spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peykera jinan li cihê xwe hat vegerandin

Peykera ku wek sembola jinan ji aliyê HDP’ê ve li Şaredariya Rezanê hatibû danîn û ji aliyê qeyûm ve hatibû rakirin ji aliyê hevşaredarên Rezanê ve yên DEM Partiyê ve dîsa li cihê xwe hat vegerandin

Di dema ku şaredarî di destê HDP’ê de bû di baxçeyê şaredariya Rezan a Amedê de peykerekî ku sembola jinan bû hebû. Piştî ku AKP dest danî ser şaredariya Rezan ew peykerê sembola jinan ji parka jinan rakir.

Der barê çîroka peykerê ku  ji aliyê qeyûm ve hatibû rakirin hevşaredara Rezan Leyla Ayaz wiha got: “Hevşaredarên Rezan û Rêveberiya nû ya şaredariyê li ser pirs û daxwaza jinan li pey şopa wî peykerî ketin û di encamê de me ew peyker dît û niha di haziriya jinan de em dîsa wî li şûna wî bicih dikin.”

Ayaz di berdewama axaftina xwe de got ku: “Herî pêşî destkeftiyên jinan di armanca rêveber û qeyûmên AKP ê de bûn, em jî soz didin gelê xwe ku em ê yek bi yek wan destkeftiyên xwe bidest bixin. Ev park çawa ku berê cihekî xweş û ewle bû ji bo jinan dîsa wê wiha bibe û em ê herdem bi gelê xwe re xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”