28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama mîtînga Agiriyê: Muxatab Birêz Ocalan e

Rêxistina DEM partî û DBP'ê li Bazîdê mîtînga hilbijartinê li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir anî ziman ku muxatabê çareseriyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.

Rêxistina DEM Partiyê û DBP’ê li navçeya Bazîd a Agiriyê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir mitînga hilbijartinê li dar xist. Mitîng li kêleka Lîseya Savaş Ay li dar xistin. Qad bi alên DEM Partiyê xemilandin. Rêxistina DEM Partî DBP’ê û hezaran kes tevlî mitîngê bûn. Girse ji avahiya DEM Partiyê ya navçeyê heta qadê meşiya û dirûşmeyên “Bimre xiyanet, bijî Kurdistan”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî”, “Em ê bi berxwedana xwe bi ser kevin” û “Deng namûse xwedî li namûsa xwe derkeve” berz kir. Girseya ku gihîşt qada mitîngê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin û govend hat gerandin. Piştre  axaftin destpêkirin.

‘Têkoşîna kurdan li dijî zilmê ye’

Ewilî namzeta hevşaredara Şaredariya Bazîdê Aygul Aşan axivî û anî ziman ku têkoşîna wan ne bi tenê ji bo şaredariyan e, têkoşîna Gelê Kurd her wiha li dijî zilmê ye.

Namzetê hevserokê şaredariya Bazîdê Kenan Alkan jî bal kişand ser qeyûman û got ku 10 salan şaredariyê girtine lê bi tenê sal û nîvekê şaredariyê rêve birine.”

Parlamenterê berê yê HDP’ê Mûrat Sarisaç jî, anî ziman ku îro ne bi tenê hilbijartine, ji bo kurdan hilbijartinek ne ji rêzê ye û wiha got: “Dema neyarên kurd têk çûn û tecrîda ser birêz Ocalan bê rakirin wê demê ji bo me dê bibe ji rêzê. Em berxwedana girtiyên girtîgehan silav dikin. Ev hilbijartina hesap pirsînî ye.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayidir jî axivî û wiha got: “Ev bi rojan û mehane me kedek mezin bi pêşengiya jin û ciwanan da. Erdogan û Bahçelî dibêjin ku dê sînorên li pişt xwe qewîn bikin û heta qata Rojava bikin qada şer. Lê em rê nadin wan. Li çar parçeyê Kurdistanê gel xwîşk û birayê hevdûne. Bila hemû kes vê yekê baş zanibe. Em mil bidin milên hevdû û di 31’ê Adarê de welatê xwe ji destên neyaran xilas bikin. Li dijî Gelê Kurd polîtîkayên bê ehlaqî dimeşînin. Em ji vir dibêjin, hûnê bi ser nekevin. Gelê me xwedî li vîna xwe derkeve. Em dixwazin li welatê xwe bi zimanê xwe û çanda xwe ve bi awayek azad bijîn.”

‘Mûxatab Birêz Ocalan e’

Keskîn, bal kişand ser tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: “Ji bo pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bibe mûxatap Abdullah Ocalan e. Rêya me rêya heqîqetê ye. Em bang li hemû gelên xwe dikin; Kurdên ku di rêya şaş de ne, cihê w eli cem gelê me ye.  Ger ku kurd bibin yek dê dawî li zilm û zordariyê bînin. Em kurd in û ji Kurdistanê ne. Em dixwazin pirsgirêka kurd di nav rêyên demokratîk de bên çareserkirin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin mûhatap Birêz Ocalan e.”

Mitîng, bi gerandina govendê bi dawî bû