6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wek avakirineke serdest: Spîbûn

AKP û Erdogan di helwesta xwe de qaşo li hemberî elîtîzma “tirkên spî” disekinîn û di her firsendî de dijminatiya xwe ya li hemberî “tirkên spî” bi lêv dikirin. Dûre bi xwe elîtbûneke çewt û sosret ava kirin, lê ev mijareke din e.

Di civîna Lijneya Giştî ya TBMM‘yê ya 2017’an de di navbera alîkarê serokê Meclisa Tirkiyeyê yê wê demê Ahmet Aydin û parlamentera HDP‘ê ya Edeneyê ya wê demê Meral Daniş Beştaş de nîqaşa “kurdê spî” hatibû kirin. Li ser gotina Aydin ku di civînê de dibêje “tirk û kurd wekhev in”, Danış Beştaş li hemberî vê gotinê derdikeve û dibêje “tirk û kurd ne wekhev in, ger em wekhev bin, çima zarokên min di zimanê xwe yê dayikê de perwerde nabînin.” Li ser vê gotinê Aydin bersiv dide û dibêje “Demekê tirkên spî hebûn, ji xwe pê ve tu kesî tirk nedihesibandin, lê niha ez dibînim ku kurdên spî hene, ji bilî xwe tu kesî kurd nahesibînin.” Xuya ye, ew gotina “kurdên spî” analoga /wateya “tirkên spî” de bi kar tîne.

Têgeha “tirkên spî” destpêkê di salên 1990‘î de ji hêla çapemeniya tirkan ve hat bikaranîn. Li gorî pênaseyê “tirkên spî” hindikahiyeke serdest temsîl dikin, jiyaneke rojavayî û laîk dipejirînin, xwedî asteke bilind a aborî û perwerdehiyê ne û hemû yan jî beşeke perwerdeya xwe li derve qedandine. AKP û Erdogan di helwesta xwe de qaşo li hemberî elîtîzma “tirkên spî” disekinîn û di her firsendî de dijminatiya xwe ya li hemberî “tirkên spî” bi lêv dikirin. Dûre bi xwe elîtbûneke çewt û sosret ava kirin, lê ev mijareke din e. Ahmet Aydin ê ku dibêje ew bi xwe kurd e, çawa ji gotinên Daniş Beştaş û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê “kurdên spî” û elîtîzmê derxist, hêjayî pirsê ye.

“Spîbûn” di çarçoveya nîqaşên nijadperestiyê de wek avakirineke civakî tê dîtin. Her çiqas ev têgeh girêdayî nijadî hatibe avakirin jî, di bikaranîna wê ya niha de ne rengê mirovan, lê avakirinên nijadperestiyê tê qestkirin. “Spîbûn” hiyerarşiyeke nijadperest e û bandora wê li ser hemû saziyên civakî, çandî, perwerdeyî û aborî yên civakê heye. Spîbûn û normalîzekirina nasnameya etnîkî ya spî, di dîrokê de, çandek afirandiye ku tê de mirovên ne-spî wekî kêm-mirov, an jî ne ji rêzê tên dîtin. Ev çanda serdest a spî di heman demê de wekî mekanîzmayeke civakî mirovên spî derdixe pêş û bi vî awayî mirovên spî jî bi zanebûn an jî bêzanebûn xwe wek pîvan û serdest dibînîn û sûdê ji vê yekê digirin.

Nîqaşên di çarçoveya “spîbûnê” li Ewropa û Amerîkayê bi giranî di çarçoveya mêtingeriya welatên rojavayî de tên meşandin. Taybetî mêtingerkirina Afrîkayê û kolekirina mirovên reş li ser bingeha “serdestiya mirovên spî” pêş ketibû ku hîn jî li her deverên cihanê, di serî de kesên reş bi encamên vê nijadperestiyê re rû bi rû dimînin. Li Tirkiyeyê nîqaşê der barê “tirkên spî” ji heman bingehê tê, lê wekî her tiştî di vê mijarê de jî awayekî “alaturka” diafirine.

Wekî li jor jî hat ziman “spîbûn” zihniyeteke temsîl dike. Bêguman di nava mirovên spî de jî gelek cudakarî hene. Çîn, zayend, ol, netew, etnîsîte û hwd. kategoriyên cuda yên ku hevdû dibirin in û dibin sedem ku wek mînak nijadperestî li ser mirovan bandorên cuda dikin.

Niha em dîsa vegerin ser gotina Ahmet Aydin ku dibêje “berê tirkên spî hebûn, ji xwe pê de kesî tirk nedihesibandin.” Ev ne rast e, xuya ye wateya wê nizane. Bi gotina wan be jî “tirkên spî” xwe wek temsîla tirkbûnê, komara laîk, dibînin. Tirkbûneke serdest pênase dikin û xwe wek temsîla vê tirkbûnê û girêdayî vê xwedî îmtîyaz dibînin. Niha AKP û zihniyeta ku ew temsîl dike, heman tiştî bi peyvên xwe dadigire. “Spîbûn” serdestî ye û ji mekanîzmayên serdestiyê sûdwergirtine û AKP ji serî heta binî di nava “spîbûn”a xwe de digevize.

Vêca kurd di nîqaşên “spîbûn”ê de li ku ne, li kîjan alî ne aşkere ye. Li aliyê din newekheviya tirk û kurdan û qedexeya perwerdeya bi zimanê dayikê rasterast bi nijadperestiyê ve girêdayî ye. Ango serdestiya tirkan a li ser kurdan nikare bi têgeha “tirkên spî” were ravekirin. Ji ber ku di mijara bindestkirina kurdan de hemî tirk ligel kurdan xwedî îmtîyaz in. Di dawiyê de pirsa “kurdê spî” ji kê re tê gotin, an jî bi giştî “kurdê spî” heye yan nîne, li derveyî nîqaşên “spîbûn”ê dimîne. Analîz û pênasekirina vê yekê jî bila bimîne nivîseke din.