeyê re wiha hatiye vegotin:

“… Ev têkoşîn, serhildan û raperîna şoreşger çiqas civakî û polîtîk be, di heman demê de ewqas wêjeyî ye jî. Dagirker û desthilatdarên hov û hevkarên wan ên paşverû baş dizanin ku hêza wêjekar, nivîskar û rewşenbîrên şoreşger hêzeke bingehîn e.

Heke ev kes jin bin, tirsa wan dehan car zêdetir dibe. Ji ber vê yekê, êrîşên hovane dibin ser wan. Mînaka vê ya herî dawiyê jî -li başûrê Kurdistanê- bi kuştina rojnameger, nivîskar, wêjekar, rewşenbîr û têkoşera azadiyê Nagihan Akarsel a bi rengekî hovane xwe              da der.”

Wêjeya modernîteya demokratîk

Kovar di vê hejmara xwe de bi dirûşma ‘Dem dema wêjeya kurd-î ya şoreşger û xwebûnsaz e’ xeta wêjeya kurd-î jî pênase dike û ji bo wêjeya serdema nû bersiva ‘wêjeyeke çawa’ dide.

Di kovarê de wêjeya kurd-î jî qadek ji qadên sereke ya berxwedan, serhildan, têkoşîn û raperîna gelê kurd tê diyarkirin û li dijî zimankujî û wêjekujiya kurd-î, ji bo parastin, pêşxistin û jinûvesazkirina ziman û wêjeya kurd-î bangawaziya têkoşîn û raperîna şoreşgerî wiha tê kirin: “Em baş dizanin ku li dijî wêjekujiya xwebûnî û gerdûnî, li dijî ‘wêje’ya serdest, modernîst, sermayedar û populîst a xwebûnkuj êdî ‘Dema dema wejeya kurd-î ya xwebûnî û gerdûnî ye’, ‘Dem dema wêjeya kurd-î ya modernîteya demokratîk e!’

Di hejmara 6’emîn a kovarê de nivîsên ku di beşên cuda de cih digirin û nivîskarên wê wiha ne:

 Destarê Kurmancî/ Ramanên Wêjeyî:

Erka Huner û Wêjeya Şoreşger- Abdullah Ocalan, Bîrkujî=Wêjekujî- Heval Dilbihar, Dem Dema Şoreşa Wêjeya Kurd e – Reyhan Îke, Di Wêjeya Kurdî De Kevneşopî -2- Nûman Amed, Wêje û Zanyariyên Civakî- Adar Jiyan, Civakzaniya Wêjeyê -6 – Serdar Balci, Xwe-Parastin, Jin û Wêje- Adar Gulan, Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan) -2- Kamîran Sînco, Şeva Qurix- Cewdet Zîlanî

 Destarê Rexneya Wêjeyî :

Helbest- Samî Hêzil

 Destarê Wêjeya Devkî:

Çîrokên Hinek Gotinên Pêşiyan -2- Mehmet Oncu, Dengbêj Reso -1- Omer Ulûçay

  Destarê Çîrokê:

Lehengê Pirnav û Pirhêl: Celadet Elî Bedirxan – Yaqob Tilermenî, Tevlîhevî- Roger Sozdar – Romîna Canbey, Derî- Narîman Evdikê, Soza Vegerê- Evîn Teyfûr, Bê Nav, Bê Xwedî û Bê War- Weysî Ulgen

 Destarê Ceribandinê:

Mêrg û Merg- Selahedîn Biyanî, Hîmên Jiyanê- Feratê Dengizî

 Destarê Bîranînê:

Demên Winda 4- Qaçaxên Wê Demê- Cemal Demîr

 Destarê Helbestê:

Wêje, Helbest û Ziman- Kamran Simo Hedilî, Sembolîzma Helbestên Melayê Cizirî-1- Melevan Resûl, Baba Tahirê Uryan -2- Rêdûr Dîjle, Rihan Xanima Loristanî- Sultan Yaray, Pîr Şalyar- Qendîl Şêxybizinî, Helbestkar û Şoreşger Mela Aware- Muhsîn Ozdemîr Axayokê Bêdarî- Nezîr Bîdarî, Tu û Qerejdax- Abdûrahman Bakir, Antîgone- Jîn Aryen, Min Helbestek Dît- Mehmet Akdogan

 Destarê Wergerê:

Werger û Perwerdehî- Serwet Denîz

 Destarê Kirmanckî:

Wezîfeyê Edebiyatê Kirmanckî Yo Klasîkî Ser -1- Cemîle Tûrhalli, Elî Qewlî û Zon -2- Hacî Ozkal, Zonû Vajor- Elî Ozgen, Birayo Aqil û Birayo Delû- Zerrweş Esnaw, Manga Bori- Mamoste Silêman, Kalo Extiyar û Bicereb- Mûstafa Açmaz, Derde- Ayşe Newroz, Mezopotamya- Elî Şeker

 Destarê Soranî:

Be Maç, Le Xoşîda Bimgewzêne- Leyla Sofî Sûltanî, Jinêk- Soze Berzincî.