5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîrozbahiya Newrozê û têkoşîna kurdan

Newroza îsal bî ruhê yekitî û raperînê diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin. Di Newroza îsal de gelên ku daketîn qadan û dê dakevin qadan dî şexsê AKP-MHP'ê de hesap ji faşîzmê dipirsin

Di nav civaka Rojhilata Navîn de meha adarê xwedî wateyeke cuda ye. Newroz ku di meha adarê de tê pîrozkirin ji bo gelê kurd cejneke xwezayî, çandî û neteweyî ye. Newroz a ku mizgîniya biharê, roja nû, nûrojê ango nûbûnê ye di heman demê de ji bo kurdan  tê wateya berxwedana li dijî koletiyê jî. Newroz li Rojhilata Navîn ji aliyê gelek neteweyên qedîm ve tê pîrozkirin. Lê bi hezaran sal in ku yên herî zêde Newrozê ji bo xwe tenê ne weke cejneke çandî û xwezayî pîroz dikin gelê kurd e.

Dema mirov bala xwe bide dîroka Newrozê li Mezopotamya û Kurdistanê gelek çîrok û mîtosên ku di çavkaniyan de cih digirin hene. Berxwedana Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaq  mîtosa herî bi nav û deng e. Li gor vê mîtosê Dehak, kralekî pir zalim bûye û li Kurdistanê hikûm kiriye. Dehaq ferman  dabû ku gelê Kurdistanê her roj mejiyên du ciwanan bînin qesra wî. Gelê kurd di pêşengtiya Kawayê Hesinkar de li hember  Dehaq li ber xwe dide û welatê xwe ji zilma wî rizgar dike.

Wê êvarê ne tenê li çiyan, li her aliyê welat agir tê dadan. Gel ji deverên asê dadikevin û bi meşaleyan berê xwe didin gund û bajarên xwe. Roja din, her kes xemla xwe gire dide û li qadan govendê digerîne. Ew roj 21’ê Adarê ye. Roja nûbûn û azadiyê ye.

Weteya Newrozê nûkirin

Newroza ku bi pêşengiha Kawayê Hesinkar bû xwediyê wate bi felsefeya  PKK’ê û çalakiya Mazlûm Dogan wetedartir bû. Bi têkoşîna Zekiye, Rehşan, Sema, Bêrîvan, Ronahî û Medyayan bû cejna jinan.

Yek ji sazûmankarê  Partiya Karkerên Kurdistanê Mazlûm Dogan piştî ku ji aliyê dewleta tirk ve hat girtin ji bo pêkanînên li zindana Amedê yên li ser dîlgirtiyên dozê protesto bike di 21’ê Adara 1982’yan de di hucreya ku dihat girtin de bi sê darikên niftikê agirê Newrozê pêxist û canê xwe feda kir. Ew çirûska ku Mazlûm Dogan bi dirûşmeya “teslimiyet dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê” pêxist hucreyên tarî yê zindana Amedê ronî kir û şewqa xwe da tevahiya welat.

Bi çalakiya Mazlûm Dogan ku Newrozê dîsa gihand wateya wê ya berxwedanê  di 21’ê Adara 1990’î piştî nîvro li Sûrên Amedê, vê carê Zekiye Alkan bi dirûşmên, ”Bijî Newroz” û bi peyama ‘Ger pêwist be em ê bi canê xwe agirê berxwedanê geş bikin’ bedena xwe da ber agir.

Di sala 1992’yan de Rahşan Demîrel da ser şopa Zekiye û li Kadîfekaleya Îzmîrê agirê Newrozê gur kir. Rahşan Demîrel bi dengê xwe hem kurdî hem jî tirkî armanca çalakiya xwe vegot. Di deman salê de dewleta tirk li gelek deveran bi astengiyên tund pêşî li pîrozkirina Newrozê girt. Li Cizîrê bi dehan kesên ku xwestin Newrozê pîroz bikin, kuşt.

Agirê Newrozê gur kirin

Agirê Newrozê yê ku li Kurdistanê vêket pêl bi pêl li gelek cihan belav bû. Di 21’ê Adara 1994’an de li bajarê Mannheîmê ya Almanyayê, jinên kurd ên şoreşger Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) li dijî qedexeya Newrozê ya dewleta Almanyayê bedena xwe dan ber agir. Çalakiya Ronahî û Bêrîvan a ku bi bedena xwe pêk anîn li her derî deng veda.

Agirê yekemîn yê ku Mazlûm Dogan di sala 1982’yan de li girtîgehê vêxistibû di sala 1998’an de li Girtîgeha Çanakkale dîsa gur bû. Sema Yuce bi peyama xwe ya ‘Ez dixwazim mêjiyê xwe, dilê xwe, bedena xwe di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bikim pirek. Ji bo ku ez bibim şagirteke zîrek a Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, dixwazim weke Zekiya bişewitim, weke Rahşan bibim Newroz. Ez dixwazim li ser rêya hevrêyên xwe yên din de ku bûne Newroz bi biryardarî bimeşim. Sedema ku dixwazim baweriya xwe ya ku jin jî dikare bibe hevrê bi çalakiyeke esîl tacîdar bikim ew e ku bi pakkirina ji hemû pênaseyên ku bi esîltiyê têne zanîn, dixwazim biqêrim ku xawêna wan mirovan e ku ew bixwe basît in lê xewn û xeyalên wan mezin in.’ Nameya ku Sema Yuce li dû xwe hişt ji bo rojame dibe çavkaniya têkoşîna Newrozê.

Newroza îsal

Newroza ku hezar sal in weke roja vejîn, serhildan û azadiyê tê pêşwazîkirin û bi têkoşîn û berxwedanê ya ku bi avakirina PKK’ê hatiye nûkirin her sal li her deverên ku kurd dijîn tê pîrozkirin.  Lê belê îsal ji ber erdheja ku di 6’ê sibatê de pêkhat û di encamê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da gelê kurd Newrozê cudatir pêşwazî dike. Newroza îsal bi ruhê yekitî û raperînê diyariyê qurbaniyên erdhejê tê kirin. Di Newroza îsal de gelên ku daketin qadan û dê dakevin qadan di şexsê AKP-MHP’ê de hesab ji faşîzmê dipirsin. Civaka bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di rojbera hilbijatina serokkomariya Tirkiyeyê de bi dirûşma  ‘Her der Newroz her dem azadî’ ji bo pêşerojê dadikeve kolanan.